Ardil Çeşme: Wêrekî azad dike

Piştî peyama Ocalan Ardil Çeşme û 29 çalakvanên rojiya mirinê û bi hezaran çalakvanên greva birçîbûnê, çalakiya xwe bi dawî kirin. Çeşme bi nameyekî pêvajoya grevê nirxand û diyar kir ku dê ew rêwitiya xwe bidomînin û got ku wêrekî azad dike

Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorver dest pê kiribû. Grevên ku li girtîgehan destpêkiribû ji aliye 30 girtiyan ve veguherî rojiya mirinê. Lê greva birçîbûnê di roja 200’emîn de li ser banga Ocalan di 26’ê gulanê de hatibû bidawîkirin. Yek ji van girtiyan ku ketibû rojiya mirinê Ardil Çeşme ye. Çeşme ku li Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê girtiye bi nameyekî pêvajoya grevê û rojiya mirinê û berxwedana Dayikên Laçikspî nirxand.

Nameya ku Çeşme ji ajansa JINNEWS’ê re şand wiha ye;

“Her dema wê pir xweş bû. Watedar bû. Zehmet derbas bû. Me hevalên Zulkuf, Ayten, Medya, Ugur û her wekê din di vê pêvajoyê de oxir kir. Ev bi êş bû. Em tiştên hatin jiyîn ji bîr nakin. Em hêrsa xwe natemirînin, an jî em ê dîsa heman tiştî bijîn. Em carek din van tiştan nejîn, ji ber vê divê bi wateyên mezin bêhna xwe bigirin û bidin. Ne wek 7 mehan, me wek 700 sal li pey xwe hişt. Dem wek avê herikî lê me di wê herikînê de her tişt jiya.

Çalakiya me bi heybet bû

Pêvajoya çalakiyê di vê alî de bi heybet bû. Her heval, her mirovî deng da me, sînorên xwe derbas kirin, me xebata kolektîf jiya. Zext zêde bûn. Me nexwest em vê pir nîşan bidin. Lê em di bin zextên zêde de bûn. Her tim serdegirtin hebû, her tişt dihat qedexekirin. Nameyên me nedihatin dayîn. Hinek gotin qedexe bû. Me wêneyê komî nikaribû bikişand. Rojname qedexe bû. Çapemeniyê ji xwe sînorkirî nûçe didan. Me jî bi awayekî baş nikaribû temaşe bikira. Nûçeyên grevê tunebûn. Nişkave nûçeya ku parêzer çûne Îmraliyê derket û ev tişt canê me êşand. Televîzyonên ku behsa grevê nedikirin, di carekê de gotin bi awayekî fermî qedexe rabûye. Em bi guman bûn. Bijîşkên ku roja înê dihatin kontrolê ji me re gotin ‘parêzeran li Stenbolê hevala Leyla li Amedê daxuyanî bide. Gotine wê grev bi dawî be’. Ez nikarim bêjim min cidî girt. Lê bêguman ez ne bê eleqe bûm jî. Dema nûçe derneket, me fêm kir ku astengî didomin. Li dijî zext û zordariyan rojiya mirinê hat destpêkirin, ez li benda şehîdbûnê bûm û min xwe wisa amadekiribû.

Berbirsiyariya me têkoşîne…

Li aliyê din me berpirsyariya parçekirina tecrîdê girtibû ser xwe. Me pêvajo di alî konjoktrel de dizanîbû. Ji ber vê jî divê heta dawî em biçûna. Divê tecrîd bihata şikandin. Mijar ev bû. Ji ber berpirsyariyê divê me têkoşîna xwe bida. Cih û dema têkoşînê tunebû. Bi salan berê em li lûtkeyên çiyan bûn niha em li vir in, lê bi heman ruhê mîlîtaniyê em li vir in. Divê hestê me wekî em li lûtkeyên çiyayê ne bin.

