aram

KJK: Divê em di 8’ê Adarê de tifaqên mayînde pêk bînin

Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê deklerasyonek pêşkêşê jinên cîhanê kir. KJK diyar kir ku tu sedsal biqasî sedsala 21’emîn guncav nîne ji bo pêkanîna azadiya jin û ji tevahî jinan jî xwest ku berxwedana li Kurdistan û cîhanê hîn birêxistintir bikin û di 8’ê Adarê de tifaqên mayînde pêş bixin

Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) bi boneya hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê deklerasyoneke berfireh weşand. Di deklerasyonê de behsa girîngiya têkoşîn û xwe rêxistinkirina jinan a li dijî eqliyeta zilamsalar, cînsiyetperest, dagirkerî, dewlet û şer dike, hat kirin. Di deklerasyonê de berxwedana jinan a li her devereke cîhanê ya ji bo bidestxistina azadiya xwe têdikoşin hat silavkirin û îşaret bi girîngiya berxwedana grevên biçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatine destpêkirin, hat kirin.

Berfirehiya deklerasyona KJK’ê wiha ye;

Ji çiyayên Kurdistanê ku li ser erdnîgariyê wê bêriya bi hezaran salan di pêşengiya jinan de cara yekem civakîbûn çêbû û tovên çanda jiyana hevbeş hat avêtin, em we bi hezkirinê hembêz dikin û bi eşqê xwe yê jiyana azad û têkoşîna me ya bêhempa we silav dikin. Niha dema ku em 8’ê Adarê nû pêşwazî dikin, di hemû dîrokê pergala baviksalarî de, hemû jinên ku hatine kolekirin, mêtînkirin û tunekirin lê li hemberê vê tiştê jî ji bo azadî û wekheviyê têkoşîn daye meşandin, bîranîna wan hêza bingehîn ê çavkaniya berxwedaniya me ye. Li çar aliyên cihanê ji hemû jinên ku li hemberî serdestiya zilam, dagirkerî, hilweşandinê, kolekirinê re dengê xwe bilind dikin û li ber xwe didin, em silavên xwe yên ji dil û can rê dikin.

Li hemberî hemû hewldanên bêhafizakirin û bêdîrokkirin ê pergala serdest, em pir baş dizanin ku wekî jinan em xwedî dîroka berxwedanê ya mirovahiyê ya herî dirêj, herî kevn û herî bingehîn in. Em careke din hemû jinên zana û berxwedêr ku di vê pêvajoya berxwedaniyê daîmî de li hemberî pergala desthilatdar, baviksalarî, zayendperestî û dijminê jinan canê xwe dane, bi wesîleya 8’ê Adarê bi bîr tînin. Têkoşerên pêşeng ên Tevgerê Azadiya Jinê ku bi dehan şehîd daye, em Sakîne Cansiz, Zekiye Alkan, Gulnaz Karataş, Zeynep Kinaci, Sema Yuce, Viyan Soran, Şîrîn Elemhulî, Şîlan Kobanê, Arîn Mîrkan û hemû şehîdên xwe bi hesret û hezkirinê bi bîr tînin. Dîsa ji Rosa Luxemburg heta Clara Zetkîn, ji Haydee Santamaria heta Kittur Ranî, ji Şadiye Ebu Ghazaleh heta Nwanyeruwa, ji Mary Jones heta Doria Şefîk, ji Marî Beyleryan heta Louise Michel; em hemû jinên ku li ser têkoşîna gerdûnî yê azadiya jinê mohra xwe xistine, bi qencî qala wan dikin. Bi taybetî jî bi tekoşînên kedê û wekheviyê, di ragihandina 8’ê Adarê de rol leyistine û ji bo vê armancê jinên kedkar ên ku ked û berdelan dane em dîsa bi bîr tînin û hemû şopdarên wan silav dikin. Bîranîna wan ji dilê me re agir, ji mêjiyê me re ronahî û meşaleyek e ku tarîtiyê li ser me ferzkirî, parçe dike û rêya me ronî dike.

