Sema Yuce bi agirê bedena xwe ji îxanet û komployê re bû bersiv

Navenda Nûçeyan

Min dixwest ne tenê di cewher de di pratîkê de jî ji çalakiya bêhempa ya xwedawenda me ya azadiyê rêheval Zîlan re bibim bersiv. Lê di şert û mercên zindanê de ev yek ne pêkan e. Azweriya min a azadiyê gelek mezin e. Ji bo vê azweriyê veguherînim hêza jiyanê, hebûna xwe diyarî Rêber Apo dikim. Jin, çirûskên agirê kurdên arî ne. Jinên ku bikaribin xwe ji xweliyan ji nûve biafirînin û bibin çirûska vê yeke, dê wê demê bibin parastvanên Kurdistana azad

Jinên kurd ji dîrokê heta niha agirê azadiyê wek kiras li bedena xwe pêçane û bi vîawayî bûne afirîner û xwedawendên jiyana azad. Jinên xwedawend ku bi agirê bedena xwe ji bo jinên kurd bûn meşaleya heqîqetê, bûn tov û ketin dilê hemû jinên têkoşer. Yek ji van jinan ku bi agirê bedana xwe bersiv da îxanet û komployên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Sema Yuce ye.

Sema Yuce di 21’ê Adara 1998’an de (di Newrozê) li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî komploya ku li ser Ocalan bedena xwe da ber agir û bi vî awayî Yuce di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bû pirek ji agir. Yuce berî ku çalakiya xwe pêk bîne nameya li dû xwe hişt, di nameya xwe de bi van hevokan azweriya xwe ya azadiyê tîne ziman: “Ez ji bo bibim xwendekarek baş a Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û hemû şehîdan; dixwazim wek Zekiye bişewitim û wek Rahşan jî bibim Newroz. Jin, çirûskên agirê kurdên ku bûne arî ne. Jinên ku bikaribin xwe ji xweliyên xwe ji nûve biafirînin û bibin çirûskeka vê yekê, dê wê demê bibin parastvanên Kurdistana azad.”

Sema Yuce ku di şeva 21’ê Adarê de bedena xwe da ber agir û di 17’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da, li dû xwe jinên ku bi ruhê Newrozê re bûne yek hişt û bû yek jî sembola têkoşîna azadiyê jinan.

Tevlibûna PKK’ê

Sema Yuce di sala 1971’an de li gundê Qerqelik a girêdayî navçeya Dutexa Agiriyê, di nav malbateke ku ji kevneşopiya şêxan tê de, tê dine û 6 xwişk û bira ne. Yuce dibistana seratayî û navîn li gundê xwe û lîseyê jî li Agiriyê dixwîne. Piştî qedandina lîseyê Yuce li Zanîngeha Ortadogu Teknîkê beşa sosyolojiyê dixwîne. Li zanîngehê tevgera azadiyê nas dike, di nav tevgerê de rolake aktîf digire û di sala 1991’an de li Mêrdînê tev li refên PKK’ê dibe. Yuce piştî demekî mayîna li herêma Mêrdînê, ji bo perwerdeyê derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe. Li Akademiya Mahsum Korkmaz cara yekem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike û nirxandina Ocalan a ‘Mîlîtanên herî baş mirovên ku bikaribin xwe bi rêxistin bikin e’ ji xwe re dike hêman, di sala 1992’yan de bi komek hevalên xwe re berê xwe dide Eyaleta Serhedê.

Yuce li Serhedê xebatên aktîf dide meşandin û piştî demekî ji bo xebatên rêxistinî derbasî bajarê Agiriyê dibe, piştî 3 mehan li ser îxparekî tê girtin. Yuce piştî lêpirsîneke dirêj, derdikeve pêşberî dadgehê û ji ber parastina siyasî 22 salan ceza lê tê birîn. Destpêkê wê dişînin Girtîgeha Nevşehîrê û piştî Nevşehîrê sirgunê Girtîgehan Çanakkaleyê dibe. Piştî 6 salan li girtîgehê dimîne, li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê, di sala 1998’an de xeta Zîlan ji xwe re dike bingeh û li dijî esaret, înkar û tunekirinê di 21’ê Adarê de bedena xwe dide ber agir. Sema Yuce piştî dermankirina 80 rojan a li Nexweşxaneya Cerrahpaşayê ya Stenbolê, di 17’ê Hezîranê de bi çirûska agirê bedena xwe tev li karvanên şehîdên azadiyê dibe.

