TJA’yê dest bi kampanyaya 5 mehan kir

TJA bi armanca balê bikişîne ser şer, talankerî, komkujî, tacîz, tecawîz û tundiya li ser jin û zarokan dest bi kampanyeya ‘Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ kir

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya balê bikişîne ser komkujiyên jinan, jenosîta çandî, tacîz û tecawîzên li dijî jin û zarokan û komkujiya xwezayê dest bi kompanyeya ‘Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ kir. TJA’yê li Eywana Resepsiyonê ya Sûmerparkê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, bi tevlibûna gelek jinan civîna çapemeniyê li dar xist û starta kampanyayê da. Jinên beşdarî civînê bûn kincên gelêrî li xwe kirin û berî daxuyaniyê govend gerandin û dirûşmeyên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî Şoreşa Rojava’ berz kirin. Jinan dûre ji bo jinên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz girtin û piştî rêzgirtinê daxuyaniya kurdî ji aliye aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Elter ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di salvegera Şoreşa Rojava de starta kampanyeyek wiha dane destpêkirin pir bi wate û girîng e.

Elter di daxuyaniyê de bal kişand ser salvegera Şoreşa Rojava û wiha got: “19’ê Tîrmehê salvegera Şoreşa Jinên Rojavayê ye. Şoreşa Jinên Rojavayê, bi pêşengiya jinan, bi jinên cîhanê re tecrubeyeke nû ya têkoşînê da jiyandin û ji me hemûyan re nîşan da ku jiyaneke demokratîk û komînal dê çawa bê avakirin. Ji bo vê yekê em di sosyalîzma sedsala 21’an de Şoreşa Jinên Rojavayê wek şoreşa xwe qebûl dikin û li ser hêla enternasyonalbûna vê şoreşa jinan, em vê şoreşê di şoreşa jinên cîhanê de wek xeleka dawî pênasê dikin. Berpirsiyariya me ya dîrokî ev e ku em xwedî li vê şoreşê derkevin, wê berfireh bikin û mezin bikin. Bi feyza ku em ji Şoreşa Rojavayê distînin û bi kelepora ku me ji tevgera jinên cîhanê dewr girtiye, em jin li xeteke hevpar a têkoşînê gihîştine hev. Em li dij wan rolan derketin ku modernîteya kapîtalîst li ser bar kiriye, ji bo jin ji nû ve vegere ser rastiya xwe me bi zimanê xwe, bi bîr û baweriya xwe, bi çand û rengên xwe gelek tişt bi ser xistin. Destkeftiyên me her wiha jiyana ku em hêvî dikin bixwe ne. Ji ber vê yekê em hemû êrîşên ku li jiyan û destkeftiyên me tê kirin wek li paradîgmaya me ya Jinên Demokratîk û Ekolojîk hatibe kirin dibînin û em rave dikin ku em ê bi tevayî di nava têkoşînê de bin”

‘Ji bo azadiyê tu jî rabe ser pêyan’

Di berdewamê de Elter xebatên xwe yên di pêvajoya derbas bûyî yên bi jinan re kirin de bi bîr xist û wiha domand: “Di pêvajoya çûyî de, me bi gelek jinan re li ser qadên cihê cihê nîqaş kirin, em li ser meseleya jinan axivîn, ji nêrîn û pêşniyazên ku derketin holê û ji encama ku me bi hemû pêkhateyên xwe re nîqaş kirin, wek TJA biryar da ku em vê yekê wek kampanyayekê li dar bixin. Em radigihînin raya giştî ku em ê bi sernavê ‘Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ kampanyaya xwe berdewam bikin. Îro pergala kapîtalîst a mêran e, ji bo feraseta xwe ya netew-dewletê li ser pêyan bihêle û jîndar bike hemû polîtîkayên xwe yên qirêj ên şer dide meşandin. Em pir baş dizanin ku forma netew-dewletê ya pergala kapîtalîst, ji civakan re ne jiyaneke nû pêşkêş dike û ne jî hêviya siyaseteke nû dide civakan. Berevajî vê, Rojhilata Navîn dixe nava kaosekê û li ser vê jî dixwaze xwe jîndar bike. Ji bo vê ye êrîş li hebûn, ziman, çand û baweriyên civakan dike, dewlemendiya civakên Rojhilata Navîn, ji bo xwe wek xenîmet dibîne û feraseta talankeriyê berbelav dike. Em jin, van êrîşan wek li nirx û pergala me jinan hatibe kirin dibînin û em ê bêdeng neminin.”

