Li Sûdanê girtiyên jin ên siyasî hatin berdan

Navenda Nûçeyan

 

Li Sûdanê bi dehan jinên ku ji ber xwepêşandanên dawîn hatibûn girtin, serbest hatin berdan

Hikûmeta Sûdanê 38 girtiyên jin di nav de berpirsên Partiya Komunîst a Sûdanê, çalakgerên siyasî, parêzerên jin û endamên ji Însiyatîfa Na ji Qirkirina Jinan re, serbest berdan.

Serokê Sûdanê Omer El Beşîr duh di Roja Jinan a Cîhanê de, biryara serbestberdana hemû jinên girtî da.

Roja pêncşemê li gelek herêmên Xertûmê bi sedan kes li ser banga kombûna pîşesaziyên Sûdanê daketin xwepêşandanan, xwepêşandan bi dirûşma ‘Karwanê jinên Sûdanê’ pêk hat.

Destpêkê ji ber bilindbûna buhayan a zêde, tevlihevî derket û bi lez bangên xwepêşandêran veguherîn dûrxistina Beşîr ji serokatiyê. Berpirs dibêjin ku ji destpêka xwepêşandanan ve 31 kes hatine kuştin.

Dikarî Biecibînî