Tu sedsal biqasî sedsala 21’emîn ji bo azadiya jin guncav nîne

Em di serdemekî de ne ku hemû nakokiyên di navbera ronahî û tarîtî, xweşikbûn û kirêtbûn, edalet û neheqî, azadî û koletî xwe herî zêde di dagirkeriya li ser jinan de û li hemberî wê bilindkirina israra azadiyê de nîşan dike. Bi wê ve girêdayî, tu sedsal bi qasî sedsala 21’emîn ji bo pêkanîna azadiya jinan guncav nebûye. Ji ber vê em di nava serdemekî de ne ku potansiyel û dînamîkên şoreşa jin herî zêde bihêz e. Pergala serdest ji bo ku vê rastiyê veşêre, bi hemû cure lîstok û êrîşan hewl dide lê belê wekî jinan, bi zanabûnê vê heqîqetê, bi zanabûna serdemê pêwîst e em nêzîkatiya xwe raber bikin û tekoşînê hembêz bikin. Ji ber ku ligel vê fersend û derfetên mezinkirinê destkeftiyên xwe, pergala desthilatdar û baviksalar ji bo astengkirina vê rastiye li her derê êrîşen xwe zêde dike.

Pergala baviksalar bi dagirkeriyê hebûna xwe dewam dike

Pergala desthilatdar û baviksalar ê 5 hezar salî ku dijî civakê ye, bi mezinkirin û belavkirina dagirkeriyê hebûna xwe berdewam dike. Ji ber ku xwe spartiyê kara zêde. Şerên ku di cîhanê de diqewimin, bi vê rastiyê re girêdayî ye. Bi taybet jî armanca şerê parvekirinê sêyemîn ku di destpêkê sedsala 21’emîn de bi mudaxaleyên Afganistan û Iraqê destpê kir û di roja me de jî li Sûriye, Iraq û Kurdistanê kûr bûye, li ser esasê berjewendiyên hêzên desthilatdar ên cîhanî de jinûve dîzaynkirina erdnigariya Rojhilata Navîn e. Di heman demê de, şer û pevçûnên çekdarî ku li parzemînê Afrîkayê berdewam dike, girêdayî çavsoriyê kara zêde yê moderniteya kapîtalîst û emperyalîzmê, tên jiyankirin. Ev çavsoriya kara zêde, ne tenê rê li ber şeran vedike, her wiha xwezaya me jî talan û tune dike. Dîsa li Amerîkaya Latîn û Asyayê Rojhilat jî tunekirina daristanên hezaran salan, di pêvajoyekî ku xeteriyê ziwabûnê zêdeye, jehrkirina çemên me, bi rêya tûrbînên bayê ku li gundên me avakirine di ser de hewaya me jî kirine malê bazirganiyê û bi vî awayî tê mêtînkirin, van hemû tenê dibin rehendekî qirkirinê avhewayê ku ji bo armanca kara zêde pêş dikeve. Em bênefes tên hiştin. Kevneşopiyên me yên bi hezaran salan, nasnameyên me yên çandî, pergalên me yên civakî tên tunekirin. Di hemû qadên jiyanê de, di asta qirkirinê de, em bi êrîşên îmhakirinê re rûbirû ne. Dixwazin me bêhafiza bihêlin. Ji ber ku baş dizanin, yên ku hafizayê wan tune be, pêşerojê wan jî nîne. Bi vî awayî dixwazin me teslîm bigirin. Yên ku nikarin teslîm bigirin jî dikujin. Di roja me de şîdeta zilam, ji hemû şer û nexweşiyan zêdetir li ser jiyana jinan xeterî ye.

Jin ji bo bidestxistina azadiya xwe bi israr in

Lê belê li gel vê yekê, di roja me ya îro de qasî ku heta niha nebûye, ewqas jin di nava refên berxwedanê de cihê xwe digirin. Qasî ku hîç nehatiye dîtin, ew çend jin îro ji bo azadiya xwe, ji bo vîna xwe, ji bo wekheviya xwe têdikoşe. Qasî ku di tu demê dîrokê de nebûye, ewqas jin bi dengekî bilind ji pergala dagirker ê baviksalarî re dibêje NA! Jin ji tevahî cureyên dagirkerî, komkujî, talan û mêtînkirinê re dengê xwe bilind dike û dibêje ÊDÎ BES E! Jin li dijî wan hemûyan derdikeve. Jin piştgiriya hev dikin, hevbeş dibin. Jin têdikoşe, xwe birêxistin dike. Jin li ber xwe dide. Bi milyonan li ser pêyan in. Bi milyonan li kolanan, li meydanan, li çiyayan û li deştan in. Bi milyonan bi biryar in, natirsin, gava xwe paş de navêjin. Çi dibe bila bibe, dibêjin; em ê azadiya xwe bidest bixin, dawî li vê pergala mêtînger bînin, hemû zincîran bişikînin û serê xwe netewînin. Wekî Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê, em bi coşekî şoreşgerî û ji dil û can, li hemberî pergala baviksalarî û sazûmanê wî yê mêtînger hemû berxwedaniyên jinan silav dikin.

