‘Divê em bibin deng û tolhildana hemû jinan’

Meclisa Tevgera Jinên Êzidî bi boneya nêzikbûna salvegera fermana 3’yê Tebaxê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê li dijî fermanan bibin yek û bibin deng û tolhildana hemû jinan

Meclisa Tevgera Jinên Ezîdî bi boneya nêzikbûna salvegera Fermana 3’yê Tebaxê ya li ser kurdên êzidî komcivînek li dar xist. Komcîvin li Xanesorê li meclisa giştî ya Xanesorê pêk hat. Piştî komcivînê ji aliye jin û ciwanan ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Meclisa TAJÊ’yê ve  Ferîde Şengal hate xwendin.

Şengal di daxuyaniyê de diyar kir ku ew wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê hat kirin, şermezar dikin û wiha got: “Em hemû cangoriyên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê li dijî fermanan bibin yek û bibin deng û çalakiya tolhildana hemû jinan. Di dirêjahiya dîroka hezar salan de her tim êzidî rastî ferman û di asta herî jor de rastî êrîşan hatine. Di sedsala 21’emîn de xwestin çand, bawerî û nasnameya êzidiyan tune bikin. Bi qetilkirina jin, zarok û yên pîr di sedsala 21’emîn de sûcê mirovahiyê hat kirin. Her ola mislimantiyê li ser êzidiyan hat ferzkirin. Bi şervanên azadiyê re serkeftina dirokî di şoreşa Rojava de pêş hat û zilm û dagirkerî binket. Ezdiyati cewherê esasî ya gelê herême yê, ji ber wê yêkê armanca hêzên faşîst ew bû ky vî gelî ji ser xaka xwe ya qedîm dûr bixin û bêveger bihêlin. Loma fermanek ewqas dijwar pêk anîn. Ev ferman bû sedema êşek pir kûr. Weke ku Rêber Apo dibêje; ‘Em ê êşa xwe veguherînin hêza rêxistinî û mezinkirina têkoşînê.’ Îro di vê rêyê de jinên êzidî dimeşin, êdî jinên êzidî bûne hêza xweparastinê û hêza xwerêxistinêkirinê.

‘Divê qirkirina êzidiyan bê naskirin’

Her wiha Şengal destnîşan kir ku bi serkeftina şervanên azadiyê û dawîlêanîna DAIŞ’ê mizgîniya tolhildana jinên êzidî pêk hatiye û ev jî bûye çavkaniya hêvî û baweriyê û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Zîhniyeta DAIŞ’ê hîn dewam dike. Di heman deme de bi hezaran jinên ku hatin dîlgirtin û hîn jî çarenûsa wan ne diyar e di milê saziyên navnetewî û mafê mirovan de pêwîst e bi lezgînî li ser rewşa wan bê sekinandin, bêne rizgarkirin û hemû rastî derbikevin holê. Sûcdarên mirovahiyê divê bêne mehkumkirin û darizandin. Li ser wan bingehan bangewaziya me ji hêzên navnetewî re ew e ku komkujiya li ser êzidiyan weke jînoside bide naskirin û qebûlkirin. Xiyanetek dîrokî wekî hêzên PDK  divê hesabên xwe bidin û carêke din nekevin xaka Şengalê.” ŞENGAL

Dikarî Biecibînî