Berî ku Yuce çalakiya xwe pêk bîne nameyeke ku xîtabê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê kurd, hemû jinan û gelên cîhanê dike, dihêle.

Naveroka nameya Sema Yuce wiha ye:

Afirînerê hindekarê têkoşîna civakî ya roja meya îro Serokê giştî yê partiya me,

Ji Rêberê neteweya me Serok Apo re!

Ez di sala 1971’an de li Agiriyê hatim dinê. Di nav partiye de min navên Leyla û Serhildan bi kar anîn. Ez yek jê zaroka ku malbata wê çi bi temamî entegreya rejîma TC bû û çi bi tememî bûn parêzvanên nasmeya kurd im. Malbata min her çiqas li herêmê ji ber sedema rewşa olî û mertebeya şêxitiyê di nav civakê de bibûn navenda moralê jî lê di roja me ya îro de ne xwedî îdiayeke civakî ne. Her çiqas aliyekî welatparêziya malbata min hebe û di nav malbatê de apê minê mezin min bi navê Leyla Qasim gazî min bike jî, ew şopên ku di salên 70’yan de tenê di nav hişê min de sînordar mabû encax di salên 90’î de min gihand têkoşîna girseyî.

Min hemû nakokiyên ku di şexsê malbata min de bûn şahidê pevçûnên rastiyên kurdbûnê dîtin. Ev nakokî herî dawî bi dîtina perwerdeyên di saziyên Kemalîzmê de berfireh bûn. Bi taybetî di encama bandora çanda emperyalizmê ya zanîngehê û jiyana ku pêşkeşî jinan dikirin de, li dijî xeyalên xwe yên zarokatiyê ketim nav lêgerîna heqîqetê. Ji ber ku min xwe li ser esasa rêxistinbûneke baş xwe bi rêxistin nekir, ev jî bû sedem ku min xwe ji kevneperestiyên di kesayeta xwe de derbasnekirin. Di heman deme de tevî hêrsa min a li dijî koletiya di nav civakê û qadên têkoşînê de zêde bû jî dîsa jî min li dijî ferzkirinên desthilatdariya mêr, sekneke xurt neda nîşan. Her gavên ku min ji bo raperînê diavêtim jî dibûn sedema sekneke bindestiyê. Ji ber wê bi temamî bi civakê re nebûm yek.

Min di sala 1988’an de li zanîngehê têkoşînê nas kir. Min hemû detayên têkoşîna 10 salan û kesayetiya xwe li jor min bi kurtasî anî ziman. Dema wek keçeke kurd li dû xwe dinêrim, dibinim ku di rêya ku diçe azadiyê de her jinên kurd û gelê kurd heta her mirov heman kêmasiyan jiyane. Lê tu carî di cihê xwe de nemam. Hîndekariyên azadiyê ku Rêber Apo dane nîşan her dem j imin re bûn çavkanî. Ev di heman demê de ‘kêlî’ya min xwe gihandiyê îfade dike. Ez dizanim ku ev yek ne tesaduf in. Ev rewş têkiliya xwe bi felsefeya têkoşîna azadiyê, civakbûnê û mirovbûnê û ‘Di şer de serketin, di jiyanê de azadî’ ku Rêber Apo di kesayetiya rastiya civaka kurd de raxistiye ber çavan ve girêdayî ye. Di encama hatine merhaleya têkoşînê û xebatên partîbûnê de vê rastiyê hîn baştir fam dikim; Çawa li ezmanê du tav tuneye û dê tu carî tunebe, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, du hilbijerkên jiyanê û navenda çavkaniyê jî nabe. Di ev ‘kêli’yê ku van hevokan dinivîsim de, di aliye fikrî, moral û jiyanê de min Rêber Apo kiriye navend. Di vê ‘kêlî’ye de hemû astengiyên di kesayetiya xwe de derbas dikim.