Me bi bêhna Aytenê stran got

Roja yekşemê nîvro me bihist ku grev bi dawî bûne. Me bawer nekir. Bi rastî ger mirov rast bêje ez wek di sala 2012’yan de kêfxweş nebûm. Zû bû, hem jî pir zû bû. Ji bo nûçeyan fêm bikim min sedem dîtin. A teqez ev bû; ger rêbertiyê gotibe, rast e. Me daxuyanî nedizanî. Polîtîka desthilatdariyê li holê bû. Divê ji bo siyaseta demokratîk hinek alî bibûna hevpar. Rêbertiyê ev nîşan da, got çareserî di vir de ye. Dema ev hat fêmkirin her hevalekî îmze avêt daxwaznameya grevê. Ev ne greveke ji rêzê bû, wisa bi hêsanî nedihat bidawîkirin. Me ji bo têkoşîneke lez, bi bandor û mayîn de bê berdewamkir me grev li vir bidawî kir. Me hevdu hembêz kir. Wekê heval Ayten li serê her tiştiye, me bi bêhna wê stran gotin. Her kes bi hestiyar bû. Piştre em birin nexweşxaneyê.

Çalakiyekî serkeftî bû

Ji koma yekem Ayten Gulsum, Hacer, Ozlem Odemîr, Ozlem Soyler, Rahşan, ji koma duyem, Hediye, Mukaddes, Rojvan, Besê, Avesta, ji rojiya mirinê jî ez û Şîlan di saet 15 û 16.00’an de bi ambulansê birin nexweşxaneyê. Em 6 rojan hatin dermankirin. Pirsgirêka nedîtina asîmanan hebû. Me nûçe nizanibûn, me hevdîtin nekir. Tenê du dayik û parêzer hatin. Heta em vegeriyan qawişan agahiya me ji cîhanê tunebû. Dema em hatin qawişê me dest bi nîqaşan kir û Rêberê me di nav çalakiyê de çalaki li dar xist bû. Ji bo fêmkirinê êdî me jî gavên guhertina têgihîştinê avêt û em di nav guhertinekî de bûn. Em bi moral bûn û êdî her kes bi xwe bi bawer bû. Çalakî bi serkeftinê bi dawî bû.

Em niha ji her demê baştir in

Em niha ji her demê baştir in. Pirsgirêkên me yên fîzîkî hene, bi her hevalî re cuda bi bandor bû. Ev di nav demê de wê hîn bêtir diyar bibe. Pêvajoya bikaranîna dermanan didome. Lê hevalên nebirin nexweşxanê hebûn. Em nizanin rewşa wan çawa ye. Ji ber ku ev heval ji 1’ê adarê ve ketibûn grevê. Li ser pêyan kontrola wan hatin kirin. Bi demê re wê pirsgirêkên tenduristiyê rû bidin. Em xwedî li tecrûbeya bi salan in. Bijîşkan çend tişt dizanin lê wek me nizanin derman bikin. Di navbera çalakger û nexweş de cudahî hene. Wan van cudahî ferq nekirin û nikarin ferq jî bikin. Di nav bijîşkan de yên bi hestiyar hebûn û karê xwe dikirin û divê mirov neheqî lê neke. Lê mixabin nişêtên çalakger û nexweşan cuda ne û divê der barê vê mijarê de hewcedarî bi semîneran heye!

Em di aliyê moral de pir baş in

Em di bin tedbîrên ewlehiya mezin de li nexweşxaneyan hatin girtin. Dayikên Laçikspî li derve bûn. Me ev texmîn dikir. Em bawer bûn ku ew bi kêfxweş bûn, lê me ew nedîtin. Lê wan dema em anîne nexweşxaneyê dîtine. Bê navber taqwiyeya xwînê em westandin. Em nekarî li ser pêyan bisekinin. Me fêm kir ku taqwiyeya kîmyewî tenduristiyê mirovan xera dike. Bi tehlîlan kontrol kirin. Li gorî vê derman dan. Her hevalek li gorî wê êşa wan heye. Beden westiyaye û hînê xwarinê nabin. Em di alî moral de baş in. Me li nexweşxanê di şeva dawî de li gel seruman şeva xatirxwestinê kir. Me paste çêkir. Em bi kelecaneke mezin wekî ku vedigerin welatê xwe, vegeriyan girtîgehê. Em li girtîgehê bi kêf û coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Divê em niha hîn bêtir baş bin ku em encamên baştir biafirînin.

Dayikên me rêhevalên me ne

Di şerên giran ên salên dawî de, her kesî fikirî; ‘Min çi nekir ku me evqas êş dît’. Divê êdî kes xwe sîst neke. Em dayika Taybet ji bîr nakin. Em goristanên li Bedlîsê hatin talankirin ji bîr nakin. Em jinên ku ji hêla DAIŞ’iyan ve li bazaran hatin firotin ji bîr nakin.

Dayikên me rêhevalên me ne. Pêşeng ew bûn. Dilê her yekê bi qasî artêşekê bi cesaret diavêt. Bi serbilindî li ser pêyan sekinînin. Me jî bi serbilindî li wan mêze kir. Ev tiştekî gelek xweş bû. Têkiliya me ya dîrokî, pêşeroja wan û di hêza çalakiyê de bûn yek, em gihiştin ruhê demê. Dayikên kurd jiyana bi rûmet fêrî zarokên xwe dikin. Tiştên ku em ji dayikan fêr bûne em li ber xwe didin. Me gelek hevalên xwe winda kirin. Dayikên li me meze dikirin êşa dayikên heval Ayten, Zulkuf û Medyayê ji kûrahî hîs dikirin.

Dayik bi me re qedera welatekî afirandin

Dayikan, dema rojiya mirinê dest pê kir, cudatir bûn û bi hestiyar bûn. Lê niha bi aram derdikevin. Dema me dest bi rojiya mirinê kir, hefteya duyem hevdîtina vekirî hebû. Em hembêz kirin. Lê niha bi kêfa serkeftinê me hembêz dikin. Min ev her du enerjiyên hembêzkirinê pir baş jiya. Dayikên me bi me re qedera welatekî afirandin. Em niha her pêleka vê qederê mil bi mil bi berxwedanê dijîn. Em bi dayikên xwe re qedera xwe diyar dikin. Em ê rêwitiya xwe bidomînin. Dayikên Laçikspî bûn sembolek. Bêguman wê wek teşeyê berxwedanê xwe bidomîne. Li gel dayikan wê bav jî di berxwedanê de aktîf cih bigirin. Dayikên Laçikspî li ser hewcedariya çareseriyê derket holê. Ez bawer im ku wê vê rola xwe bidomînin. Em ê hêjayê wan bin. Em wek ewladên van dayikan gelek bi şans in.

Teşeya têkoşîna me guherî

Em ê têkoşîna xwe didomînin. Teşeyê têkoşîna me guherî, divê ev bê zanîn. Divê niha ji her demê zêdetir alîgirên siyaseta demokratîk bên cemhev. A ku bi Tirkiyeyê bide qezenckirin tifaq e. Divê em biçin cem hemû aliyan, divê derî bi derî ji her kesî re bandora şerê ku hildiweşîne bê vegotin. Divê bê nîşandan ku yekane tişta xizan dike şer e. Divê herî zêde jî biçin ber derê kesên dengên xwe didin lîderên îro. Dîsa li Rojava, li Başur û Bakur li dijî kê çima şer dike, divê bersiva vê bê dayîn. Divê em wek gel zemîna xwe ya aştiyê ava bikin. Yên vê bikin hewcedarî bi erêkirina dewletê nabînin. Divê em ji bîr nekin ku hewcedariya girseyan bi desthilatdariyê tuneye. Lê hewcedariya desthilatdariyê her tim bi girseyan heye. Mafê ‘ji şer re na’ heye. Divê her kes vê bi cesaret bîne ziman.

Divê em xwedî li mafên xwe derkevin

Mixabin dema mijar bû kurdbûn, her kes tirsiya û bêdeng ma. Her ku ew bêdeng ma desthilatdarî êrîş kir. Divê em zêdetir xwedî li mafên xwe yên ku hatine qedexekirin derkevin. Divê em zêdetir mafên xwe bixwazin. Ger mirov bi wêrek be, ew dê daxwazên me bibihîzin û bînin cih. Ger mirov bitirse dê ew wêrektirbin û êrîşê li me bikin. Li vî welatî di nava xweşikiyê de jiyan di destê me de ye. Tenê netirsin, wêrekî azad dike…” STENBOL 

Dikarî Biecibînî