Jinên êzidî dixwazin ji DAIŞ’iyan hesab bi pirsin

Jinên ciwan ên êzidî Hûda Hesen û Jiyan Xelîl Îbrahîm ku demek berê li Baxozê hatibûn rizgarkirina diyar kirin ku hemû çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi serê wan de komkujî anîn niha girtî ne. Jinên êzidî diyar kir ku ew dixwazin ev çete ye di dadgehekê navneteweyî de bên darizandin û ew jî di wan dadgehan de ji DAIŞ’iyan hesab bi pirsin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di encama Pêngava Bagera Cizîrê de li gundê Baxoz ê Hecîn a Dêrazorê dawî li serweriya çeteyên DAIŞ’ê anî. Di encama operasyona dawî ya li Baxozê de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Niha bi giştî 11 hezar DAIŞ’iyên ji 54 welatan cuda, li girtîgehên cuda yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de girtî ne. Rêveberiya xweser dixwaze ku ji bo darizandina DAIŞ’iyan dadgeheke navneteweyî bê avakirina û ev çete bi sûcê şer bên darizandin. Jinên êzidî yên ku hatine rizgarkirin jî dixwazin beşdarî dadgehên ku DAIŞ’iyan dê bidarizînin, bibin. Têkildarî mijarê jinên êzidî Hûda Hesen û Jiyan Xelîl Îbrahîm ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Nazim Daştan re axivîn.

Hûda Hesen (22) ji gundê Ramûsî yê Şengalê ye. Di komkujiya 3’yê tebaxê ya sala 2014’an de li navenda Şengalê dîl hat girtin. Hûda Hesen serpêhatiya xwe wiha vedibêje: “Hêzên li Şengalê em êzidî bi tenê hiştin. Jin û zarok birin Mûsilê. Di gotin; ‘me zilam hemû kuştin. Jin jî weke koleyan ji bo me helalin.’ Bi zorê zarok kirin misilman, di perwerdeyên ol û leşkerî re derbas kirin. Em jî bi zorê kirin misilman.”

Rizgarkirina Şengalê pîroz kirin

Hesen da zanîn ku 2 salan li Mûsilê ma û wiha domand: “Ez firotim emîrêkê DAIŞ’iyan. Piştre jî ez birim Reqqayê û bi emîrekê din re zewicandin. We demê li Qada El Neîm bazarek hebû. Jê re digotin ‘Sûka Sebaya.’ Jinên êzidî li wê sûkê difirotin. Ez jî li wê derê firotim. Bi vî awayî ez bi 5 kesan re zewicîm. Piştre jî ez birim Bab, Heleb, Reqqa, Minbic û gelek cihên din. Demek piştre jî êdî hêviyeke min a vegerê nema bû. Dema em girtî, Şengal hate rizgarkirin. Em 7 jinên êzidî li Mûsilê di malekê de hatibûn hepskirin. Me di televîzyonê de kanalên kurdan temaşe dikir. Me azadiya Şengalê wisa bihîst. Em gelek keyfxweş bûn. Me ji derve çîkolata anî û belav kir. Jineka êzidî ya di nav me de ji wan re got; ‘jinên êzidî, Şengal ji we stend.’ Pir aciz bûn, çêr kirin û li me xistin.”

Dixwaze ji DAIŞ’iyan hesab bi pirse

Di berdewamê de jî Hesen bi lêv kir ku ew dixwaze ji bo darizandina DAIŞ’iyan dadgehek bê avakirin û wiha derbirî: “Herî dawî jî em li Baxozê hatin rizgarkirin. Li wir gelek zarok û jinên êzidî hatin rizgarkirin. Fermanekê mezin bi serê me anîn. Hemû DAIŞ’iyên ku ev yek kir, teslîm bûn. Divê ji wan hesab bê pirsîn. Divê bên darizandin. Ger dadgeh bê avakirin, ez dixwazim weke şahid bêm guhdarkirin û beşdarî dadgehê bibim. Divê jinên êzidî ji wan hesabê bipirsin.”

Di serî de ji tirsê nasnameya xwe negotin

Jiyan Xelîl Îbrahîm (22) jî ji gundê Koço yê Şengalê ye. Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku Îbrahîm dîl digirin, di serî de dibin Mûsilê û ji wir jî dibin Kerkûk, Anbar, Heleb, Reqqa û Babê. Di wê demê de bi 6 kesan re tê zewicandin. Herî dawî jî li Baxozê tê rizgarkirin. Îbrahîm got ku piştî hatiye rizgarkirin, ji ber gotinên DAIŞ’iyan ên weke ‘ger hûn biçin gel wan, em ê we bikujin’, pir tirsiya ku ji HSD’ê re bibêje ‘em êzidî ne.’ Îbrahîm wiha bi dawî kir: “Me êzidiyan gelek êş kişandin. Hemû DAIŞ’iyên ku komkujî pêk anîn, niha girtî ne. Divê ji bo wan dadgehek bê avakirin û hesab jê bê xwestin. Divê hemû cîhan vê bibîne. Wan mirov revandin û qetil kirin. Ez jî dixwazim ji wan hesap bipirsim.”  AMÛDÊ

Dikarî Biecibînî