Li Şehbayê yekemîn car turnûvaya futbolê ya jinan dest pê kir

Komîteya Werzîşê ya Kantona Efrînê yekemîn car li kantona Şehbayê Turnûvaya Futbolê ya Jinên Ciwan da destpêkirin. Di turnûvayê de dê 9 tîm bikevin pêşbirkê. Endamên tîmên futbolê da zanîn ku ew weke jinên ciwan amade ne ku rola jinan a di her qadekî jiyanê de pêş bixin

Komîteya Werzîşê ya Kantona Efrînê, bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekemîn car li Kantona Şehbayê,  Turnûvaya Futbolê ya Jinên Ciwan da destpêkirin. Turnuvaya bi navê ‘Avesta Xabur’, ji du koman pêk tê. Di koma yekemîn de 5 tîm hene û navên wan wiha ne: “Avesta, Dengê Efrîn, Berxwedan, Şêrawa û Agirî.” Koma duyemîn jî ji 4 tîman pêk tê û navên wan jî wiha ne: “Şêrawa, Efrîn, Armanc û Diyar.” Ji bo ku xwendekar ji dersên xwe paşde nemînin, turnuva di rojên înê de tê lidarxistin.

Turnûvaya futbolê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî li ser navê Kongreya Star a Efrînê Naziliye Mihemed  axivî. Mihemed di serî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha got: “Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, cara yekemîne li Şehbayê turnûvaya jinan pêk tê. Jinên ciwan di her qadê de hebûna xwe nîşan didin. Serok Apo jî dibêje: ‘Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî jî biserkevin’.”

Jin rola xwe nîşan didin

Der barê mijarê de hevseroka Yekitiya Werzîşa Demokratîk a Efrîn û Şehbayê Evîn Bîlal û jinên ciwan ên di turnûvayê de dilîzin ji JinNewsê bi Sozdar Oremar re axivîn. Evîn Bîlal da zanîn ku wan 9 tîmên jinan ava kirine  û ev agahî dan: “Em weke jinên ciwan, îro careke din rola ku ciwan di jiyanê de dilîzin nîşan didin. Me 9 tîmên jinên ciwan ava kirin û turnûvaya  Avesta Xabûr dest pê kir. Rêber Apo jinan diparêze û me jî bi boneya rojbûna wî ev turnûva da destpêkirin.”

Ji endamên tîma Agirî, Meryem Bîlal jî diyar kir ku ew weke jin dê di her aliyê jiyanê de hebûna xwe mayînde bikin. Bîlal destnîşan kir ku jin ji tunebûnê, hebûnê diafirîne û dema ku di nava civakê de rola xwe dilîze, civakê pêşve dibe û biserdixe.

Jinên ciwan ji têkoşînê re amade ne

Endama tîma Berxwedanê  Sîdra Memo jî bi lêv kir ku cara yekemîne ku li Şehbayê turnûvaya futbolê ji bo jinan tê vekirin. Memo got ku jin di civaka wan de tune dihat hesibandin û ew jî weke jinên ciwan amade ne ku di her qadekî jiyanê de ji bo ku rola xwe pêş bixin têbikoşin. ŞEHBA

Dikarî Biecibînî