Jinên ÎHD’yî: Spî jî ket lîsteya qedexeyan

Komîsyona Jinan a ÎHD’a Îzmîrê bal kişandin ser tundiya li dijî dayikên girtiyan û diyar kir ku rengî spî ku remza aştiyê ye jî ketiye lîsteya qedexeyan. Her wiha jinan bang kir ku demildest tundiya li ser dayikan bê rawestandin

Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Îzmîrê tundiya polîsan a li dijî dayikên girtiyan çalakî li dar dixin, bi civîna çapemeniyê şermezar kir. Komîsyonê civîn li avahiya komeleyê li dar xist. Malbatên girtiyan û rêveberên HDP’ê destek dan daxuyaniyê. Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya da zanîn ku dayikên girtiyan ango dayikên laçik spî her ku li ber girtîgehan dibêjin aştî tên jopkirin, heqaret li wan tê kirin û bi erdê re tên kaşkirin.

Karakaya da anî ziman ku rengê spî ku remza aştiyê ye jî ketiye lîsteya qedexeyan û wiha got: “Li dijî dayikan li her deverê tundî pêk tê. Her cûre tundî, êrîş û tacîz îşkence ye û îşkence jî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê demildest li vê tundiyê dawî bê anîn.” ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî