‘Zîhniyeta serdest kujer û êrîşkaran wek qehreman nîşan dide’

Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdinê bal kişand ser qetilkiran jinan û îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan û diyar kir ku zîhniyeta serdest kujer û êrîşkaran wekî qehreman nîşan dide lê jin li dijî zîhniyeta serdest dê têkoşîna xwe mezin bike

Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê ji bo balê bikişîne ser qetilkirina jinan û îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Endamên platformê, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezîn Mêrdînê Fîgen Altindag, hevşaredarên navçeyan, endamên Komeleya Jinan a Rosa û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya ku li Parka Karayoluyê dê bihata dayîn ji hêla polîsan ve hat dorpêç kirin û ne hiştin ku jin li vir daxuyaniyê bidin. Ji ber astengkirina polîsan jinan li ber avahiya KESK’ê ya Mêrdînê daxuyanî dan çapemeniyê.

Li ser navê jinan hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê û her wiha endama Platforma Jinan a Şahmeranê Eylem Amak daxuyanî xwend.

Amak diyar kir ku bi tevahiya cîhanê, bi taybetî li Tirkiyeyê û her wiha Mêrdînê polîtîkayên pergala zayedperest dibe sedema kuştina jinan û da zanîn ku sûcdar wekî her carê bê ceza dimînin û wiha got: “Polîtîkayên şer û şîdetê her tim dibin sedema taciz, tecawiz, îstîsmar, zext, zordarî, newekhevî û mirin e. Lê tedbirên ku li dijî wan pêkutiyan tê girtin jî kêm in. Kujer bi kêmkirina cezayê azad dibin û betîr dibin sedema qetilkirina jinan.”

‘Kujer û êrîşkaran wek qehreman nîşan didin’

Di daxuyaniyê de Amak bal kişans ser daneyên li Mêrdinê derketine holê û wiha domand: “Li Şemrexê 4 zarok du salan bi îstîsmara zayendî û îşkenceyê re rû bi rû man. Tecawizkarê ku 50 sal cezayê girt, ji hêla dadgehê ve ceza wî hat xirabkirin û bê ceza ma. Her wiha dîsa li Şemrexê jina bi navê Rojda hat qetilkirin û kujer serbet hat berdan û bê ceza ma. Her wiha di hefteya borî li Qoserê jinêk li ber çavê zarokên xwe hat kêrkirin û êrîşkar bang li rojnamegeran kir ‘Divê hûn baş dimênê min bigirin’. Ev tişt tê wateya ku zîhniyeta serdest, kujer û êrîşkaran her tim wekî qehreman nîşan dide.”

Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e’

Her wiha Amak bal kişand ser têkoşîna jinan û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Divê her kes baş bizane ku têkoşîna ku jin û rêxistina jinan didin dê her tim li dijî polîtîkayên dewletê ya bêceza hiştinê bidome. Em bang dikin ku divê kujer û êrîşkar bê ceza nemînin. Her wiha têkoşîna me ji bo jiyaneke azad a ji bo zarokan dê bidome. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.” MÊRDÎN

Dikarî Biecibînî