Şervana radîkal: Emily Davison

Di sedsala 20’emîn de li Qraltiya Yekbûyî ji bo jin bibin xwedî mafê ku karibin dengê xwe bi kar bînin, Emily Davison têkoşîn da û bû şervaneke radîkal a ji bo mafê hilbijartinê. Di heman demê de Emîly yekem sufrajeta ji bo doza xwe mirin daye ber çavên xwe ye

Li Îngilistanê jinan piştî têkoşîneke radîkal mafê xwe yên tevlibûna hilbijartinê bi dest xistin. Di sedsala 20’emîn de pêşengên vê têkoşîna radîkal Sufrajetan bûn. Sufrajetan bi rêya berxwedana pasif, mudaxelekirina civînên cemawerî û grevên birçîbûnê bûn pêşengên berxwedanê. Yek ji van sufrajetan Emily Wilding Davison bû. Davison ku aktîvîsta mafê hilbijartinê yanî sufrajeta ji bo doza xwe mirinê da ber çavê xwe, di çalakiyên xwe de 10 caran hat binçavkirin û 8 caran ket girtîgehê, ji van girtinan de 7 caran ket greva birçîbûnê û 49 caran rastî fezkirina xwarina bi darê zorê bû.

Emily Wilding Davison di 11’ê Cotmeha 1872’yan de li Blackheatha Londrayê ji dayik bû. Li Zanîngeha Oxford’ê ya Royal Holloway College xwend. Di 1906’an de beşdarî Yekitiya Jinan a Civakî û Polîtîk (WSPU) bû. Piştî 3 salan dev ji pîşeya xwe ya mamostetiyê berda û ji bo mafê jinan a hilbijartinê têkoşiya. Emily 8 caran ket girtîgehê û tev li protestoyên ji bo mafê hilbijartinê yê jinan bû.

Ket greva birçîbûnê

Emîly di 1906’an de tev li Yekitiya Polîtîk û Civakî a Jinan (Wmen’s Social and Political Union/ WSPU) bû û dest ji mamostetiyê berdan û jiyana xwe da ser aktîvîteyên yekitiyê. Emîly têkoşîn da û bû mîlîtan. Di 1909’an de meha adarê de yekem car hat girtin û berdan. Emîly di meha cotmehê de dîsa hat girtin û ket greva birçîbûnê. Rastî îşkenceya xwarina bi darê zorê hat.

Ji gelek rojnameyan re derbarê armanca WSPU de name nivîsî û di The Manchester Guardîan de 12 nameyên wê hatin wşandin, di navbera 1911-1913’yan de di çarçoveya kampanyaya nivîsandina nameyan de ji 50’yî zêdetir rojnameyê re nêzî 200 nameyan nivîsî.

 Xwe avêt ber hespa qral

Di 4’ê Hezîrana 1913’yan de Pêşbaziya Hespan a Kraliyetê hebû û Qral û Keybanuyê li hîpodromê cihê xwe girtibûn. Emîly di carekê de xwe avêt pişta pêşbirkê û derket pêşberî hespa Qral V. Goerge. Jokey hespa xwe neda sekinandin û Emîly di bin hespa pêşbirkê de ma. Li gorî şahidan Emîly gotina ‘Suffrage’ qêriyaye. Emîly a li nexweşxanê hat dermankirin, piştî têkoşîna jiyanê ya 4 salan di 8’ê Hezîrana 1913’yan de jiyana xwe ji dest da.

Dema Emîly xwe avêt parkurê, fîlma pêşbirkê dihat kişandin û hemû cîhanê ev sahne dît. Armanca Emîly û sufrajetan ev bû ku mafê hilbijartinê yê jinan bê dayîn û ji bo vê çalakî hedef kir. Li gorî damezerînera WSPU, Emmelîna Pankhurst, Emîly Davîson di wê baweriyê de bû ku wijdana mirovahiyê dema ku kesek bimire, wê rabe ser pêyan. Ji ber vê ev întîxar plan kiriye. Li gorî polîsan jî ev ne întîxar, bêşenstiyek bûye.

Cenazeyê wê di 14’ê Hezîranê de birin Londonê. Merasîmeke ku bi hezaran kes tev li bû pêk hat. 50 hezar kesî derbasbûna cenaze û merasîm temaşe kirin. Cenazeyê wê piştre bi trenê birin Nescastle Upon Tyne. Roja din bi tevlibûna hezaran kesî hat definkirin. Li ser gora wê jî dirûşma WSPU ‘Ne gotin, çalakî!’ hat nivîsandin.

Bû şehîda têkoşîna mafê hilbijartinê

Ji bo bîranîna Emîlîy opera, stran hatin nivîsandin û bû mijara lîstinên şano û fîlman. Li pîsta pêşbirkê plaket hatin daliqandin. Li Pirtûkxaneya Zanîngeha Londonê navê Emîly Davîson hat dayîn. Emîly wek şehîda têkoşîna mafê hilbijartinê ya jinan di dîrokê de cihê xwe girt.

Çavkanî: JINNEWS

Dikarî Biecibînî