Li Enqereyê Mihrîcana Keda Jinê dest pê dike

Mihrîcana Keda Jinê ya Enqereyê îsal dê di 28’ê hezîranê de dest pê bike û heta 30’ê hezîranê berdewam bike. Di mihrîcanê de jin dê berhemên xwe yên keda destan pêşkeş bikin û dê gelek çalakiyên cuda bên lidarxistin

Mihrîcana Keda Jinê ev sê sal in ji aliyê Şaredariya Çankaya ya Enqereyê ve tê lidarxistin. 3’yemîn Mihrîcana Keda Jinê jî dê di 28’ê hezîranê de li Parka Ahlatlibel a Ataturkê dest pê bike. Di vekirina mihrîcanê de hunermend Sertab Erener jî dê derkeve ser dikê. Tê payîn ku nêzî 500 jin dê beşdarî mihrîcanê bibin û berhemên xwe yên bi keda destan pêşkeş bikin û bifiroşin. Şaredariya Çankayayê jî dê hemû dahatûyên mihrîcanê bide jinan.

Tê payîn ku mihrîcan dê saet di 10.00’an dest pê bike û heta saet saet 16.00’an jî dê bidome. Di mihrîcanê de Ezgî Eyuboglu jî dê konserê bide. Di saet 20.00’an de jî Sertab Erener dê derkeve ser dikê.

Mihrîcan dê di 29’ê hezîranê de bi çalakiyên cuda heya saet 12.00’an dê bidome. Piştre jî dê Canan Anderson, Orkestra Gîrls a Stenbolê û Serenad Bagcan konseran bidin. Di 30’ê hezîranê de jî dê mihrîcan saet di 12.00’an de dest pê bike û di saet 20.00’an de jî dê bi dawî bibe. Di roja dawîn a mihrîcanê de Îlknûr Yakupoglu û Orkestraya Modern Ankara dê derkevin ser dike û Kalben jî dê konserê bide. ENQERE

Dikarî Biecibînî