Ji bo lêkolînkirina okyanûsan 300 jinên zanyar zend û bend badan

Navenda Nûçeyan

Ji bo lêkolînkirina qirêjiya li okyanûsan, 300 jinên zanyar ji bo 2 salan dest bi xebatê dikin. Jinên zanyar da zanîn ku armanca wan ne tenê ji bo tenduristiya jinê û xwezayê ye, her wiha armanc dikin ku xebatên zanistî yên jinan jî raxin ber çavan

300 jinên zanîst dê di meha cotmehê li Londonê dest bi sefera okyanûsê bikin û balê bikişînin ser çavkariya zibil û qerêjiya okyanûsan.

Ji bo lêkolîna ser qirêjiya okyanûsan, 300 zanyarên jin dest bi xebatê dikin. Tê payîn ku lêkolîna jinên zanyar dê 2 salan berdewam bike. Rêwitiya jinên zanyar dê di meha cotmehê de li Londonê dest pê bike. Dê di nava 2 salan de bandora plastîk û toksîtan a li ser okyanûsê dê lêkolîn bikin. Koma jinên zanîst dê 30 seferên cuda li dar bixin.

Kom ji hêla Emily Penn ve tê birêvebirin. Demên borî jî Emily di xebatên bi vî rengî de cih girtiye. Jinan da zanîn ku armanca xebata wan ne tenê ji bo tenduristiya jinê û xwezayê, dê bi vê xebatê re balê bikişînin ser xebatên zanistî yên jinan jî.

Jinan destnîşan kir ku dê xebatên jinên zanyar raxin ber çavan û ev xebat dê ji bo jinên zanyar jî bibe tecrubeyeke mezin. Her wiha jinên zanîst armanc dikin ku çavkaniya zibil deşîfre bikin û li dijî qirêjiya okyanûsan civakê bixin nava hewldanan.

Dikarî Biecibînî