aram

Tu zext nikare berxwedana li dijî tecrîdê bêdeng bike

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji ber binçavkirina berxwedêrên ku roja yekşemê dest bi greva birçîbûnê kirin, nerazîbûn nîşan da û got ku berxwedana li dijî tecrîdê bi zextan dê neyên bêdengkirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê binçavkirina çalakgerên duh li avahiya HDP’ê ya Amedê ketin greva birçîbûnê de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

TJA’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji êrîşa li dijî vê çalakiyê heta dorpêçkirina avahiyên partiya me, aşkera dibe ku faşîzm çiqasî ji berxwedana bi pêşengiya jinê ditirse. Divê were zanîn, têkoşîna mafdar a jinan a li dijî tecrîdê bi destgîrkirin, girtin û zextê tu carî nikare bê astengkirin. Têkoşîna me wê heta bidawîbûna tecrîdê bidome.”

TJA’yê ragihand ku bidawîkirina tecrîdê dê were wê wateyê ku yek ji astengiyên li pêşiya hêviya jiyana bi hev re û esareta civakê ya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn ji holê bê rakirin. Di daxuyaniyê de bang li aştîxwazan bi taybetî jinan hate kirin ku li dijî êrîşên faşîzan li ber xwe bidin û bi biryardariya serketinê piştgiriyê bidin Leyla Guven û berxwedêran hemûyan. AMED