Li Amedê Rojên Fîlmên Gerok Yên Jina

Bi pêşengiya Şaredaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Akademiya Sînemayê ya Mezopotamyayê Rojên Fîlmên Gerok Yên Jina dest pê dike

Bi pêşengiya Şaredaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Akademiya Sînemayê ay Rojhilata Navîn û Akademiya Sînemayê ya Mezopotamyayê Rojên Fîlmên Gerok Yên Jina dest pê dike. Wê rojên fîlma di 13’ê Tîrmehê de dest pê bike û heta 19’ê Tîrmehê dewam bike. Wê li 14 navçeyan fîlm bên nîşandan; Sûr, Rezan, Yenîşehîr, Peyas, Karaz, Gêl, Pîran, Çinar, Hezro, Erxenî, Farqîn, Licê, Pasûr û Bismil.

Endama Yekeya Hunerê ya Sînemayê ya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Sîdar Aslan, diyar kir ku di çarçoveya rojên fîlman dan ew ê her roj li 2 navçeyan fîlman nîşan bidin û sedema lidarxistina rojên fîlman ên jinan ew ê ku xwe bigihînin jinên li navçeyan û di ser fîlman re pêwendiyê bi jinan re deynin.

Aslan bilêv kir ku naveroka fîlmên bên nîaşndan giş li ser jina ne û got: “Em bang li jinan dikin. Em hayê hev pê bixin û werin fîlman temaşe bikin. Wê jin xwe di naveroka fîlman de bibînin. Em li benda hemû jina ne ku tev li rojên fîlman a jina ya gerok bibin.”

Bernameya rojên fîlman:

“*Di 13’ê tîrmehê saet di 20.30’yî de; li Farqînê li Parka Kinya Navîn wê fîlma “Sîbel” ku derhênerên wê Çagla Zencirci û Guilloume Glovanetti ne, bê nîşandan.

*Di 13’ê tîrmehê saet di 20.30’yî de; li Gêlê li Qada Gêlê wê fîlmê “Borç” ku derhênera wê Vûslat Saraçoglû ye bê nîşandan da. Her wiha wê vli Karazê li Baxçeyê Koşemê fîlma “Sîbel” bê nîşandan.

*Di 14’ê tîrmehê saet di 20.30’yî de li Erxeniyê li Parka Osman û li navçeya Pîranê li Parka Şaredariyê wê fîlma “Nefesîm Kesîlene Kadar” ku derhênera wê Emîne Emel Balci ye bê nîşandan.

*Di 16’ê tîrmehê saet di 20.30’yî de li Çinarê li Amfiya Parka Nû Jiyanê fîlmê “Nefesîm Kesîlene Kadar” û li Bismilê jî li Parka Kardeşlîkê û li Licê jî li Parka Ceylan Onkolê fîlmê “Sîbel” bê nîşandan.

*Di 17’ê tîrmehê saet di 20.30’yî de li Hezro li Taxa Îşkarê wê fîlmê “Sîbel, li Pasûrê li Kompleksa Gogê fîlmê “Guvercîn” ku derhênera wê Banû Sivaci ye bê nîşandan.

*Di 18’ê tîrmehê saet di 20.30’yî de li Sûrê li Parka Ben û Senê wê fîlmê “Borç” û li Rezanê jî wê fîlmê “Sîbel” bê nîşandan.

*Di 19’ê tîrmehê saet di 20.30’yî de jî li Peyasê li Parka Temayê wê fîlmê “Nefesîm Kesîlene Kadar” û li Rezanê li Parka Koşûyolûyê fîlmê “Guvercîn” bê nîşandan. AMED

Dikarî Biecibînî