Dayikên Başûr êrîşên li ser dayikên Bakur şermezar kirin

Dayikên başûrê Kurdistanê êrîşên polîsên dewleta tirk ên li ser dayikên bakurê Kurdistanê şermezar kirin û piştgiriya xwe anîn ziman

Çalakiyên greva birçîbûnê bêdem û bêdorveger ên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, li Kurdistan û seranserê cîhanê dewam dikin. Bi taybetî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Herî dawî 30 girtî li dijî bêdengiya dewleta tirk dest bi rojiya mirinê kirin. Dayikên bakurê Kurdistanê yên ku zarokên wan di çalakiyê de ne, her roj di nava berxwedanê de ne û piştgiriya zarokên xwe dikin. Lê polîsên tirk bi hovane êrîşê dayikan dikin.

Dayikên başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana dayikên Bakur anîn ziman û êrîşên polîsên dewleta tirk ên li ser dayikan şeremzar kirin.

 

Dayikê bi navê Seede Nasir diyar kir ku rejîma baasê jî di dema xwe de êrîş bir ser malbatên pêşmerger û şehîdan û da zanîn ku rejîmê hemû karesat bi ser kurdan aniye, Enfal û komkujiyên din pêk aniye û wiha got: “A ku niha dewleta tirk jî dike heman kiryarên dema rejîma baasê ne. Ev 21 sal e Rêber Apo di Girava Îmraliyê de tê ragirtin, her wiha kurdek li ku derê hebe û navê kurdîtiyê li ser hebe rastî êrîşan tê. Xwezî min bikariya li gel dayikên ku li bakurê Kurdistanê di nava berxwedanê de ne bûma û piştgiriya wan bikiribam. Ez çalakiya Leyla Guven jî pîroz dikim. Qamişlo, Mahabad, Amed û Hewlêr hemû yek in, dijminê kurd û Kurdistanê jî yek in. Ji bo vê jî divê em hemû têkoşînê bikin.”

Divê em têkoşîna dayikan bilind bikin

Di heman mijarê de dayikê bi navê Behê Rauf jî ev tişt anî ziman: “Ez êrîşa polîsên dewleta tirk ên li ser dayikên Bakur şermezar dikim. Rejîma Tirkiyeyê jî wek rejîma Sadam Huseyîn e. Heman tiştan dike. Em bi hemû hêza xwe piştgiriya dayikên li Bakur di nava berxwedanê de ne dikin. Erka me ew e ku em alîkariya wan bikin û têkoşîna wan bilind bikin.” SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî