Dîrok bi navê Leylayan hatiye nivîsandin

Li hember dagirkeriya hezar salî, li hember cureyên îşkenceyê, li hember tecrîdê Leylayan serî hildan û di dîrokê de bûN numûneya jinên Kurd ên azad. Di her nifşekî de jinek xwedawend û pêşeng mohra xwe li dîroka mirovahiyê da. Di dîroka gelê kurd de gelek lehengên jin ên berxwedêr têkoşîna azadiyê ji xwe re wekî rêya azadiyê hilbijartin û navê xwe di nava rûpelên dîrokê de nivîsandin. Mîna Leylayan. Li Xaniqînê Leyla Qasim, li Silêmaniyê Leyla Welî, li Licê Leyla Şaylemez û îro li Amedê Leyla Guven wekî xeleka azadiyê hevdû temam dikin û her yekê bi nameyek ji dîrokê re gotin ‘Ez Leyla me.’

Leyla Qasim di sala 1952’yan de li bajarê Xaneqîn ê başûrê Kurdistanê di nava malbatek welatperwer de çavê xwe li cîhanê vedike. Di salên xwendinê de hîn zêdetir ser bindestiya welatê xwe lêhurbûn dike. Bi hevalên xwe yên xwendekar re hewl didin ji bo şiyarbûna gelê kurd çalakiyên bi bandor pêk bînin. Dema ku li paytexta Iraqê Bexdayê beşa civaknasiyê dixwend, hîn zêdetir ser rastiya civakan û bindestiya kurdan disekine. Di 1974’an de rejîma Baas’ê li dijî gelê kurd şerê xwe mezintir kir. Malbatên kurd ji Bexdayê derxistin. Rêjîma Iraqê bajarê Qeladizê bombebaran kir. Gelê kurd di encama bombebaranê de hatin qetilkirin. Leyla Qasim a ku ji bo balê bikşîne ser komkujiya li dijî gelê kurd balafir revand, di 24’ê nîsana 1974’an de hate girtin. Dema li girtîgehê bû rastî cureyên îşkenceyên mezin hat. Bi biryara Sedam Husên Leyla û 4 hevalên xwe di 13’yê gulana 1974’an de hatin darvekirin. Leyla serî li ber dijmin netewand û daxwaza cil û bergên nû ji malbata xwe kir. Wê demê êdî Leyla wekî ‘Bûka Kurdistanê’ hate naskirin.

Leyla Welî Huseyîn a bi nasnavê Viyan Soran a ku ji Eşîra Caf a başûrê Kurdistanê, piştî kûrbûna demeke dirêj di 2’yê Sibata 2006’an de bi armanca şermezarkirina komploya dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir.

Viyan Soran jina ku tu carî irf û adetên civakê taybet ên eşîreya ku azadiya jin dorpêç dikirin û di nava çar dîwarên mala de dihiştin da ku wê bizewicînin û tenê bi mal û zarokê re mijûl bibe, qebûl nedikir û hember koletiya hezarê salan serî hilda û ber bi çiyayên Kurdistanê ve çû.

Viyan çarenûsa xwe bi hêz û îradeya xwe ya wekî jineke dixwaze tama azadiyê bijî, diyar kir. Tu carî koletî û bindestî  qebûl nekir û xwest bibe hêviya tevahî jinan ku ji aliyê civakê ve hatine fetisadin. Viyan jiyaneke nû ji jinan re afirand ku çawa hember neheqiyê û koletiyê serî hildin û çarenûsa xwe wekî jin bi xwe diyar bikin û nebin qurbaniya paşverûtiya civakê û zihniyeta desthilatdar.

Leyla Şaylemez a bi nasnava Ronahî ya ji nişfa sêyemîn a jinên azad, evîndara welat û gelê xwe bû. Leyla bi rengekî çalak li Ewropayê ji dil û can li dijî zilm û neheqiyê di nava liv û tevgerê de bû û xebatên siyasî yên Tevgera Azadiya Kurd dikir. Leyla ji gel taybet ji jinên kurd re bû çirûska azadiyê û şevên tarî ronî kir. Leyla jiyana xwe xist xizmeta biserketina doza gelê kurd heta kêliya dawî jî têkoşiya. Wê di rêya têkoşîna ji bo azadiya kurd de jiyana xwe ji dest da.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokartîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven gihaşt armanca xwe. Berxwedana Leylayê çareya aşîtiyê bû. Leyla Guven bi hêz, îrade, fedakarî bû dengvedana gelê azadîxwaz.

Heger em li rûpelên dîrokê vegerin dê were xuyakirin xwezaya jina pêşeng, jina xwedawend her dem jiyanek azad û aştîxwaz daye afirandin. Pergalên desthilatdar mafê jinê binpê kirine û li beramberî wê jî jinên xwedawend serî hildane. Ev serîhildan bi têkoşîna Leylayan heta roja îro hatiye.  Ronîda Hacî / JINNEWS

Dikarî Biecibînî