Di nav 20 rojan de 6 lêpirsîn

Li Cizîra ku zext û girtin qet naqedin, der barê hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç de di nav 20 rojan de 6 lêpirsîn hat destpêkirin

Li Şirnexê di pêvajoya dawî de zext û serdegirtinên malan zêde bûn, gelek kes hatin girtin. Her roj bajar bi binçavkirinên nû şiyar dibe û dawiya lêpirsînên tê vekirin jî nayê. Li hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tunç jî di 20 rojan de 6 lêpirsîn hatin destpêkirin.

Di pêvajoya hilbijartinê de tê de hevserok jî hene bi sedan kes hatin binçavkirin. Bi hinceta îfadeya wê heye bi ser mala Guler Tunç de hat girtin û di vê pêvajoyê de 6 lêpirsîn lê hat vekirin. Tunç a ji daxuyaniyên çapemeniyê bigire heta serdanên şînê li her pêngava wê lêpirsîn hatiye vekirin, îfade da emniyet û dozgeriyê jî.

Sedemên 6 lêpirsînên ku di nava 20 rojan de hatine vekirin wiha ne:

  • Tevlibûna daxuyaniya ji bo Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê li dijî tecrîdê çalakiyek fedaî pêk anî
  • Tevlibûna daxuyaniya ji bo Ayten Beçet a li Girtîgeha Gebzeyê li dijî tecrîdê çalakiyek fedaî pêk anî
  • Bîlboarda kurdî ya li Cizîrê ya di pêvajoya hilbijartinê de
  • Li ser îfadeya şahidekî ku daye
  • Ji ber di komîteya tertîp a Newrozêde cih girtiye
  • Ji ber tev li şîna Mahsum Pamay yê li girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê li dijî tecrîdê çalakiyek fedaî pêk anî. ŞIRNEX
Dikarî Biecibînî