Jin jiyan ê diparêzin

Elter da zanîn ku jin li dijî şer, talan û mirinê, jiyanê diparêzin û wiha pêde çû: “Li vî welatî û li ser vê erdnîgariyê, ji aliyê pergala mêrane ve rolên zayendiya civakî yên newekhev di her qada jiyanê de dixwazin jinê bikin koleyên mêran. Bi baweriya jiyaneke nû em ê guherîn û veguherînê di vê kampanyayê de bihewînin. Têkoşîna ku heta niha me li hember feraseta mêran dida, di vê kampanyayê de em ê çalaktir bikin. Li hember feraseta mêran a mîlîtarîst, zayendperest û netewperest ku hêza xwe ji şer, talan û xespê distîne û koçberiyê li me ferz dike, em jin li ser aştiyeke bi rûmet israr dikin, em erdnîgariya xwe naterikînin û qadên xwe yên jiyanê diparêzin. Em jiyana li ser erdê xwe esas digirin.”

‘Ji bo ewlekariya jinên penaber em ê têbikoşin’

Di berdewamê de Elter rewşa jinên penaber ên ji ber şer bondar bûne jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Jinên penaber ji bo ku bigihîjin jiyaneke bi rûmet û pêşerojeke ewle em ê tê bikoşin! Tu ewlehiya civakî ya jinên penaber û koçber tuneye û îro li kolanan tên qetilkirin û îstîsmarkirin, sermaye wan wek hêza kar a erzan dixebitîne û wan mecbûrî fihuşê dike. Em ji vir careke din diyar dikin ku li pişt van êrîşên li penaber û koçberan, nemeşandina zagonên penaber û koçberan hene, peymanên ku hatin destnîşankirin nehatin bicîanîn. Bi armanca piştevaniya jin û zarokên penaber û koçber, ji bo ku ew li ciyên ewle bimînin û bi biryar û xwesteka xwe vegerin qada xwe ya jiyanê em ê xebatên xwe berfireh bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Careke din em diyar dikin ku ev pirsgirêkên heyî ji ber polîtîkayên mîlîtarîst û şerperest in.

Di pêvajoya çûyî de ji ber feraseta mîlîtarîst û şerperest, em hemû bûn şahidên sûcên mirovahiyê. Dayika Taybet ku meytê wê heft rojan li kolanê ma, Cemîle Çagirgaya ku meytê wê di sarincê de hat parastin, Şule Çet û gelek jinên din hatin qetilkirin û em dizanin ku ev hemû qetlîam ji ber vê feraseta qirêj e. Pergalên nêrza bi polîtîkayên xwe yên mîlîtarîst dixwaze netewperestiyê belav bike û faşîzmê li ser me ferz bike.”

‘Cîhana me dimire em ê cihana xwe vejînin’

Elter bal kişand ser talankirina xwezayê û wiha got: “Pergala ku ji jinan re qadên jiyanê nehiştine, dixwaze qadên jiyanê bike beton, bi mêzîna xwezayê  re dilîze û mîrata çandî û dîrokî di bin avê de dihêle û bi vî awayî dixwaze pergala xwezayê serobino bike. Li hember vê pergala ku qada bêhnstendinê nehiştiye û hemû xwezayê ji bo sermayeyê wek rant dibîne, em jin li qadên hevpar ên têkoşînê bên bal hev û li dijî tarûmarkirin û betonkirina xwezayê bisekinînin.”