Ev fermaneke demê ye. Ev dem û têkoşîna ku hatiye vê merhelê, hemû berhemên keda Rêber Apo ne û Rêbertiyê bi sebrek mezin ev têkoşîn da meşandin û ev sebir gel peyxemberan jî tuneye. Di merhaleya hatî de dijmin dixwaze meşa me ya mezin a mirovahiyê bide rawestandin. Ev demeke serfermandarê tirk di bin navê ‘marjînalkirinê’ de tasfiyekirinê li ser têkoşîna me ferz dike. Ev plan planeke ku ji aliye navenda hêzên emparyalîst ku paşverûyên herêmê girtî gel xwe û bi destê mêtîngeriya tirk pêk tê û dema pêk jî tê xwe dispêre îxaneta navxweyî ye. Zemîna bingehîn a vê planê rastiya koletîtiya kurd û asta wî ya sosyalîteyê ye. Dijmin dixwaze kurdan bike qewmê Lut ê demê û dixwaze wan bi birçîbûnê û cinsîtiyê teslîm bigir. Ji bo vê welat bê mirov dihêlin û kurdên li sirgunê bi keştiyên xwe tînin navendên xwe û dixwazin bi avakirina kurdên gettoyan vebijarkên jiyana azad a kurdan tune bikin.

Vebijarkên jiyana azad ku partiya me dixwaze li Zapê, Etruşê û Nînovayê ava bike, bi hewldana tecrîdkirin û tunekirinê, jiyana bindestiyê wek vebijarkê pêşkeşî gelê me bike. Bi planên ku ji aliye îstîxbaratên emperyalist ve tên kirin, ji bo temînata azadiyê gerîlayan ji gel veqetînin her cureyên polîtîka û îmkanan dixin meriyete û hesabên ne azadiyê bindestiyê dikin. Di serî de hêzên wek PDK ku di rêya netew-dewletê de dimeşin û şaxên wan tên girtin, dixwazin herêmeke kurd ku di bin kontrola xwe de biafirînin û bi vî awayî tevgera hemdem a MED ku hêviya rizgariya gelê herêmê ye, tune bikin.

Lingê van polîtîkayên dijmin ê zindanan, rehebîlîtasyon e.  Dixwazin li zindanan bi marjînalkirinê, bi tefandina agirê jiyanê yên Mazluman, Xeyriyan, Kemalan û Çaran, bi avakirina diwarên li mejî û dilên şexsan, çareserî û birdoziya partiya me bin bixin. Dixwazin bi hezaran kesên ku li zindanan hatine komkirin ji hemû nirxên xwe dûr bixin û bînin rewşeke ku xwe bi xwe tunekirinê û hevkarên xwe bikin vebijarkên esasî.

Têkoşîna me ya azadiyê ku di pêşengiya Rêber Apo de dimeşe, artêşa me ya şehîdan, ji van polîtîkayan re dibe bersiv. Nîqaşên di nav partiya me û weşandina nîqaşan a li ser ekranên MED TV, vê yekê baş li gelê me daye famkirin. Ev polîtîkayên zelalbûnê tevî defkirina dijmin, ji bo înşakirina pêşeroja civakê bû dînamîkek girîng.

Di rewşa heyî de ji bo dijmin polîtîkayên xwe bi encam bike, di nav haziriya hemleya dawîn de ye. Tevgera serfermandarê tirk a herî dawîn vê yekê nîşan dide. Diyar e ku di navenda van polîtîkayên wan ên qirêj de, tasfiyekirina Rêber Apo û tevî hebûna wî bêaktîfkirina xeta wî ya polîtîk heye. Di sedema israrkirina van polîtîkayên wan de dîsa baweriya têkiliyên jin û mêran ku di nav partiye de bi tu awayî nayên ser xeta navendî, sazîbûnê û jiyana azad, heye.

Lê jinên kurd ên ku ferman ji Rêber Apo girtine, nîşan dane ku dê xwe radestî dijmin nakin û nabin hevkarê polîtîkayên wan ên qirêj. Rêber Apo di 8’ê Adarê de bal kişandibû ser ‘Bîrdoziya rizgariya jinê’ û xîtabê hemû jinan kiribû û diyarkiribû ku ev yek bibe çareseriya hemû pirsgirêkan. Meşa ku di 8’ê Adarê de dest pê kir û di 21’ê Adarê de derket lûtkeryê vê yekê îspat kiriye.

Serokê min!