Bila pergala baviksalarî ji têkoşîna we bitirs e

Pêwîst e hûn bizanin ku li Kurdistanê li hemberî êrîşên rasterast û tund ên serdestiya zilam û faşîzmê têkoşîna azadiyê ku me mezin kiriye çawa ji berxwedaniyên we re hêz û îlham dide, her kîjan cihê dinyayê be bila bibe, dengê azadiyê jinê ku bilind dibe, li çiya û deştên Kurdistanê de deng vedide. Biqasî ku dengê me yê bilindbûyî li hemberî desthilatdarên zilamtî deng vedide, pergala serdestiyê zilam ewqasî zêdetir diheje. Zemînê ku 5 hezar sal e li ser disekine, hîn zêdetir diqelişe. Dema qelşên wî kûr dibin, tirsê wî hîn mezintir dibe. Bila tirsa wî mezin bibe, bila hîn zêdetir bitirse! Ji ber ku em pir bi biryar in, em ê serdema xwe biguherînin û bikin serdema azadiya jinê. Ji ber ku tekoşîna me roj bi roj mezintir dibe, hîn bêhtir bihêz û bibandor dibe. Bila pergala baviksalarî bitirse, ji ber ku em pêşeroja azad ji niha ve ava dikin! Li her derê! Li bostekî axê ku tav lê dide û tavahîv ronî dike, em ê jiyana azad lê ava bikin.

Li çar aliyên cîhanê, gelek têkoşîn tên meşandin. Ji niha ve encamên pir girîng bidestdixin, ji me hemûyan re moral didin, me bihêztir dikin û tirsa pergala baviksalarî mezintir dikin.

Li Amerîkaya Latîn, bi dirûşma  Ni Una Menos, yanî em ê jinekî din jî winda nekin, têkoşîna girseyî ku li hemberî qirkirina jinan berdewam dike, em silav dikin. Kuştina jinan, ne bûyerên yekjimarî ne û bingehê xwe ji dijminatiya jinan û zayendperestiyê civakî digire. Ji bo vê yekê, em pê bawer in, ji bo ku pêşî li qirkirina jinan bê girtin, bi mentalîteyê zilamperestî re tekoşîneke bi bandor pêwîst e. Bergiriyên zagonî girîng in lê her wiha tenê dikare bibe perçeyekî biçûk yê têkoşînê û rola xwe bileyize.

Em silavên xwe yên dilgerm ji bo xwişkên bi fularê kesk ên Arjantinê re dişînin. Ji axê heta kedê, hemû cureyên mêtingerî û dagirkerî, destpêkê li ser bedena jin pêş ketiye. Jin di dîrokê de, mêtîngeha yekemîn e. Ji lewre jî li ser bedena xwe, parastina vîna jinê bi xwe ye, destnedayînî û xweseriya bedena jin qadeke bingehîn ê tekoşînê ye. Dema em mafê xwezayî ya jinan, mafê kûrtajê biparêzin jî, ji bo ku em bi tevahî vê tekoşînê bidin meşandin û mafên zagonî bidest bixin jî pir girîng e ku em bi mentalîteyê ku jinê mêtînger dike re, şer bikin.

Têkoşîna me yek e

Rêhevalên me yên Zapatîst ku li daristanên Chiapasê hem li hemberî dewleta Meksîka û ji êrîşên kapîtalîzmê kûrewî re li ber xwe didin hem jî pergala xwe ya xweser û komînar ava dikin, îsal nikarin duyemîn Hevdîtina Jinên Berxwedêr lidar bixin. Em dixwazin ji wan re bêjin ku; Rêhevalno, bizanin ku agirê ku we pêxistiye, li Kurdistanê jî pêketî ye. Wekî ku agirê me dilên we germ û geş dike. Ji Zagrosan heta Sierra Madre, ji Feratê heta çemê Usumacinta, têkoşîna me yek e, berxwedaniya me yek e û gelên me xwişk û bira ne. Li hemberî arteşên dagirker, em di berxwedaniya we de bi we re ne, baweriya me têkûz e ku hûn ê vê berxwedaniyê qezenc bikin. Em we bi hezkirin, rêhevaltî û bi biratî silav dikin û dilgermî we hembêz dikin.

Berxwedana jinên bêtirs silav dikin

Ji Demavendê heta Hindukuşê, ji Gazeyê heta qada Tehrîrê, em leşkerên bêtirs ên berxwedaniya bilindbûyî yê jinê bi rezdarî silav dikin. Li Îranê 40 sal e li hemberî şewazê herî tund ê mentalîteyê zilam li ber xwe dide û teslîm nabe, tevî hemû cure gefan û zextan, jinên berxwedêr yên ku dev ji azadiyê xwe bernade, em bang dikin ku em bi wan re di nava hevgirtinê de ne. Em bi jinên wêrek ên ku li Afganistanê li dijî mudaxaleyên emperyalîst û çeteyên hevkar ên şer dengê xwe bilind dikin, li beramberê mentalîteyê paşverû ku jin wekî kirde nahesibîne berxwedanê radîkal birêxistin dikin, em bi we re ne. Em ji rêhevalên me yên Filistînî yên ku ji me re nîşan dan, heger bibe divê aşitî bi rûmet û heqanî be û li hemberî dagirkeriyê pêşengtiya berxwedaniyê axa xwe rizgarkirinê girtine li ser milên xwe, piştgirî didin. Em ji hemû jinên êzidî, suryanî û ereb ku pêşengtiyê berxwedanê li hemberî DAIŞ’ê kirin û ji hemû jinan re nîşan dan ku parastina cewherî pêwîstiyeke çiqas girîng e, silav û rêzên şoreşgerî dişînin. Li Rojhilata Navîn, duyemîn şoreşa jin heqîqetek e û em hemû perçeyên vê heqîqetê pîroz in. Em hemû bi hev re, tarîtiyê ku li ser me tê fêrzkirin bin bixin û axên xwe dîsa bikin welatê dayika xwedavend. Dengê şoreşa jin ji niha ve bilind dibe, ji rojavayê Kurdistan, belavî Rojhilata Navîn dibe. Di van rojên me de ku DAIŞ bi pêşengtiya jinan têk diçe, carekî din em dixwazin bala we bikişînin ser berxwedanê ku li Efrînê li hemberî çeteyên Îslamî û artêşa tirk a dagirker didome. Ji bo me Efrîn bajarekî jinan e û em ê tu carî vê bajarê ji çeteyên dijminê jinan re nehêlin. Salek berê, di 8’ê Adarê de çawa ku me got ‘em ê li Efrînê şoreşa jinê biparêzin’, îsal jî em ji hemû xwişkên xwe yên li cîhanê re bang dikin ku ji bo azadiya Efrînê, li dijî dagirkeriya tirk dengê xwe bilind bikin. Dîsa heta rizgariya jin û zarokê dawî ji destê DAIŞ’ê,  em soz didin ku em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Em ê hesabê jinên şengalî ku bûne sembola wîcdana serdema me, bipirsin. Ji fermanê re bersiva herî xurt, parastina cewherî û xweseriya demokratîk e ku bi pêşengiya jinan pêş dikeve. Di heman demê de ev rêya tekane ye ku dikare pêşî li fermanên nû bigire.

Hûn li dijî teslîmiyetê li ber xwe didin

Em berxwedaniya bi dehan û dibe ku bi sedhezaran girtiyên siyasî yên jin ku ji ber tekoşîna azadiyê didin meşandin di nava çar diwarê de esîr tên girtin, silav dikin. Hûn li hemberî hemû tehdeyên derûnî û fizîkî, ceza û tecrîdan, teslîmiyetê qebûl nakin û dibin pêşeng ku zindanan dike qada berxwedanê. Bizanibin ku dîwarên di navbera me de çiqas bilind û stûr bibin bila bibin, nikarin me ji hevdu qut bikin. Bi vê wesîleyê, bi taybet jî ji girtiyên siyasî yên jin ku di nava zindanên dewleta tirk de li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, em silavên xwe yên taybet dişînin, ji hemû jinên cîhanê re bang dikin ku xwedî li çalakiya girtiyan derkevin û bibin dengê wan.

