Meclisa Jinan dê dest bi hemleya rêya 3’yemîn bike

Meclisa Jinan a HDP’ê encamnameya Konferansa Rêxistinbûyîna Jinê aşkera kir û got ku ew ê dest bi hemleya siyaseta demokratîk a rêya 3’yemîn bikin

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya Konferansa Rêxistinbûyîna Jinê ya di 29 û 30’ê hezîranê de bi şîara ‘Em rêxitinbûyîna xwe mezin bikin’ li dar xist, aşkere kir.

Di encamnameyê de hat ragihandin ku li her devera cîhanê êrîşeke giran li dijî têkoşîna jinê tê meşandin û tevgerên jinê jî di pêvajoyeke dîrokî ya têkoşîna li dijî van êrîşan de ye û hat gotin ku grevên jinan ên ji bo parastina beden, ked û mafê jiyanê yê nasnameya xwe pêl bi pêl belav dibin.

Jinan di encamnameyê de bal kişandin ser têkoşîna jinan a li rojavayê Kurdistanê û ragihandin ku ev têkoşîna dîrokî bi rengê avakirina sîstemeke demokratîk didome û her wiha bal kişandin ser rejîma yek şexsî ya li Tirkiyeyê jî û wiha domandin: “Desthilatdariya heyî desthilatdariyeke faşîst e ku mafê me yê hebûna bi rengekî azad tune dibîne.”

‘Em tifaqa demokrasiye ya jinan û gelan e’

Meclisa Jinan bi bîr xist ku di sala 2018’an de herî kêm 440 jin hatine kuştin û diyar kir ku li dijî astengkirina qadên wan ên têkoşînê, li dijî êrîşên giran ên li hemberî destketiyên wan li kolanan, meydanan îtiraza xwe nîşan dane.

Di encamnameyê de grevên birçîbûnê û berxwedana bi laçikên spî, her wiha hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: “Em zanin ku em xeta têkoşîna dîrokî ya yekane ne ku hêviya gelên Tirkiyeyê ne. Em tifaqa demokrasiyê ya jinan û gelan e.”

Li her haqê têkoşîn bidome

Her wiha jinên HDP’yî destnîşan kirin ku dê li her qada jiyanê li dijî serweriya mêr têbikoşin û wiha bi dawî kirin: “Bi biryarên konferansa xwe re me careke din destnîşan kirin; li her qada ku em lê ne em ê bi nêrîna jinê jiyanê bi rê ve bibin. Li dijî faşîzmê, em ê bi îradeya azadîparêz a siyaseta rêya sêyemîn a tifaqa dîrokî bi rengê jinê ji qada xwecihî pêngava siyaseta demokratîk bidin destpêkirin. Em ê perspektîfa azadîparêziya jinê, demokratîk ekolojîk li her qada jiyanê ya jinê serwer bikin û jiyanê ji nû ve ava bikin. Li ser vî esasî em ê dest bi hemleya siyaseta demokratîk a rêya 3’yemîn bikin.” ENQERE

Dikarî Biecibînî