Endama KJAR’ê Yezda Havîn ji bo Guven nameyek şand

Navenda Nûçeyan

Endama KJAR’ê Yezda Havîn bi rêya nameyek hestên xwe bi Leyla Guven ku ev 162 roj in li dijî tecrîdê di grevê de ye, parve kir

Endama Koma Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan (KJAR) Yezda Havîn ji bo hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 162 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, nameyek şand.

Havîn di nameya xwe de wiha got:

“Merhaba hevala hêja

Destpêkê ji çiyayê azad merhaba ji te û hevalên ku bi te re di nav vê berxwedana sedsala 21’emîn de cihên xwe girtine. Em we bi germahiya dilên azad de hembêz dikin û radimûsînin.

Heval Leyla ji bo ez vê nameyê bi hîsên ku te bi me daye hîskirin ji te re binivîsînim, kêliyekê di nava şînaya biharê de geriyam ku hemû bîranînên te zindî, zindî bi bîr bînim. Bihar hatiye, erd şîn bûye, dar bişkivîne, yanî çiya bi xemla biharê xemilî ye. Bayekî bi tava rojê re cemidî dibariya, xişe xişa pelên dara û hejandina gul û çîçekan ku delaliya xwe li tavê dikirin te anî bîra min. Ez ji niha ve lêborîna xwe dixwazim, gelo tu yê bikarîbî bîranîna xwe bi bîr bînî an na! Lê belê ez bawer im ku em ê bên bîra te. Rojekê li Enqereyê civîneke me hebû, keça te hat wê derê. Wexta hejmareke ji 30 jinên ciwan li dora te dît hesûd bû, xwe aciz kir û bi girî got ku ‘te ev keç hemû li dora xwe komkiri ye, te ez ji bîr kirime’, wekî herdemê te keça xwe hembêz kir, ramûsand û got; ‘na keça min, ew hevalên min in, tu tenê keça min î’, bi vê gotinê dilê keça xwe bigur û geş kir, lê rastiyek îfade dikir. Me jî gelek caran delaliya xwe li te dikir. Em ne neheqbûn jî ji ber tu bixwe jiyan bûyî, tu bi xwe teraziya dadgeha heqîqetê bûyî, wexta nîqaşeke heq û kî neheq derdiket me hema xwe digihand te. Te bi ken û heskirina xwe ew enerjiya negatîf dizîvirand enerjiya pozîtîf û hema xala dawî bi kêf û evînî ji me re datanî û bi me dida jibîrkirin. Jixwe te bi vî hawayî bi rolekî şopdarê xwendevendan ku civakek di heskirina dilê xwe de dabû avakirin, pêşengî dikir. Lê îro ne hejmarek ji 30 jinên ciwan civakek ji galaksiya cîhanê ku ji kuna reş kişandiye ronahiya rojê pêşkêşî me dikî.

Te bi berxwedana xwe dîwarên cemidî ku dişibin cemidandina rûyê dagirkeriyê hiland, hesinên ku ruhê koletiyê heps kirine şikand û bi berdêla bedena xwe rûyê şermê rakişand wijdan û adaleta mirovahiyê. Lê îro mirovahî çanda rûpoşên arena dijî; teybetmendiya arena; hinek êrîş dikin, hinek ji bo hebûna xwe biparêzin li ber xwe didin û hinek jî temaşe dikin. Îro jî hikûmeta AKP’ êrîş dike, zindan ji bo hebûna xwe biparêze li ber xwe dide û cîhan jî bêdeng temaşe dike. Bi sedan ciwan li ber sînorê şehadetê ne, her ciwanekî jiyaneke, rengeke li ber çavê cîhanê roj bi roj dihelin. Wexta min ev hevok nivîsand tenê dengek ji dilê man hat û got; ‘mirovahî evqasî ketî ye’ ku 162 roj in dayikek bangawaziya ‘rakirina tecrîdê’ dike, heft ciwan çalakiya fedaî kirin. Ev bêdengî ne bes e, îca cenazeyê wan bi şev nîvê şevê bê malbatan vedişêrin. Diyar e wexta faşîzm berxwedanê dibîne, ji tirsa re hemû qirêja hundirê xwe difûrîne û qutiya pandora ya xerabiyê vedike. Lê di dîrokê de li arena çawa Spartakûs bi ser ket û Roma winda kir, wê îro jî li zindanan berxwêder bi ser kevin.

Heval Leyla min gelekî bêriya te kiri ye, bêrîkirin jî têkildarî nirx û keda te ye. Hele ew kenê ser hinarkê rûyê te ku mirov dikişand hestên heskirina hevaltiya pîroz dide dilê mirov. Em jî bi hestên bêrîkirin û girêdana xwe, bi ruhê berxwedana we soza hîn zêde bilindkirina tekoşîna xwe didin.”

Dikarî Biecibînî