Jinên swîsreyî piştî 28 salan dikevin greva mezin

Jinên swîsreyî xwe amade dikin ku bi daxwaza mûçeyê wekhev piştî 28 salan dê di 14’ê hezîranê de bikevin greva mezin û neçin kar

Nêzî nîv milyon jinên Swîsreyî piştî 10 salan wekheviya navbera zayendan di Destûra Bingehîn de hate bicihkirin di 14’ê hezîrana 1991’an de li dijî newekheviyê daketin qadan.

Piştî 28 salan jinên swîsreyî li gorî mêran ji sedî 20 kêmtir mûçeyan werdigirin.

Di pîşeyên şert û mercên wekhev de jî bi rêjeya ji sedî 8 mûçeyên jinan ji yên mêran kêmtir e.

Piştî grevên mezin ên jinan ên li Spanya, Îzlanda û Belçîkayê, jinên swîsreyî jî ji bo wergirtina mafên xwe dê bi dirûşma ‘Hîn bêhtir dem, hîn bêhtir mûçe û hurmet’ di 14’ê Hezîranê de bikevin greva giştî.

Jin dê bi daxwaza wekheviya mûçeyan, diyarkirina mûçeyê kêmtirîn û pêşîgirtina li tundiya zayendî dakevin qadan. CENEVRE 

Dikarî Biecibînî