Şervana azadiyê û şoreşgera hunerê: Hozan Mizgîn

Pêşenga şoreşa  hunera kurd Hozan Mizgîn di salvegera xwe ya 27’emîn de tê biranîn. Jinên ku şahidî ji xebat û têkoşîna Mizgîn re kirin behsa têkoşîna wê kirin û diyar kirin ku bi hatina Mizgîn re gel bi taybetî jin ji xewa giran şiyar bûne

Di têkoşîna azadiya civaka  kurd de jinên kurd bi pêşengî,fedakarî û cesareta xwe li cîhanê serdemeke nû dane destpêkirin û di vê oxirê de bi hezaran Mizgîn, Delal û Nûjiyanan bi ruheke şoreşgerî û fedakarî di dîrokê de navên xwe nivîsandine. Her cangoriyek xwedî ruheke şoreşgerî û têkoşer bû. Ji her qadên civakê  ciwan û jin mil mil li ber xwe didan û di nav refên têkoşînê de cihên xwe girtin. Yek ji van jî Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) e. Mizgîn bi hunera xwe diket  her mal û dilê kurdan şad dikir û bi klamên xwe diherikî dilê dayikên dil bi êş û jinên berxwedêr.

Mizgîn di sala 1962’yan de li gundê Bileyderê ya girdayî Êlihê ji dayik dibe. Mizgîn piştî darbeya sala 1980’an de têkoşînê nas dike û di nav çeperên berxwedanê de cihê xwe digire. Di heman salan de li bajarê Êlihê tevgera karkeran birêxistin dibe. Mizgîn di wan salan de li gel komeke ciwanan tev li refên PKK’ê dibe. Sala 1980’an de Mizgînê derbasî Ewropayê dibe û li wir pêşengiya xebatên çand û hunerê dike. Mizgîn bi klama “Çemê Hêzil” û “ Gundîno Hawar”  li Kurdistanê gel bandor dike. Klamên Mizgînê tên qedexekirin û gel wê bi qasetên qedexe bi veşartî guhdar dike. Mizgîn di pêvajoya herî zor û zehmet de berê xwe dide Tetwanê û bi sekna xwe ya şoreşgerî û ruhê xwe yê têkoşer jin û gelê Tetwanê bandor dike. Li gel rêxistina Mizgîn gelê Tetwanê êdî bi heqîqetê şiyar dibe. Ji ber şert û mercan bi çarika ku dide serê xwe, xwe digihîjine jinan. Mizgîn êdî li Tetwanê bi nav û deng dibe û di 11’ê  Gulana 1992’yan de di  pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Lê piştî Mizgîn jin xwedî li têkoşîna Mizgîn derdikevin û serdemeke nû dest pê dike. Mizgîn di salvegera xwe ya 27’emîn de tê bîranîn.

‘Bi Mizgîn re gel ji xew şiyar bû’

Jinên ku şahidî ji têkoşîna Mizgîn re kirine, têkildarî kesayet û têkoşîna Mizgîn axivîn.

Jina bi navê Mecbure Kaplan diyar kir ku Mizgîn bi dengê xwe û têkoşîna xwe li Kurdistanê serdemeke nû da destpêkirin û wiha got: “Ez Mizgîn di salvegara wê ya 27’emîn de bi rêzdarî bi bîr tinim. Bi rastî Mizgîn jineke pir çeleng û zana bû. Ew sekna wê ya şoreşgerî û cesareta  wê mirov bandor dikir. Jineke azad û serbixwe bû Mizgîn. Ew sala ku wê li vir jin birêxistin dikirin, bi rastî salên zor û zehmet bûn. Zehmetiyan tu caran çavê wê netirsand û her tim li dijî zehmetî û neçariyê alternatîfên wê hebûn. Xebatên xwe pir bi baldarî û bi disîplin didan meşandin. Li Tetwanê her kesî ew nas dikir. Her kes li dijî wê hewlêdan û têkoşîna wê matmayî dima. Mizgîn ne tenê li Tetwanê, li Serhedê guhertineke şoreşgerî pêk anî. Ji Tetwanê heta Mûşê her jinek pê bandor bû û gel bi Mizgîn re ji xewa giran şiyar bû. Her jinekê navê Mizgîn li zaroka xwe kir. Mizgîn li hemberî têkoşînê pir zêde dilsoz û dildar  bû. Her tim klam digotin û têkoşîna xwe bi moral û kelecaneke mezin dida meşandin. Tu carî gilî nedikir û her der welatê wê bû. Bi çarika serê xwe mal bi mal digerî jin birêxistin dikirin. Herkes li dijî vê hewlêdana wê matmayî dima. Li gel hatina Mizgîn li vê herêmê serdemeke nû dest pê kir “

Heta dawiyê li ber xwe da

Kaplan di dawiya axaftina xwe de roja şehîdbûna Mizgîn kir û ev tişt anî ziman: “Mizgîn ne tenê şoreşger, di heman demê de hunermed jî bû. Mirov çiqas jê klam bixwetiba wê nedigot na her tim bi kêfxweşiyeke mezin klam digotin. Ne pêwîst bû ku Mizgîn bi seatan xeber bida ji xwe mirov ji sekna wê û rûniştina wê bi bandor dibû. Tirsa Mizgîn tune bû. Dema ku şehîd ketî jî Mizgîn dîl girtinê qebûl nekir û heta dawî bi tena serê xwe bi seatan li ber xwe da û herî dawî jî çalakiya fedaî pêk anî. Pir girêdayî têkoşînê bû. Ew roja ku Mizgîn jiyana xwe ji dest da Tetwan tev rabû ser pêyan û bi tevlibûna bi hezaran li ser wesiyatê wê li Tatwanê hate definkirin. Goristana wê hate dorpeçkirin û heta ku leşker jî ji vê çalakiya Mizgîn bi bandor bibûn. Hêjî gora Mizgîn ji aliyê jinan ve tê ziyaretkirin.”

‘Niha bi hezaran Mizgîn hene’

Yek jê jina ku şahidî ji têkoşîna Mizgîn re kiriye Fatma Sezer e. Sezer destnîşan kir ku Mizgîn bi berxwedan û têkoşîna xwe bi rastî ji jinan re bûye mizgîn û wiha axivî: “Heta ku Mizgîn nehatî em pir zêde di bin desthilatdariya mêran de bûn. Di wan salan de qetilkirin û tundiya li dijî jinan di asta herî bilind de bû. Mizgîn hat rewş guherî. Li gel hatina heval Mizgîn em jin pir bi cesaret û bi hêz bûn. Mizgîn şêr bû. Rêxistineke wisa dikir ku haya kesî pê nedibû. Dawiyê pê hesiyan êdî Mizgîn tiştê ku armanc kiribû pêk anîbû û gel bi rêxistin kiribû.  Gihiştibû mîrazê xwe. Niha bi hezaran Mizgîn şopdarên têkoşîna Mizgînê ne. Mizgîn bû destan, leheng û pakrewan ew her tim  hebû û dê her tim jî bi deng û têkoşîna xwe bi me re be.”  Zeynep Durgut / JINNEWS – BEDLÎS

Dikarî Biecibînî