Divê em di 8’ê Adarê de tifaqên mayînde pêş bixin

Di çend salên dawiyê de, greva jinan ê ku li hinek welatan de hat destpêkirin, îsal di 8’ê Adarê de dê belavî cihên berfirehtir jî bibe. Bi taybetî jî li Almanyayê jinên ku îsal li dehan bajaran beşdarî grevê bibin, em bi coşekî mezin silav dikin, wan hembêz dikin. Pêwîst e em bizanibin ku, wekî jinan ew hêza me heye ku em jiyanê bidin sekinandin. Bes pêwîst e, em birexistinî bibin! Bendewariya jinên ku di nava hevgirtinê de ne, ew e ku destpêkê li Almanya, li hemû cihên ku greva jin pêk were, grubên herêmî yên ji hevdu qut in û perçe perçe ne, bi wesîleya 8’ê Adarê bibin torekî û tifaqên mayînde pêş bixin. Pêwîst e em bi rojekî re sînordar nemînin û yekitiya xwe domdar bikin, li ser vê esasê têkoşînên xwe hevpar bikin. Ev pêwîstî û armancek e ku serdema me li ser me ferz dike.

Xwedî derketina li mîrateya 200 salî

Li Amerîkayê jinên ku gotin wexta wî hatiye û zayendperestiya civakî di gelek qadên jiyanê de aşkera kirin, bi kampanyayê #MeToo çanda destavêtin û destdirêjiyê pêşandan, heta Washingtonê meşiyan û ragihandin ku ew Trump wekî nûnerê xwe nasnakin, em wan silav dikin. Wekî din, em jinên reşik ên berxwedêr ku li hemberî nîjadperestî, cihêkarî û tundiyê dewletê têdikoşin, hembêz dikin. Em hêvî dikin ku hûn ê mîrateya têkoşînê ya 200 salî mezintir bikin û helwestê xwe biguherînin rexistinbûyînekî bihêztir.

Tecrîda li ser Ocalan û berxwedana dibin pêşengiya Leyla Guven de pêş dikeve

Mîna gelek ji we dizanin, wek gel û tevgera azadiyê, li dijî faşîzma tirk, em di nava berxwedaniyêkî mezin de ne. Pêngava berxwedanê ku dirûşmê wî ‘Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ e, bi pêşengtiya jinan dimeşe. Rêhevala me, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera HPD’ê Leyla Guven, di 7’ê Mijdarê 2018’an de, di şert û mercên zindanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di nava bi sedan kurdên ku di şopa Leyla Guven de ketin greva birçîbûnê bêdem û bêdorveger, bi dehan jinên berxwedêr ên ku li zindanê ne jî hene. Daxwazê wan tenê ew e ku tecrîda li ser Rêberê me Abdullah Ocalan ku 20 sal e li Girava Îmraliyê dîl tê girtin, were rakirin. Lewre, Rêberê me Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê 1999’an de bi awayekî korsanwarî û di çarçoveya operasyona NATO’yê de ji Kenyayê hat revandin û radestî dewleta tirk hat kirin, niha ji hemû mafên xwe yên xwezayî muaf e, wekî ku ji meha Tîrmeha 2011’an ve hevdîtinên bi parêzeran re tê astengkirin û ji 5’ê Nîsana 2015’an ve jî di nava tecrîdê girankirî de ye. Bi hiquqî tu mafên wî nayê dayîn. Bi tenê serê xwe di hucreyekî de tê girtin. Li girava Îmraliyê kiryarên hiquqî yên ji bo yekkesî taybet e, tê bicîhanîn. Dewleta tirk zagonên xwe bixwe pêknayîne û pergalekî taybet ku hemû mafên mirovan ne derbasdar e, dide meşandin. Di serî de CPT ku girêdayî Konseya Ewropayêye û dewleta tirk jî endamê wî ye, di ve mijarê de sazî û rêxistinên berpirsiyar bêdeng dimînin û bi vî awayî pergala esîrî û îşkenceyê dipejirînin.

Rêber Abdullah Ocalan rêberê gelek e

Rêber Abdullah Ocalan, ne girtiyekî ji rêzê ye. Ew rêberê gelek e ku navê wî jî hatiye qedexekirin. Ew, di salên 1970’î de ji komekî xwendekaran re pêşengtî kir û bi grubekî ciwanan re Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ava kir, îro tevgera gelan ê ji milyonan pêk tê afirand. Îro asta birdozî, polîtîk, parastin û rexistinbûyîna civakî yên jinên kurd ku îlham dide û herkesî diheyirîne, rasterast encamê kedên Rêber Abdullah Ocalan e. Di nav şert û mercên tecrîdê girankirî de, paraznameyên ku ew nivîsandiye îro li çar aliyên cîhanê ji aliyê gelek tevgerên dij-pergal, gelên herêmî, rêxistinên jinan, partiyên çepger û sosyalîstan û hwd. ve bi kelecanekî tên lêkolînkirin, felsefeya azadiyê ku pêşxistiye û têgîn û têgehên demokrasiyê ji bo wan dibin mînak. Di şexsê rêberê me Abdullah Ocalan de, yê ku tê tecrîtkirin, çareseriya demokratîk ê pirsgirêka kurd e, hêviyê aşitiyê ye, jiyana hevbêş a gelan e û azadiya jinan e. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîtê de ye, li dewleta Tirkiyeyê faşîzm bilind dibe, şer û pevçûn kûr dibe, netewperestî jinûve zindî dibe. Faşîzm, netewperestî, dijminatiyên civakî, şer û pevçûn, qeyranên aborî herî zêde bandora xwe li ser jinan çêdikin.

Rêber Apo têkoşîna azadiya jinê xistiye navenda şoreşa civakî

Biqasî ku tu rêberê şoreşê nekiriye, ew dahûrandina zilamtî çêkir û tekoşîna azadiya jinê xistiye navenda şoreşa civakî. Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de yên ku tên tecrîtkirin, em in. Herî zêde, jin e. Ji bo vê yekê em dibêjin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan, azadiya me ye. Ji ber vê sedemê, em di nav çalakiyan de ne û em pêşengtiya berxwedaniyê digirin li ser milên xwe. Ji ber ku ger ew azad bibe, em jî azad bibin. Ger ku em berxwedaniyê mezin bikin, dê tecrîd ji holê rabe, faşîzm têk biçe, Kurdistan azad bibe. Bendewariyê me ji we, ev e ku hûn jî ji bo vê berxwedaniyê piştgiriya xwe nîşan bidin, deng bidin dengê me û bi me re li hemberî faşîzma tirk li ber xwe bidin!

Em bihevre bihêz in

Îro ji bo faşîzmê ku rejîma Erdogan nûnertiya wê dike, bidin sekinandin, pêwîst e em bibin yek. Ku faşîzm herî zêde êrîşî jinan û destkeftiyên wan dike û rolên kevneşopiyê paşverû li ser ferz dike. Wekî ku em vê tiştê li Tirkiyeyê dibînin, li Brezîlyayê di şexsê Bolsonaro, li Fîlîpînlerê di şexsê Duterte, heya li Rûsyayê di şexse Putîn û li Amerîkayê di şexsê Trumpê de jî dikarin bibînin. Taybetmendiyê bingehîn ê faşîzmê ew e ku dijminê jinan e. Lewma, herî zêde ji berxwedaniyê  birêxistinkirî yên jinan ditirse. Wek Tevgera Azadiyê Jin ê Kurdistanê, em tînin ziman ku li dijî desthilatdarên populist-faşîst ku li ser jiyana me hereşeyekî bingehîn e, em berxwedaniyên xwe hevbeş bikin û wan bikin yek. Li hemberî faşîzmê, dem dema avakirina eniya berxwedaniya jinan e! Dem dema yekbûn, destê hev girtin û bi vî awayî li pêşiya faşîzmê girtin e! Em dikarin. Bi vê ruhê berxwedanê li bakurê Kurdistan û Tirkiye, heger jin li hemberî faşîzmê tekoşîna hevbeş bilind bikin, teqez dê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe. Wekî xwişkên me yên ji Tirkiye jî dibêjin, em bi hev re bi hêz in! Em serê xwe natewînin û ji faşîzmê re rê nadin!