Li ser van esasan ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê bikim pirek ji agir. Ez ji bo bibim xwendekarek baş a Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û hemû şehîdan; dixwazim wek Zekiye bişewitim û wek Rahşan jî bibim Newroz. Dixwazim li ser rêya rêheval Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bi biryardariyeke mezin bimeşim.

Li ser çalakiya şehîdên ku hewl didim bibim yek jî xwendekara wan, pir fikirîm. Min pir dixwest her roj û her gav di nav agirê şoreşê de bişewitim û xwe bigihînim raza vê. Piştî biryardayîna vê çalakiyê min dubare dubara şerekî navxweyî da meşandin. Min herî dawî di xwe de hêza hemû qelsbûnê însanî dîtin û bi ser ketim. Daxwaza min a jiyana azad û jina azad vê yekê ji min dixwest. Niha hêj baş têdigihêjim ku sonda min a girêdana bi Rêber Apo re, di azweriya agirê de arî bûn û xwe ji nû ve diafirînim.

Yek ji çavkaniya herî girîng ku biryara jiyanê di xwe de bidim avakirin, çeka jinan a partîbûnê YAJK e. YAJK, berhema rêhevaltiyê ya ku Rêber Apo bi jinan daniye dide nişan. Ez bawer dikim ku dê di sazîbûn, kûrbûn û belavbûna birdoziya Rêber Apo de, YAJK bibe yek jê çeka herî girîng. Ji ber vê yekê erka her jinên kurd e ku YAJK’ê hîn mezintir bikin.

Serokê min!

Min dixwest ne tenê di cewher de, di pratîkê de jî ji çalakiya bêhempa ya xwedawenda me ya azadiyê rêheval Zîlan re bibim bersiv. Lê di şert û mercên zindanê de ev yek ne pêkan e. Azweriya min a azadiyê gelek mezin e. Ji bo vê azweriyê veguherînim hêza jiyanê, hebûna xwe diyarî Rêber Apo dikim. Jinên ku bikaribin xwe ji xweliyan ji nûve biafirînin û bibin çirûskeka vê yeke, dê wê demê bibin parastvanên Kurdistana azad. Lê belê dê ev tena serê xwe ji Rêber Apo re nebe bersiv. Ji bo bersivbûna vê yekê divê her dilên ku hatine reşkirin bi agirê bên safîkirin. Ez tenê dikarim dilê xwe bidim. Belê di Newrozkirina bedena xwe de girêdana xwe dîsa dubare dikim ku ez bi mejî, dil û her hucreyên bedena xwe girêdayî vê rêyê me.

Ji gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re

Hînbûna dîroka Kurdistanê û ji vê dîrokê derseke rast derxistin û li ser vê bingehê têgihiştina PKK’ê pêywira her kurdekî ye. Dema em li dîroka xwe dinêrin, lewazbûn, parçebûyîn, bêrêxistinî û îxanet tê dîtin. Ji ber ku kurd hêviyên xwe bi dervere gire didin, yekitiya wan pêk nayê. Lê Serok Apo û tevgera me PKK’ê êdî ev dîroka reş berovajî kiriye.

Îro em wek gel dîsa di pêvajoyeke gelekî krîtîk re derbas dibin. Çawa ku dijmin derketina her serhildaneke kurd di nav de ew parçe kirine, bi herêma ku jê derketiye sînordar hiştibe û çawa ku li dora her rêberê kurdan ji derdora wî ya nêz îxanetkar derxistibe holê, di roja me ya îro de jî li vê berxwedan PKK’ê ev tê ferzkirin. Di serî de PDK’ê kurdên noker û xayîn wek yekane bijarteyeke gelê kurd pêşkêş dike, bi destên PDK’ê tê xwestin ku di nava PKK’ê de hêzên hevkar bidin afirandin. Ji bo hewldana Serok Apo ya têkoşîna yekitiya neteweyî ya Kurdistanê asteng bikin, hemû polîtîkayan pêş dixin û didin ferzkirin. Dema vê yekê dikin jî me kurdan bi mişextkirin, birçîbûnê û gelek rêbazên din dixwazin ji têkoşînê dûr bixin. Li dijî vê îxaneta Barzanî û hevkarên wî, li dijî cihana paşverû Serok Apo pêşengiya lêgerîna hêvî û azadiya me ye.

