aram

Li Dêrsimê buroya jinan hat vekirin

Namzetên Yekitiya Hêzên Şoreşger a Dêrsîmê buroya hilbijartinê ya jinan vekirin

Namzetên Yekitiya Hêzên Şoreşger a Hevşaredariya Dêrsimê, li taxa Gazik a Dêrsimê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Di vekirina buroyê de parlamentera HDP’ê Pero Dundar, Alîcan Onlu, Kemal Bulbul, namzetên Yekitiya Hêza Şoreşger û hevserokên navçeyê û gelek nûnerên jin amade bûn.

Di vekirina buroyê de namzeta  Hevşaredariya Dêrsimê Nurşat Yeşîl bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got: “Em silavên xwe ji hemû kesên ku ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bedena xwe dane ber birçîbûnê re dişînin.”

Yeşîl anî ziman ku jinan hemû destkeftiyan bi bedelên giran bi dest xistine û niha li dijî nirxên jinan êrîşek heye.

Parlamenter Pero Dundar jî anî ziman ku mesele ne destbi destxistina şaredariyê ye û wiha got: “Mesele divê em Dêrsimê radestî îktîdara faşîst nekin. Ji ber vê yekê em dê her dem bi hevre bin û hêza xwe bikin yek û bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin. DÊRSIM