‘Çi pêwîst be em ê bikin’

Meclisa Yekitiya Jinên Azad a li Ermenistanê têkildarî tecrîda li ser Ocalan û berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê daxuyaniyek da

Li paytexta Ermenistan Erîvanê, Meclisa Yekitiya Jinên Azad (YJA) bi daxuyaniyek bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê.

Seroka Yekitiya Jinên Azad Tamar Kalaşyan bi navê meclîsê daxuyanî da. Kalaşyan diyar kir ku jinên kurd ên li Ermenistanê tecrîdkirina Ocalan qebûl nakin û wiha got: “Hevdîtina parêzeran a bi rêberê me re em kêfxweş kir lê belê ev nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Dewleta tirk a faşîst dixwaze komployên xwe bidomînin.”

Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî dayikên kurd hate şermezarkirin û hat gotin ku ew li ser navê jinên kurd ên li Ermenistanê nêzikatiya dewleta tirk a li hemberî dayikên kurd şermezar dikin û hat destnîşankirin ku li dijî vê yekê çi pêwist be ew amade ne ku bikin.

Her wiha daxuyanî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû. ERÎVAN 

Dikarî Biecibînî