‘Ji bilî serkeftinê rêbazeke din tuneye’

Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Hezroyê Gulistan Ektî diyar kir ku ew di 3 saliya xwe de têkoşînê nas kiriye, di 9 salî de gundê wan hatiye şewitandin û 14 saliya xwe de jî hatiye girtin. Ektî got ku ev hilbijartin ji bo gelê kurd referandûm e û yekane rêbaz serkeftin e

Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Hezro yê Amedê Gulistan Ektî di 1982’yan de li gundê Helhel ê Hezroyê hat dinê û hîn 3 salî bû dayika wê hat girtin. Malbata Ektî ji ber zextan koçî Amedê dikin û malbata wê ji ber xizaniyê karkeriya demsalî dikin. Ektî ji ber sedemên polîtîk di 14 salî ya xwe de tê girtin. Piştî ji girtîgehê derdikeve dîsa dest bi xebatên ciwanan dike û her wiha di Navenda Şêwirmendiya Jinan a Selîl, Komeleya Gun Işigi, Meclisa Dayikên Aştiyê, Weqfa Koçberiyê de xebitî. Di 2014’an de namzeta meclisa şaredariya Hezroyê hat hilbijartin û niha jî ji HDP’ê namzeta hevşaredariya Hezroyê ye.

Ektî diyar dike ku zarokatiya wê pir zehmet derbas bûye, her tim bi ser gund û mala wan de hatiye girtin û wiha dibêje: “Dayika min ket girtîgehê. Ez gelek bi bandor bûm. Piştî dayika min bavê min ket girtîgehê, em her dem li hêviya rêya wan bû. Dayika min dema hat girtin ez 3 salî bûm. Her ku dayika min diket girtîgehê 2-3 salan girtî dima. Serdegirtina malan û ferzkirina cerdevaniyê hebû. Her tim bi ser mala me de digirtin. Zirara aborî didan me. Dayika min rastî îşkenceyên giran hat. Dayika min ji ber darbeyan, ker bû. Neynûkên wê hatin rakirin. Di salên 2000’î de dayika min hat binçavkirin. Ji ber îşkenceya dît bi rojan di beşa lênerîna lezgîn de ma. Di her serdegirtinê de ez, birayê min û xwişka min binçav dikirin. Em jî di girtîgehê de man. Tevî vê dayika min her tim çalak bû û dixwest em tev li xebatan bibin.”

Di 14 saliya xwe de hat girtin

Di axaftina xwe de Ektî got ku di salên 90’î de bi birayê xwe re tev li greva birçîbûnê ya li Sînema Dîlanê  bûne û wiha domand: “Ez di 1997’an de hatim girtin. Ez 14 salî bûm. Di salên 2000’î de dîsa hatim girtin. Di van pêvajoyan de ji xebatan şûnde nemam. Dema min di nava têkoşînê de cihê xwe girt dayika min gelek bi bandor bû. Min di 3 saliya xwe de têkoşînê nas kir. Malbata min li bajarên cuda karkeriya demsalî kir. Carna jî em wek karkerên fabrîkayê xebitîn.”

‘Ev hilbijartin referandumek e’

Her wiha Ektî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez wek jineke ji Hezroyê, ji bo berpirsiyariya xwe bînim cih dê ji nirxên me yên civakî û têkoşîna me xwedî bibim. Yekane rêbaz serkeftin e. Ji bilî serkeftinê rêbazeke din tune ye. Ev hilbijartin tenê ne hilbijartin e. Ev hilbijartin referandûm e. Gelê kurd dê di vê referandûmê de bibe bersivek mezin.” AMED

Dikarî Biecibînî