Êrîşên li ser jinan polîtîk in

Di berdewamê de Elter destnîşan kir ku ew êrîşên li dijî jinan îdeolojîk û polîtîk dibînin û wiha rêz kir: “Em diyar dikin ku em li hember van êrîşan îdeolojîk û polîtîk tev bigerin! Lewma em ê bi hêza xwe ya birêxistin li hemû qadan li hember  îstîsmarkirina zarokan, tundî û qetilkirina jinan bertekeke hevpar nîşan bidin! Li hember polîtîkayên tundperest ên ku li hemû qadên jiyanê tên meşandin, pêkanîna parastina cewherî ya jinan ne sûc e, li hember polîtîkayên kêm ên dewletê parastina cewherî ji bo me jinan mafeke sereke ye. Îro gelek jin hatine cezakirin ji ber ku li hember tundiyê parastina cewherî pêk anîne. Em diyar dikin ku li hember êrîşên ku li mafê me yê jiyanê hatiye kirin hewce ye em parastina cewherî bikin û em ê vê li her derê bînin rojevê. Polîtîkayên bêcezatiyê, pêşiya tundiya li jinan vedike û ev rewş bi destê desthilatdaran tê meşrûkirin. Ji ber vê yekê tundiya li jinan, ji tundiya dewletê cudatir nîne. Li hember polîtîkayên mêrperest ku jinan wek hêza kar a erzan dibînin, laşê jinan wek sermaye bikar tînin û zorê didin jinan ku fuhûşê bikin, em jin li kolanan, li qadan û li kargehan dengê xwe xurttir û bihêztir bilind bikin. Bi hêza xwe ya birêxistin û bi baweriya xwe ya azadiyê em ê bi vê kampanyayê pêşî li tundiya li jinan bigirin. Em jinên ku di malan de tên hepskirin û ji qada civakî tên dûrxistin, li hemû qadên jiyanê xeta xwe ya birêxistin a veguherîn û azadiyê pêş bixin. Em ê qebûl nekin kesên ku zarokan îstîsmar dikin di nava civakê de bi rehetî bigerin û ceza nestînin. Em ê li ser vê yekê li hember tundiyê bisekinin û ji bo verastkirinên fermî jî têbikoşin.”

Jin hêza pêşeng a rêya sêyemîn in 

Elter anî ziman ku rola sêyemîn a rêya stratejîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû nirxand û wiha got: “Li vî welatî li ser maf û azadiyên sereke qetlîam tê kirin. Mînaka herî mezin a vê bêhiqûqiyê em di tecrîda li ser birêz Ocalan de dibînin ku li ser şexsê wî li hemû civakê tê kirin. Jixwe hemû bêhiqûqiya ku li me tê kirin ji tecrîdê tê. Elbet ev bêhiqûqî tenê ne ji bo me ye, hemû qadên civakê girtiye nav xwe. Dixwaze karmendan, karkeran, xwendekaran, kesên ku aştiyê dixwazin, jinan, zarokan, bi kurtasî dixwaze her kesî bigire nav xwe. Lewma di kampanyayê de em diyar dikin ku em ê li hember van bêhiqûqiyan bêdeng nemînin, li kolanan, li kargehan, li meclisê, li taxan ji bo aştiyê ava bikin em ê stratejiya rêya sêyemîn bingeh bigirin. Hêza pêşeng a vê stratejiyê jin in.”

Dê modernîteya kapîtalîst rexne bikin

Elter herî dawî xalên kampanyayê ya heta dawiya meha kanûnê dewam bike, wiha rêz kirin;

  • Em ê modernîteya kapîtalîst rexne bikin.
  • Ji bo mêr biguherin û veguherin em ê çalakiyên hişmedkirinê li dar bixin.
  • Ji bo pirsgirêkên ku ji ber dagirkerî, koçberî û şer derketine holê plansaziyeke piralî bikin.
  • Li hember êrîşên li jinan em ê hewl bidin ku parastina jinan bandorker bikin.
  • Di temamê meha Mijdarê de ji bo têkoşîna bi tundiya li jinan re em ê çalakiyan li dar bixin.
  • Di temamê meha Kanûnê de ji bo mafên mirovan li hember bêhiqûqiyê, bi taybetî jî bêhiqûqiya li girtiyên siyasî yên jin em ê kampanyayeke birêxistin li dar bixin.
  • Em ê li kolanan stranên azadiyê bistrên.
  • Em ê li tarûmarkirina ekolojîk bisekinînin.
  • Em ê kincê kar li xwe bikin û nobedê bigirin.
  • Em ê bi zimanê xwe hefte û bernameyên çandî li dar bixin.
  • Em ê bi platformên jinan re hevkarî bikin û ji bo qadên jinan ên jiyanê vebin plansaziyan çêkin.  AMED
Dikarî Biecibînî