Seknek ji stûna bi rûmet a têkoşînê: Leyla Qasim

Jina kurd a berxwedêr Leyla Qasim ku hemû rengên kurdistanî di dilê xwe de vehewandiye 45 sal berê dema ku çû sêdarê bi dilekî pak û rewan sirûda ‘Ey Reqîb’ xwend. Li dijî înkar û zilma sedan salan wê li Mezopotamyayê strana azadiyê bi lêv kir. Ew bû şilêrên rengîn ên sembola Kurdistanê û bû sembola seknek ji stûna bi rûmet a têkoşîna jinên kurd

Di dîroka gelê kurd de gelek lehengên jin ên berxwedan ji xwe re wekî rêya azadiyê hilbijartine navê xwe di nava rûpelên rûmetê de nivîsandine. Jinên kurd ên bi hêvî û doza xwe rêya ronî li ber gelê kurd xistine û çong ji dijminê xwe re daneniye îro bi dilekî germ tên bibîranîn. Yek ji jina kurd a têkoşîn wekî rêya rûmetê dîtiye û bûye sedema hişyariya gelê kurd, Leyla Qasim e. Gotina wê ya ‘Min bikujin, lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd ji xewa giran şiyar bibin’ wek çirayek geş di dîrokê de cihê xwe girt û ji jinên kurd re pêşengî kir.

Jina kurd a berxwedêr Leyla Qasim di sala 1952’yan de li Xaneqîna başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Ew di nava malbatê de keça bi tenê bû.  Serhildêr û ji dil bû. Bavê Leyla cotkarî dikir. Dibistana navîn li dibistana bi navê Wend xwend û serkeftî bû. Leyla di zarokatiya xwe de gelek zindî bû. Tevî ku malbatek xizan bûn jî bavê Leyla dixwest ew bixwîne. Piştî dibistana seretayî wê tevî malbata xwe ji ber xizaniyê di sala 1958’an de koçî Bexdayê kir. Wê her dem parastina doz û têkoşîna gelê kurd ji bo xwe peywirek gelek girîng û mezin didît. Wê dibistana amadekariyê li Bexdayê qedand. Piştre beşa Civaknasiyê ya Zanîngehê qezenç kir. Leyla dema 20 salî bû Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek nivîsand. Wê gotara xwe li ser dijminatiya Seddam Husên a li dijî gelê kurd nivîsand û ji ber vê hedef hat girtin.

Têkoşîna Leyla ya di nava yekitiya xwendekaran de

Di sala 1972’yan de di nava bajarê Bexdayê de liv û tevger û têkoşîna Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê tevî zextên îstixbarata Baas’ê ya Iraqê her ku diçû zêde dibû.  Wan salan piraniya hêz û şoreşa kurdan di bin rêbertiya P.D.K.I.  de li çiyayên başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bo wê jî dema Leyla Qasim dît ku herkes dibêje; kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne, lê Leyla biryar da ku tevî xwendevanên ciwan bi awayekî çalaktir û berfirhetir xebata xwe ya kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bike.

Beşdarî pêşmergeyan bû

Leyla di serdema ku beşdarî nava yekitiya xwendekaran bû biryar da ku beşdarî pêşmergeyan bibe. Dema Leyla beşdarî pêşmergeyan bû wê demê li başûrê Kurdistanê pêvajoyek hesas hebû.

Ji bo balê bikşîne ser komkujiya li ser gele kurd balafir revand

Di 1974’an de Rejîma Baasê li dijî gelê kurd şerê xwe mezintir kir. Malbatên kurd ji Bexdayê derxistin. Rejîma Iraqê bajarê Qeladizê bombebaran kir. Gelek kurd di encama bombebaranê de hatin qetilkirin. Leyla Qasim a ku ji bo balê bikişîne ser komkujiya li dijî gelê kurd balafir revand, di 24’ê Nîsana 1974’an de hat girtin. Dema li girtîgehê bû bi îşkenceyên mezin û dijmirovî re rû bi rû hat hiştin. Bi biryara Sedam Leyla û 4 hevalên xwe di 13’Yê Gulana 1974’an de hatin darvekirin.

Li gorî daneyan Leyla piştî  ku di bin çavdêriya îstîxbarata dewletê de bûye jî bi wêrekî bersiva pirsyarên karbidestên dewletê daye û di dadgehê de li rûyê dadgerê baasî  bi dengekî bilind wiha gotiye: “Min bikujin lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran kurd wê ji xewa giran şiyar bibin, ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”

Gelek malbatan navê Leyla li zarokên xwe kirin

Leyla bi hewldana xwe ya ji bo doza azadiya gelê kurd û Kurdistanê bû sembol û mînak. Wekî rengên keskesorê di dilê kurdan de hat neqişandin. Gelek malbatên kurd di bin bandora têkoşîna Leyla Qasim de man û navê zarokên xwe kirin Leyla. Gelek zarokên ku navê Leyla girtin bi hêz û îradeyek xurt mezin bûn û di rêya têkoşîna Leyla de dimeşin.

Ji bo Kurdistanê de canê xwe feda kir

Ji ber ku Leyla jinek jêhatî û serbixwe bû loma vê yekê Rejîma Baasê tirsand. Di demek kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî kir. Leyla her çend  hatibû îşkencekirin jî ji bo ku dilê gelê kurd şa bike û her wiha dilê dagirkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî geş û bi kenê saf û pak, ber bi sêdarê ve meşiyaya û nehiştiye ku çavên wê bigirin, destên wê jî girê bidin. Leyla di 22 saliya xwe de hat darvekirin. Dema ku Leyla hat darvekirin xeber jî nedabûn malbata wê. Lê Leyla wasiyetek ji dayika xwe re kiribû. Leyla ji dayika xwe re gotibû: “Dayê tu xem neke ez jinek têkoşer im. Ez ji bo gelê kurd û Kurdistanê li ber xwe didim. Duh Seddam û hinek kes li gel wî hatin vê derê. Wan digotin qey ew ê min bixapînin. Ji bo ez dev ji têkoşîna xwe berdim teklîfên aborî ji bo min kirin. Lê min ji wan re got ku ez ne bê rûmet im ku van teklîfên we qebûl bikim. Ez ê canê xwe ji bo doza Kurdistanê feda bikim. Dayê bi mirina min dê gelek kurd hişyar bibin.”

Her wiha Leyla ya ku porê wê ji rengê şevê ji bo dayika xwe gurzek porê xwe wekî diyarî dişîne.

Helbesta Cegerxwîn a ji bo Leyla Qasim

Leyla Qasim bi sekna xwe ya bi rûmet bû mijara helbestên helbestkarên kurd ên hêja. Helbestkarê nemir Cegerxwîn di helbest xwe de pesnê têkoşîna Leyla dide.

Helbesta Cegerxwîn a ji bo Leyla Qasim wiha ye:

“Leyla

Şêr, şêr e, mêr e yan jin e

Nîşan bi dest, Leyla min e

Polaye dil wek asin e

 

Leyla kî ye?

Leyla jin e.

Leyla min e.

Leyla min e…

Leyla keça Mît û Meda

Canê xwe da di ber me da

Bijîn heçî ko canfida

Xweş bin ji te jar û geda

 

Leyla kî ye?

Leyla jin e.

Leyla min e.

Leyla min e…

Divêm li pey te bêm e jî

Çibkim bi vê jîna rijî ?

Xwînê nerejî napijî

Leyla bijî, Leyla bijî !”

Çavkanî: JINNEWS / Roza Metîna

Dikarî Biecibînî