aram

Guven bi berxwedana xwe pêşengtî ji 8’ê Adarê re dike

Navenda Nûçeyan

Jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û diyar kirin ku dê îsa bi ruhê berxwedana Leyla Guven dakevin qadan û bibin dengê Guven

Jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê axivîn û diyar kirin ku dê roja 8’ê Adarê bi ruhê berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 119 roj in li dijî tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, dakevin qadan û bibin dengê Guven.

Endama Rêveberiya Yekitiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çebo 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku 8’ê Adarê roja berxwedana jinan.

Çebo da zanîn ku ew wekî jinên Şehbayê bi ruhê berxwedana Arîn, Avesta, Sakîne û Leylayan xwe bi rêxistin bikin û her roj têkoşîna xwe ji bo azadiyê xurtir dikin û wiha domand: “Jinên Şehbayê bi tevahî netewên xwe di qadên leşkerî, civakî û jiyanî xwe bi rêxistin dikin û xwe bi rê ve dibin. Hêz û îradeya xwe ji jinên azad ên wekî Leyla Guven digirin û têkoşîna xwe ji bo azadiyê didomînin. Em ê 8’ê Adara îsal dê bi ruhê berxwedana Leyla Guven pêşwazî û pîroz bikin.”

8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin

Di heman mijarê de jinên ereb ên bajarokê Çelaxa yê girêdayî Qamişloyê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin û ev tişt anî ziman: “Bi serkeftina şoreşa û têkoşîna jinê em ê 8’ê Adarê bi berxwedanek mezin pêşwazî bikin. Em ê bi ruhê berxwedana Leyla Guven 8’ê Adarê pêşwazî bikin.”

Jin dîroka xwe bi xwe dinivîsînin

Endama Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hayistan Xelef 8’ê Adarê nirxand. Xelef diyar kir ku di dîrokê de jin pêşengtiyê ji azadî û yekitiyê re kirine û heta roja îro anîne û anî ziman ku êdî di sedsala 21’emîn de jin dîroka xwe bi xwe dinivîsînin û wiha dewam kir: “Hember qetîlkirin, îstîsmara zayendî ên li ser jinê têkoşînek hevpar hatiye meşandin û di sedsala 21’an de jin êdî dîroka xwe bi xwe dinivîsin. Jin di nava lêgerîna azadiyê de ne da ku xwe ji zîhniyeta baviksalarî rizgar bikin ber bi xwenaskirin û dîroka xwe naskirinê de ye.”

Xelef bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û destnîşan kir ku pêşenga 8’ê Adarê ya îsal Guven dike û bang li jinan kir ku biçûk û mezin dakevin qadên 8’ê Adarê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê bi ruhê berxwedana Leyla Guven jin dakevin qadên 8’ê Adarê û soza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û xwe rizgarkirina ji zihniyeta desthilatdar nû bikin û rêxistina jinan xurt bikin.”