aram

Jin rawestin jiyan radiwest e

Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bi armanca deng bidin Grevên Jinan a Navneteweyî ku di 8’ê Adarê de pêk bînin, bi hişyariya ‘Ger jin rawestin jiyan radiwest e’ banga ‘Haydê tu jî were deng bide greva jinan’ kirin

Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, metnê banga 8’ê Adarê ya Greva Jinan a Nenteweyeyî bi banga ‘Ger jin rawestin jiyan rediwest e’ parve kirin. Jinan di metna 8’ê Adarê de wiha gotin: “Em li çar aliyên cîhanê hemû jin bi hevre cîhanê ji cihê wê dileqînin. Jin, wekî sala par îsal jî li gelek welat û deverên cîhanê, ji bo mafê xwe yê wekhevî û azadiyê bînin ziman, ji bo 8’ê Adarê amadekariya grevê dikin. Em bi hevre dibêjin ‘Ji bo xeyal û mafê xwe em ji têkoşîn û destkeftiyên xwe tu gavan paşve navêjin. Em tawîzan nadin û îtîat nakin!’ Em wekî jinên Tirkiye û cîhanê di vê mijare de bi biryar in. Em li dijî rejîma zayendîparêz û hemû rejîmê mêtînger serî hil didin. Em dê dîrokê ji nûve binivîsin. Di 8’ê Adarê de ji çar aliyê Tirkiye deng didin greva jinan a navneteweyî. Jin xwedî hêz in. Ger jin rawestin, jiyan radiwest e. Ji ber ku em ji dewleta mêr a bekaya xwe ji dijminantiya jinê digire bêzar bûn. Ji ber ku me derb dikin û xwe mexdûr dibînin. Em ji kesên rê li pêş zewacê û îstîsmara zarokan vedike bêzar bûn. Em ji kesên rê li pêş kurtajê mafê tenduristiya zêdebûnê û zayendî digire bêzar bûn. Em ji tundiya mêr a jiyana me armanc dike bêzar bûn. Em ji tacîz û tecawiza mêr bêzar bûn. Em ji hepskirina jinê ya malê bêzar bûn. Em ji kedxwariyê, kuştinê bêzar bûn. Em ji stendina mafê jinê yê perwerde û tenduristiyê bêzar bûn. Em ji nebihîstina banga me ya aştiyê bêzar bûn. Ji ber vê yekê em dibêjin; Ger jin rawestin, jiyan radiwest e.”

Her wiha roja 8’ê Adarê xebatên li dora grevê bên kirin wiha ne:

  • Li mal, kargerî, kolan û dibistanan jin dê li her derê fikra xwe ya grevê bîne ziman û nîqaşan bike.
  • Di 8’ê Adarê de pêkan be rojekê, ne pêkan be saetek an jî 15 deqîqeyan em mafê xwe yê jiyanê di afirîne û heqiqî nayê dayîn paşve dikişînin. Xebatê radiwestinin.
  • Ger ku em xebatê ranewestînin jî em bi jinên li der û dora xwe pirsgirêk û xeyalên xwe û mafê xwe nîqaş bikin.
  • Em li her derê xebatê metna grevê dixwînin.
  • Em profîla medyaya civakî bi logoya grevê ‘grev dikin.’
  • Em hemû şeklê berxwedana xeyalên xwe di 8’ê Adarê de bi hastenga #JiyanRawesteJiyanRadiweste / KadınlarDurursaHayatDurur) parve dikin.
  • Li her qadê em nivîsa ‘Jin Raweste Jiyan Radiwest e’ li çante, sîng, cam, derî û cihekên kargeriyê bixin.
  • Em li eywana mala xwe, cam û şirîda cilan û berdilkên mubexê potê paqijiyê dadiliqînin û dibêjin ‘Li vê malê grev heye’
  • Em rojekê derdê kesekî ji xwe re nakin derd. Em li şûna kesekî din nafikirin.
  • Em herî kêm bi jinekê re sohbet dikin û dibêjin ‘tu çawa yî?’
  • Em jin bi jinê re wext derbas dikin.
  • Em li her derê qada xebatê bi coşa xwe daxwaz û têkoşîna xwe tînin ziman û bi coşa xwe dagir dikin.
  • Em li bajarên lê tev li meşên 8’ê Adarê dibin.”  STENBOL