aram

Gerîlayên jin name ji jinên girtî re şandin

 

Bi wesîleya 8’ê Adarê, berxwedêrên çiyê ji jinên dîlgirtî re name şandin û wiha gotin: “Em tecrîda desthiladariya faşîst a AKP-MHP’ê ku dixwaze bike rewşeke asayî napejirînin û jiyanê ji nû ve dihonin.”

Jinên berxwedêr ên li dijî êrîşên dewleta tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji jinên di zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê de dîlgirtî ne name şandin. Di nameyê de hate gotin ku heke gelek li hemberî mêtîngerî, zordestî û êrîşên tunekirinê li ber xwe dide û pêşengên vê berxwedanê jin bin, dê serkeftin teqez be.

Di nameyê de ev tişt hat gotin:

“Berxwedêrên hêja, çalakvanên rêzdar û jinên berxwedêr ên di zindanê de;

Destpêkê we bi zindîbûna meha Adarê û kelecana biharê, bi wezîna bayê çiyê silav dikin, 8’ê Adarê li we pîroz dikin. Bihar vejîna xwezayê ye. Bihar çawa xwezayê vedijîne, hûn jî bi berxwedana xwe ya greva birçîbûnê, jiyana ku faşîzm dixwaze bitefîne, vedijînin.

Ji destpêka dîrokê ve her tim jinan jiyan honandiye û li dijî tarîtiyê sekinîne. Ligel hemû zext û komkujiyên hişmendiya zilamê serdest, li ber xwe dane û têkoşiyan e. Îro em tecrîda ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze bike tişteke asayî napejirînin û jiyanê ji nû ve dihonin. Berxwedêr taybetiya herî sereke ya jinê ye.

Keçên dayikên ku li hemberî êşên mezin berxwedanên mezin kirine, hevrêyên Sara û Semayan, rêhevalên Leyla Guven a li dijî tarîtiyê ber bi rojê ve dibeze; jinên berxwedêr û bi rûmet, jinên ku têkoşîna hekhevî û azadiyê didin; bêyî ku li ferqa mekan, welat û parzemînan binêrin, em di berxwedanê de giyana hevpar dijîn.

Îro em, 129 jinên ku 1857’an xwe feda kirî hê jî hîs dikin û bi berxwedana wan 8’ê Adarê pîroz dikin. Her yek ji me van 129 jinan hîs dike û dijî. Her yek ji me şopdar hevrêya Clara Zetkinan, Zîlanan, Sarayan, Bêrîtanan e. Her yek ji me dibe Kibriye, Menal, Hacer, Sabiha, Reyhan, Şadiye, Ayten, Evîn, Azîme, Ronahî, Esma… Her yek ji me bi berxwdana azadiyê ji xweliya xwe jiyanê diafirînin. Mîna hevrêya Sema Yuce xwe ji xweliya xwe afirandî. Li hemberî koletî, paşverûtî, tarîtiya pergala serdest bi agirê azadiyê jiyan ronahî kiriye û tarîtî tune kiriye. Berê xwe daye Rêbertî û rojê û ber bi azdiyê ve beziyaye. Hûn hevrêyên Sema Yuce ne.

Rêya me yek e û em li ser heman rêyê ne. Şiveriyên me car caran biguherin jî armanc û cihê ku em bigihijinê heman e. Niha jî we şiveriya herî dijwar bijart û bêyî westandinê hûn dimeşin. Rêwiyên rê her tim em arî kirine, hêz dane me. Carnan bi tama helbestê, carinan bi tama romanan be jî her tim dîrok nivîsîne.

Jinên berxwedêr ên dîrok nivîsî;

Her jina ku li dijî faşîzmê bi ser ketî, serdestiya zilam nepejirandî wê bi ji nifşa heta nifşên din bijî û şopên wê li ba her jinekê bimîne û jê re bibe hêz. Tevahiya jinên berxwedêr, li ku derê bin bila bibin wê bigihên hev û bi ser bikevin.

Jinên ku bi berxwedanê azad dibin û bi azadiyê bedew dibin; jinên ku ji jiyanê bi qasî di oxira wê de bimirin hez dikin, em ê bi hev re faşîzmê têk bibin bi berxwedana jinên cîhanê rojên xweş û geş li pêşiya me ne. Heke jin pêşengiya têkoşîna gelekî ku li dijî mêtîngerî zordestî û tunekirinê bike serkeftin teqez e.

Faşîzma ku ji berxwedana jinê ditirse bi zext û zordariyê, bi komkujiyan, her cure koletiyê li ser jinê dide ferzkirin dixwaze vê pergala xwe mayînde bike. Lê belê dê nikaribe bi ser bikeve…

Divê faşîzm ji jinên ku azadiyê kiriye armanc bitirse. Hişmendiya zilamê serdest bitirse. Divê kesên xwedî hişmendiya koledar bitirsin. Çimkî em jinên bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bedena xwe dikin bombe, dikin guloka agir û di şkêran de xwe wesle wesle dikin.

Jinên berxwedêr ên ji bilî azadî û serkeftinê tu tiştî napejirînin, dilsoziya me ya bi azadiyê û baweriya xwe ya serkeftinê we silav dikin, cejna we ya 8’ê Adarê pîroz dikin û dibêjin ku em ê teqez bi ser bikevin.

Berxwedêrên çiyê.” BEHDÎNAN