Divê jin ji şoreşeke fikrî re pêşengiyê bikin

Aktîvîsta mafê jinan Jiyan Yasîn diyar kir ku xirabûna sîstema hikûmranî û serwernebûna yasayê sedema zêdebûna şîdetê yê û da zanîn ku divê jin li hemberî şîdetê ji şoreşeke fikrî re pêşengiyê bike

Li gorî daneyên Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna li Dijî Şîdeta li hemberî jinan ji destêpa salê ve li başûrê Kurdistanê 3 hezar û 129 doz û 29 bûyerên destdirêjiya li hemberî jinan hatine tomarkirin, ji derveyî bûyerên xwekuştin û kuştinê. Li gorî salên derbasbûyî bûyerên şîdetê zêde bûne.

Aktîvîsta mafê jinan a li Behdînanê Jiyan Yasîn têkildarî sedema zêdebûna şîdeta li hemberî jinan axivî û wiha got: “Em li herêmekî ku derdora me hemû şer û hatî wêrankirin dijîn. Ev jî gelek tawanan bi xwe re tîne. Di nava malbatan û navendên perwerde û fêrkirinê perwerdeyek guncav nîne. Di encama girîngî nedana perwerdeyê de kesayetên tundûtûj derdikevin.”

Yasîn da zanîn ku xirabûna sîstema hikûmranî, serwernebûna yasa û dadgehan sedema zêdebûna şîdetê ye û wiha domand: “Ev kesên ku kiryarên hovene dikin, pişta wan bi desthilatê xurt e û dizanin ku wê ji ceza xilas bibin. Yasa jî serî li rêyên eşîrtiyê dide.”

Xirab bikaranîna teknolojiye jî dibe sedema şîdetê

Di berdewamê de Yasîn bal kişand li ser rola nerênî ya dadgehên başûrê Kurdistanê û wiha axivî: “Dadgeh nikarin rola xwe bilîzin. Gelek doz çareser nekirine. Nikarin biryara girtina berpirsekê ku destê wî bi xwîna ciwanên vî welatî sore bide.”

Yasîn aşkera kir ku xirab bikaranîna teknolojiyê jî sedemek a şîdetê ye û wiha pêde çû: “Ger pêşkeftina civakê bi pêşkeftina teknolojiyê re wekhev nebe, pirsgirêkên mezin rû didin. Niha wêneyên kuştin û xwekuştinê li hemû malekê heye. Ev wiha li mirov dike ku ber bi şîdetê ve biçe.”

Kanalên kurdî rexne kir

Di axaftina xwe de Yasîn kanalên kurdî ji ber weşandina dramayên biyanî rexne kir û diyar kir ku çanda welatan têkelî çanda kurdî dikin û ev tişt anî ziman: “Dîmenên di nava drama de gelek ji rastiyê dûr in. Ji bo têkdana civakê diweşînin. Xelk ewqas şaraza nîne ku bizanin ew dîmen nerast in. Ev rewş hêdî hêdî dikeve nava civakê û dibin diyarde.”

Yasîn bal kişand li ser kar û xebatên rêxistinên jinan ên li hemberî şîdetê û wiha domand: “Karê rêxistinan xweşikkirina rûyê partiyane. Nekarine xwe ji zihniyeta mêrsalarî xilas bikin. Hinek ji wan tenê bi fizîkî jin in, bi hişmendiya zilam difikirin. Nikarin li dijî biryara partiyan a li dijî berjewendiyên jinan be derkevin. Her wiha nikarin li gorî têxwestin di nava civakê de hişyariyê belav bikin.”

Rêya çareserkirina pirsgirêkan

Her wiha aktîvîsta mafê jinan Jiyan Yasîn bal kişand li ser rêya çareserkirina pirsgirêkan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê jin li dijî sîstema bi heyberkirina jin û bazirganên mirovahiyê  ji şoreşek fikrî re pêşengiyê bikin. Xwe ji bendan rizgar bikin. Berê xwe bide jinên bakur û rojavayê Kurdistanê. Li her çar parçeyên Kurdistanê jin xwedî dîrok e. Lê niha di bin bandoriya sîstema siyasî li cihekê şervane û şerê rizgariyê dike, li cihekê jî şahciwane û li destê bazirganên mirovahiyê de heyber in.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî