Li Silêmaniyê çalakiyên 8’ê Adarê hatin astengkirin

Projeya Jin Jiyane Nekuje aşkera kir ku ji aliyê asayîşa Silêmanî û rêveberiya Silêmaniyê ve çalakiya wan a 8’ê Adarê hatiye astengkirin û wiha got: “Li paytexta Iraqê Bexdayê tevî hemû rêbazen olî û mezhebî jî rê li pêşiya pîrozbahiyên 8’ê Adarê nehate girtin, lê li paytexta rewşenbîrî hate girtin.”

Projeya Jin Jiyan e Nekuje li Parka Nalî ya Silêmaniyê li dijî astengiyên asayîz û rêveberiya bajarê ya li pêşiya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyanî da.

Endama Projeya Jin Jiyan e Nekuje Kejal Ebdulqadir daxuyanî xwend û wiha got: “Di 3’yê adarê de me bang kir ku ji bo danîna bernameya hevbeş a 8’ê Adarê li gel rêxistinan li Pirtûkxaneya Cemal Îrfan a li Silêmaniyê kom bibin, lê asayîşa Silêmaniyê rê neda. Em jî bi israr bûn ji bo parastina mafên jinan çalakiyan bikin. Lewma me biryar da ku ji bo pêşiya me negirin çalakiya 8’ê Adarê di 9’ê Adarê de bikin. Bi fermî me serlêdana asayîşa Silêmaniyê kir, lê bersiva na dan me. Her wiha me daxwaza destûrê kir ku li ber Baxê Giştî çalakiyê bikin, lê gotin, bi tu awayî nabe û em destûrê nadin. Li gorî yasayê mafê çalakiyan heye. Lewma bi neçarî me daxwaz kir ku li Parka Nalî çalakiya xwe bikin, lê ji aliyê asayîşa Silêmaniyê û Waliyê Silêmaniyê qet bersiv jî nedan. Herî dawî ji me gotin ku hûn dikarin li Dîka Azadî ya li Parka Azadî çalakiya xwe bikin. Gelo em terorîst in wiha nêzî me dibin? Em li vir radigihînn ku Projeya Jin Jiyan e Nekuje peyamekî civakî ye, ne siyasî ye. Karê me li ser dozên jinan ên li vê herêmê gelek metirsîdar in. Li Iraqê bi heman armancê kar dikin. Em di xwazin pêşî li kuştin, şewitandina jinan bigirin. Pêkanîna çalakiyan mafekî yasayî ye nabe pêşî lê were girtin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin kul i paytexta Iraqê Bexdayê tevî hemû rêbazên olî û mezhebî jî pîrozbahiyên 8’ê Adarê nehatiye astengkirin lê li paytexta rewşenbîrî Silêmaniyê hatiye astengkirin. SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî