‘Gotina Zanîngeha Jinan, jinan ji civakê îzole dike’

Jinan bertek nîşanî nîqaşên zanîngeha jinan da û diyar kirin ku ev gotin îdeolojîk e û bi armanca jinan ji civakê îzole bikin tên kirin

Serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya Japonyayê de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku li Japonyayê zanîngehên ku tenê jin tê de perwerdeyê dibînin hene û gotibû ku divê li Tirkiyeyê jî pêngavek wisa bê avêtin.

Jinan bertek nîşanî gotinên Erdogan û nîqaşên ku derbarê vê yekê de tên kirin, da û diyar kirin ku armanca îzolekirina jinan a ji nav civakê ye.

Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan da zanîn ku nîqaşa li ser Japonyayê hatiye destpêkirin bê talihî ye û diyar kir ku Japonya jî wek Tirkiyeyê di raporên newekheviya zayendî ya cîhanê de cih girtiye û wiha got: “Gotinên serokê giştî yê AKP’ê îdeolojîk e. AKP ji roja ewil heta niha jinan tune hesibandiye. Dibêje jin û mêr ne wekhev in. Vê xeta zayendperestiyê mezin kir.”

Mijara heyî mijareke bîrdozî ye

Di axaftina xwe de Aydogan destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 24’ê hezîranê ji bo rakirina perwerdeya tevlihev pêngav hatine avêtin û ev tişt anî ziman: “Mijara heyî mijarek îdeolojîk e. Divê em bi awayekî zelal wek jinan li dijî van gotinan derkevin. Rêxistinên jinan, sendîka û saziyên têkoşîna jinan didin li dijî vê nîqaşê helwest girtin. Em vî zimanê zayendperest red dikin. Li dijî vê nêzîkatiya ku jinan ji civakê îzole dike, em Egîtîm Sen û KESK dê têbikoşin.”

‘Fikra wekheviyê ji holê radike’

Sekretera Hiqûqî ya Peymana Kar a Komî ya SES’ê Aylîn Akçay destnîşan kir ku ev polîtîkayên wisa newekheviya jin û mêr ji jiyanê radike û ev gotin jî berdewamiya vê pratîkê ne û wiha axivî: “Berê jî em bi nîqaşên otobusa pembe re rû bi rû hatin. Nîqaşên der barê rakirina perwerdehiya tevlihev jî dişibin vê. Nîqaşên zanîngeha jinan jî dişibin vê. Akademî û zanist yek in. Li zanîngehan jî perwerdeya telihev maf e. Em jin wê li dijî vê newekheviyê têbikoşin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê têbikoşin.”

Jin demeke dirêj in dengê xwe bilind dikin

Her wiha rojnameger Burcu Yildirim jî bertek nîşanî van nîqaşan dan û da zanîn ku jin demek dirêj in li dijî vê zêdetir dengê xwe derdixin û ev tişt anî ziman: “Gotinên Erdogan ên li Japonyayê bi niyeta ku kevçiyek hingiv bidin jinan hatiye kirin. Lê jin di hişmendiya tiştên ku dijîn de ne. Jin êdî sozên vala baş dizanin.” ENQERE

Dikarî Biecibînî