Jinên Hewreman ji Guven re name şandin

Platforma Jinan a Hewramî ya li başûrê Kurdistanê ji bo Leyla Guven name şandin. Platforma Jinan diyar kir ku çalakiya Guven hêviya azadiyê dide jinan

Platforma Jinan a Hewramî ya li başûrê Kurdistanê ji hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 126 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, name şand.

Jinan di nameya şandin de wiha gotin: “Em weke jinên Hewremanî û Platforma Jinan a Hewramî çalakî û berxwedana Leyla Guven silav dikin. Em berxwedana kesên li dijî tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê pîroz dibînin. Peyama ku Leyla Guven dayî ji bo gelê rûmetek mezin e.

Ev berxwedana ku bi pêşengtiya jinan pêş ketî, her ku diçe mezin dibe. Ev dengê azadiya çar parçeyên Kurdistanê ye. Ev berxwedan hêviya azdiyê dide jinan. Ji ber vê, ji bo ku ev berxwedan mezin bibe, divê têkoşîn bê dayîn.

Em weke jinên Hewramî û Platforma Jinan a Hewramî, ji çiyayên Osalan, Şaho, Jalanu, Text, Jaweru û Lehan piştgirî û piştevaniya xwe parve dikin. Heta ku gelê me di vê berxwedanê de bi ser bikeve, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.” AMED

Dikarî Biecibînî