Tîmên Şehîd Avesta: Em ê tola jinên Efrînê ji dagirkeran hilînin

 Tîmên Şehîd Avesta bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê pêşengiyê ji têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê re bikin û soz dan ku dê tola jinên Efrînê ji hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wan hilînin

Tîmên Şehîd Avesta bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bal kişand ser kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê û hat gotin ku dê weke keçên Efrînê li hemberî wan kiryaran li gel hemû hêzên ji bo rizgariya Efrînê şer dikin, têkoşîna xwe bidomînin û ji bo rizgariya Efrînê pêşengiyê bikin.

Daxuaniya Tîmên Şehîd Avesta wiha ye:

“Ji raya giştî re,

Li herêma Efrînê bi boneya cejna 8’ê Adarê Jinên Kedkar ên Cîhanê, Tîmên Şehîd Avesta yên keçên Efrînê, 8’ê Adarê di serî de li tevahiya şehîdên Berxwedana Serdemê û li jinên Efrînê, bi hestên tolhildana mezin a rizgariya Efrînê pîroz kir. Ev zêdetirî saleke Efrîn di bin hemû cureyên dagirkeriyê de ye. Di dema vê dagirkeriyê de zext û zordarî herî zêde li ser jinan hat meşandin. Ev zext û zordarî hîn jî didome.

Qetilkirina jin û zarokan berdewam e. Her wiha hêzên dagirker qirkirina çandî pêk tîne û di vê salê de gelek jin hatin girtin û revandin. Artêşa tirk a dagirker û faşîst û çeteyên wê tacîz û tecawiz li jinan kirin. Ji bo vê yekê wek keçên Efrînê, Tîmen Şehîd Avesta tenê bi tolhildan û rizgarkirinê dikarin li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin û têbikoşin. Em ê bi ti awayî van erîşên dagirkeriyê yên li ser jinan û gelê xwe qebûl nekin.

Weke Tîmên Şehîd Avesta, li hember hemû êrîşên ku çêbûn û yên çêdibin, em ê bibin tîmên tolhildana Avesta, Barîn û Amargiyanan. Em ê bibin şopdarên heqîqeta rêya wan. Tekane armanca me dê bibe rizgariya Efrînê. Ji bo vê ye kê Hêzên Rizgariya Efrînê yên ku niha şer dikin û tê dikoşin û hemû hêzên ku ji bo rizgarkirina Efrînê tê dikoşin, em ê hem pêşengiyê jê re bikin û hem jî bi wan re bin. Li ser vê bingehê bi germahiya 8 ê Adarê careke din em tevahî jinên Efrînê pîroz dikin.” EFRÎN

This slideshow requires JavaScript.

Dikarî Biecibînî