Hevşaredarên jin behsa projeyên xwe kirin

Navenda Nûçeyan

 

Hevşaredarên jin ên HDP’î behsa projeyên xwe yên dê pêk bînin kirin. Hevşaredarên jin anîn ziman ku armanca wan a sereke temsîliyeta wekhev e û diyar kirin ku saziyên jinan ên ji aliyê qeyûm ve hatin girtin û pasîfkirin ji nû ve vedikin û dê xizmetên wan ên di vî warî de dewam bikin

Hevşaredarên HDP’ê yên jin ên di hilbijartina 31’ê Adarê de hatin hilbijartin, behsa texrîbatên qeyûman, tiştên dê piştî qeyûman bên kirin û projeyên pêk bînin, kirin.

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz diyar kir ku îcraata ewil a qeyûman hedefgirtina saziyên jinan û bêerkirina van saziyan bûye û wiha got: “Bi girtina van saziyan pergala hevserokatiyê jî hedef hat girtin. Ji encamên hilbijartinê jî diyar dibe ku gelê Êlihê pergala hevserokatiyê qebûl kiriye. Em tecrûbeyên xwe jî esas digirin û dibên em ê karibin çi bikin. Em çi bikin wê tevî biryara gel bê kirin.”

Korkmaz anî ziman ku li Tirkiyeyê yek ji bajarên hejmara betaliyê lê zêde ye Êlih e û armanca wan a sereke ew e ku ji bo ciwan û jinan qadên îstihdamê biafirînin û destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku temsîliyeta jinan li hemû qadan pêk bînin.

Armanca sereke temsîliyeta wekhev e

Hevşaredara Erxeniyê ya Amedê Meryem Yildiz bal kişand ser pergala hevserokatiyê û ev tişt anî ziman: “Ferqa HDP’ê ya ji partiyên siyasî yek jî di rêveberiyê de jin xwedî gotin in. Em li welatekî ku bi salan e bi feraseta tekparêz tê birêvebirin dijîn. Lê HDP, li hemberî vê ferasetê alternatîfek e. Pergala hevserokatiyê ew e ku li hemû qadên jiyanê rengê jinê xwe bide der. Armanca me ya sereke temsîliyeta wekhev e. Ji bo vê em dibêjin ‘gelo bi vekirina midûriyeta polîtîkayên jinan em dikarin ji bo jin daxilî nav jiyana aborî bibin û asta serwextbûyînê zêde bibe çi bikin?’ Di vî awarî de em bi awayekî çalak tev dixebitin.”

 ‘Em ê pirtûkxaneyan vekin’

Di berdewamê de Yildiz da zanîn ku ew li gor daxwazên jinên erxeniyî dixebitin û wiha domand: “Pêdiviya jinên taxê bi çi hebe em ê li gor wê bixebitin. Ne bi polîtîkayeke sûkî, em xebata daxwazan esas digire esas digirin. Niha li Erxeniyê tişta ewil tê xwestin qadeke ku jin karibin bêhna xwe lê bidin. Ji bo vê em tev digerin. Hat xwestin ji bo jinan qadên werzîşê bên afirandin. Me jî li taxê komplekseke werzîşê vekir. Jinên ciwan jî doza pirtûkxaneyê kirin. Niha em hewl didin li taxê pirtûkxaneyên prefabrîk vekin. Her wiha em hewl didin ji bo jinan firina nan vekin. Gelek projeyên me hene. Ji bo ev pêk bên xebatên me didomin.”

Texrîbatên qeyûman gelek mezin bûn

Hevşaredara Qoserê ya Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz jî diyar kir ku qeyûman tenê ne di warê madî de di warê manewî de jî texrîbateke mezin kirine û di nav du salan de şaredarî veguheriye qereqolê û ev tişt anî ziman: “Dema em çûn şaredariyê tişta ewil me dît girtina saziyên jinan bû. Li Qoserê Midûriyet û Navenda Piştevaniyê ya Jinê hebû. Qeyûm navê navendê guherand û navê ‘hanimelî’ lê kiribû. Yanî ji nav jî dixuyê ku qeyûm xizmeta feraseteke baviksalarî kiriye. Helbet aramanca me ya ewil ew bû ku em vê texrîbata qeyûman ji holê rabikin. Karê me yê ewil ew bû ku em ji bo avakirina kooperatîfên jinan tev bigerin da ku jin di warê aborî de azad bin. Em niha ji bo vê tev digerin.”

Dikarî Biecibînî