Li dijî qetilkirina jinan çalakiya reş û mor

Rêxistinên jinan û jinên Amedê ji bo balê bikişîne ser cînayetên jinan, çalakiya reş û mor pêk anîn

Rêxistinên jinan ên Amedê ku di bin navê Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê de xebat dimeşînin, ji bo balê bikişînin ser cînayetên jinan Amedê bi rengê reş û mor girêdan. Di vê çarçoveyê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Şaredariya Peyasê flamayên bi rengên mor, bi avahiyên xwe ve kirin. Li bajêr gelek jinan rengê reş û mor bi wesayît û şaneşîn û paceyên malên xwe ve kirin û bi vê yekê bal kişandin ser cînayetên jinan. AMED

This slideshow requires JavaScript.

Dikarî Biecibînî