Em dibin şahida mezinbûna zanistiya jinan

Li her derê, em dibin şahîda mezinbûna zanistiya jin, çalakiyên dijderketinê jinan. Jin li hemberî çanda destdirêjî û destavêtin, cihêkarî, mêtînkirin, dagirkirin, newekhevî, qetlîam, şîdet û cînsîyetparêzî disekine, protesto dike, li ber xwe dide. Jin daxwazên xwe û jiyanekî çawa dixwaze bi dengekî bilind tîne ziman. Potansiyela çalakiyên jinê, gihîşt astekî pir girîng. Em xwedî hêzêkî ewqasî mezin in ku di demekî pir kurt de dikarin bi sedan, bi milyonan însan derxin kolanan. Hêjmara me roj bi roj zêde dibe. Roj bi roj em mezintir dibin. Em bi reng in, aktîf in, bi biryar in, xwedî armanc in û bihêz in!

Divê em berxwedaniya xwe birêxistinî bikin

Niha tişta girîng ew e ku em berxwedaniya xwe zêdetir birêxistinî bikin û bi vî awayî hêza guhertinê derxin holê. Pêwîst e pir baş bê zanîn ku rêxistinbûyîna yekemîn rêgeza berxwedaniyê azadiya jinan e. Rêxistinbûyîn nebe, azadî jî ne pêkan e. Ligel vê yekê pêwîst e, em protestoyên ku çêdibin, biguherînin rêxistinbûyînên mayînde. Şert û mercên di yekemîn çaryeke sedsala 21’emîn de û sekna jinan ne tenê li hember sekinandinê, di heman demê de ji bo avakirina jiyana azad jî guncaw e. Ango êdî em dikarin asta têkoşîna xwe bilind bikin. Dijderketina xwe birêxistin bikin, li dijî pergala antîdemokratîk, zordar û li ser serdestiya zilam, têkoşîna xwe zêdetir bi tevahî û hevpar bidin meşandin. Lewre, dema ku têkoşîna me perçe perçe dimîne û hevdu temam nake, em nikarin biqasî ku tê xwestin bibin hêza guhertinê. Lê belê, dem dema pêkanîna şoreşa jinê ye, dema sedsala 21’emîn guhertinê serdema azadiya jinê ye. Şert û mercên wê, ji her demê zêdetir guncaw in. Wek Tevgera Azadiyê Jin ê Kurdistanê, em ji bo hemû têkoşînên jinan ku di asta kûrewî de tên meşandin, bikin hevpar pêşnîyara xwe wekî Konfederalîzma Jinên Cîhanê bi nav dikin.  Bêyî wekhevkirin em ê hevpar bikin, xweseriyê biparêzin û bi vî awayî armanc dikin ku bi yekitiyê têkoşîna jinan pêş bixin. Wek tevger û rêxistinên jinan, pêwîst e em perçebûyîn û qutbûyînê di navbera xwe de derbas bikin û helwestên hevbeş pêş bixin, taktîk û stratejîyên hevpar diyar bikin, di çalakiyan de jî yek bibin û pergalên hevkar ava bikin. Ji bo vê yekê, pêdiviya me heye ku em bi hev re rêgez û ferasetên pêwîst ê rêxistinbûyînê nîqaş bikin û biryaran bigirin. Hevpeymana Civakî yê ku wek tevger di sala 2002’yan de me ragihand û di van rojan de dîsa li ser dixebitin, ji bo vê armanca dikare bibe çarçoveyeke bingehîn.

Ruhê serdemê bilindkirina têkoşînê ser me ferz dike

Ruhê serdemê ji me re fermana bilindkirina têkoşîna azadiyê dide. Mîna ku em dikarin serdema xwe biguherînin çaxa azadiya jinê, ev di heman demê de ji bo me pêwîstiyekî dîrokî ye. Werin em ji bo vê armancê bibin yek. Wek jinên cîhanê rabin ser pêyan. Em dibêjin ku berxwedaniya jinan rê li ber azadiyê vedike. Ku wisa be, em li derdora agirê berxwedaniyê de bigihîjin hevdu, destên yektir bigirin û govenda azadiyê bikişînin, agirê şoreşê geş bikin. Li hemberî dagirkeriyê, faşîzmê, mêtîngeriyê û baviksalariyê em ê hemû rojan bikin 8’ê Adarê û berxwedaniya xwe mayînde bikin. Va ye, wê demê dê jiyan biguhere. Hingê, dinya xweş bibe. Wê demê şoreş pêk were. Em hemû bi hevre şoreşa jinê mezin bikin û pêşeroja xwe ava bikin!” BEHDÎNAN