Ji jinan banga tevlêbûna çalakiya ‘#JiBoJiyanaLaçikaSpî’

Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya dayikên ku ji bo daxwazên zarokên xwe dadikevin kolanan û rastî êrîşên polîsan tên dê sibê dakevin qada Şîşhaneyê

Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya dayikên ku ji bo daxwazên zarokên xwe dadikevin kolanan û rastî mudaxaleya polîsan tên, dê sibê saet di 19.00’an de bi dirûşma ‘#JiBoJiyanaLaçikaSpî’  dakevin qada Şîşhane ya Stenbolê û êrîşa polîsan şermezar bikin. Jinan bang kirin ku sibê saet di 19.00’an de li Qada Şîşhaneyê kom bibin û piştevaniya xwe xurt bikin. Jinan xwest ji bo tundiya li dijî dayikên ku bi mehan in li kolanan dengê xwe bigînin zarokên xwe, li Parka Koşuyolu, Kugulupark, Gebze, Bakirkoyê rastî tundî û êrîşa polîsan tên, şermezar bikin û piştevaniya Dayikên Aştiyê, piştevaniya xwe xurt bikin. Jinan anîn ziman ku ew heza xwe ji piştevaniya jinan digirin û bi îsyana xwe li dijî bê edaletiyê dengê xwe bilind bikin. STENBOL

Dikarî Biecibînî