Divê îro her kurd, bigihêje serwextbûna vê pêvajoyê û cihê xwe di nav vî şerî de bigire. Xizanî, mişextbûn tu carî ji bo vê têkoşînê ne asteng e… Divê em wek netew ji bîr nekin ku di dîrokê de me fersendeke bi dest xistiye.  Heke em vê fersendê baş bi kar neynin, em ê bibin pêlîstoka destan. Ji bo ku em jî wek mirov bi nirx û rûmeta xwe bijîn, divê em ji heft salî heta heftê salî  di bin wê meşaleya azadiyê ya ku Serok Apo hildaye de bicivin.  Em li herêmê û Anatolyayê bi hemû gelan re li ser bingeha azadî, wekhevî û biratiyê divê em tê bikoşin. Em neçarin vê yekê bikin, raza serkeftinê jî di vir de ye…

Ji hemû mirovahiha pêşketî ya cîhanê re!

Em ji pêvajoyeke bi heybet a dîrokî re şahidiyê dikin. Gelekî ku em navê wan nizanin xwe ji xweliya xwe diafirîn. Divê hûn jî xwe tev li vê destana bêhempa ya afirandinê bikin.  Divê hûn li welatên xwe vî şerê qirêj şermezar bikin û nehêlin dewleta we piştgiriya vî şerî bike. Divê hûn biratiya xwe ya bi gelên Kurdistanê re ragihînin û ew şewqa rojê ya ku li Kurdistanê hiltê welatên xwe jî ronî bikin… Heke hûn vê qîrîna ku li ser vê axê bilind dibe nabihîzin, divê hûn mirovatiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin. Hûnê bibînin ku yê winda dike tenê ne kurd, mirovahî ye jî.

Hûn di wê medyaya ku we wek ahtepotekê dorpêç kiriye de jî binêrin, hûnê ew bombeyên di bedenên zarokên ku bûne Newroz de diteqin û copên ku li hêviyên wan dikevin bibînin. Ew nêzîkatiya xwe ya ku hûn nirx û qîmeta ku didin çivîkê li mala xwe û ew sûcê ku li dijî mirovahiyê pêk tê bînin pêşberî hev û bipirsin;  ji bo me mirov tê çi wateyê?  Bêyî hûn ji samîmiyetê birevin û rûpoşa emperyalîzmê bikarbînin, heke hûn bibersivînin, wê gavê dema hevdîtina meşa mezin a mirovahiyê nêzîk e.

Ji rêhevalên şervanên jin ên Kurdistan û Anatoliyayê re!

Wesiyeta rêheval Zîlan û birdoziya Rêber Apo rêya me diyar kiriye. Erka ku dikeve ser mile me famkirin, têgihiştin û pêkanîna vê divê. Wek şervaneke jin divê em vê rêyê di nav partiyê de bikin xala esas. Di vê şerî de çeka me ya bingehîn YAJK e. Divê her jin ji bo mezinkirin û sazîkirina YAJK’ê, hemû tecrube û ceribandinên ku heta niha hatine pêş xistin, di cewhera xwe de baş bide xûnifandin, bibe xwendekara şehîdan û di nav her kêliyê jiyanê de şerê xwe afirandinê bide. Pêşengbûna jinan, pêkanîna rewşeke basît a rizgarkina zayendan nîn e. Pergal bi hezaran vebijarkên ketina vê yekê pêşkeş dike. Rêber Apo beriya her tiştî di îdiaya veguherandina bingeha zemîna tevgera jin û mêran e. Dîtina pratîka vê yekê di şexsê Rêbertiya partiyê de, di her kêliyê de pêkan e. Li ser vê esasî divê her endameke YAJK’ê li dijî her ferasetên cuda ku partiyê wek qadeke berjewendiyê dibînin têbikoşe.

Rêhevalên jin ên şehîd bi çalakiyên xwe yên bêhempa îspatkirin ku ev yek pêkan e. Divê em ji wan fêr bikin û bibin şervanên azweriyên mezin!

Jina azad; dê bibe azadiya welat û azadiya mirovahiyê!

Bijî Rêber Apo û hîndekariya wî ya azadiyê!

Bijî Jinên Qehreman!

Bimire her cure mêtingerî!

Dikarî Biecibînî