Şoreşa jinan li cîhanê deng veda

Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ya bi serkêşiya jinan, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca xwexilaskirina ji zîhniyeta ku azadiya wan asteng kiribû, gavên mezin avêtin. Jinan di demeke kurt de sîstema xwe ya demokratîk û meclisên xwe yên xweser ava bikin

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wek şoreşa jinan tê naskirin. Jinan ji bo tunekirina hişmendiya baviksalar a ku azadî û mafên wan sînordar kiribûn, têkoşîneke mezin meşand û hê jî didomînin. Jinan di dirêjahiya şoreşê de rola xwe ya di pêkanîna jiyana hevbeş de diyar kir, sîstema hevserokatiyê di hemû saziyan de ava kirin û di aliyê leşkerî de terora herî xeternak a DAIŞ‘ê ya bûbû bela serê cîhanê, tune kir. Bi hezaran jin û zarokên êsîr ji pencên çeteyan rizgar kirin. Lewre vê şoreşê bala tevahî cîhanê kişand.

Rola YPJ‘ê ya di şerê li dijî DAIŞ‘ê de

Çeteyên DAIŞ‘ê li ser tevahî cîhanê xetere bûn, li herêmên Sûriyê yên dagir kiribûn, kiriyarên nemirovî li dijî sivîlan pêk dianîn. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bû, li hemberî çeteyan bû mertal. Di vir de jî rola şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya di bin banê QSD‘ê de tev digere, di tunekirina çeteyên DAIŞ‘ê û rizgarkirina bi hezaran sivîlan de diyarker bû. Şervanên YPJ‘ê di hemû pêngavên rizgarkirinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî komên çete de cih girt. Ya herî dawî Pêngava Tunekirina Terorê li herêma Baxozê ya gundewarên Dêrazorê bû, ku bi tunekirina DAIŞ‘ê di aliyê erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi encam bû. Di encama pêngavan de 52 hezar km çargoşe ji xaka Sûriyê rizgar bû.

Ji ber ku rizgarkirina jinan armanca sereke ya yekîneyê bû, YPJ‘ê 600 jin û zarokên êzidî yên Şengalê yên di fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an de hatibûn revandin, ji çeteyan rizgar kirin. Ev serkeftin ew qas bi hesanî pêk nehat, lê belê 752 şervanên YPJ‘ê şehîd bûn û 3 hezar jî birîndar bûn.

Tevî astengiyan berxwedan berdewam e

Di sala derbasbûyî de (2018) kantona Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Gelê Efrînê bi serkêşiya jinan li hemberî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke efsanewî nîşan da, çalakiya têkoşer Avesta Xabûr û berxwedana Barîn Kobanê û bi hezaran têkoşerên jin rastiya vê yekê radixe holê. Ji ber komkujiyê dagirkeran li dijî sivîlan û dagirkirina kantonê şêniyên kantonê neçar man ku ber bi Şehbayê ve derkevin û berxwedana xwe li wir dewam bikin heta Efrîn rizgar bibe.

Jineolojî berhema şoreşa jinan e

Piştî hezaran salan ji zilm û bêmafiyê li Rojhilata Navîn a bi sedema siyaseta pergalên desthilatdar Şoreşa Rojava anku “Şoreşa Jinan” aso ji jinan re vekirin da ku rola xwe di civakê de vegerînin. Ji berhemên vê şoreşê jinelojî “zanista jinan” derket pêş ku niha li zanîngeh, peymangeh, akademî û dibistanên Rojava û Bakurê Sûriyê tê dayîn. Dîsa jî li hemû herêman navendên lêkolînên jineolojiyê hatin vekirin.

Yekemîn akademiya jineolojiyê li kantona Efrînê di 17‘ê Tîrmeha 2017‘an de hate vekirin. Akademî piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve hate girtin. Di 13‘ê Îlona 2017‘an li Dêrikê, 3‘yê Çileya 2018‘an li bajarê Minbicê, li Hesekê jî 11‘ê Çileya 2019‘an û li Kobanê 6‘ê Adara 2019‘an hatin vekirin. Akademiyên jineolojiyê yên Bakur bi rêya 7 şaxên xwe (Navenda Jineolojiyê, dibistanên amadehî, Peymangeha Andre Wolf û Fakulteya Jineolojiyê) zanista jinan û rêgezên hevjiyana azad û wekheviyê di civakê de belav bike.

Meclisa Jinan a Sûriyê sîwana hemû jinan e

Meclisa Jinan a Sûriyeyê di navîna 2017‘an de hate avakirin û wekî sîwana hemû jinên Sûriyê ji hemû pêkhateyan (kurd, ereb, suryan, çerkes, dirzî, elewî, îsmaîlî û ..hwd) tevdigere. Meclisê bi rêya buroyên xwe li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dera, Şam, Berava Sûriyê û Siwêdayê ava kirin da ku jinan bi rêxistin bike.

Di aliyê dîplomasiyê de

Di aliyê dîplomasiyê de Meclisa Jinan a Sûriyê bi rêxistinên jinan ên cîhanê re civiya. Her wiha di Meclisa Şêwirê ya Jinên Sûriyeyê ya Serbixwe ya girêdayî buroya nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê de nûnertiya Meclisa Jinan a Sûriyê heye.

Avakirina meclisa giştî ya hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Ji ber pêwîstiya yekbûna refên jinan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştî rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyê ji aliyê QSD`ê ve û avakirina meclis û rêveberiyên jinan pêwîstî bi yekrêziya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dîtin, bi vexwendina Kongreya Star di 14`ê meha Hezîranê de meclisa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.

Kongreya damezirîner a meclisê bi beşdarbûna jinên ji hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin, kongreyê bi avakirina meclisê bi encam bû ku sîwanê sereke ya hemû jinan e û hemû rêveberî û meclisên jinên li herêmê ye.

Meclis ji 17 jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Jinên herêma Firatê nêrînên xwe kirin yek

Ji bo yekkirina nêrîna jinên Sûriyê û pêşxistina rola wan di hemû saziyan de, komxebata diyalogê ya berfireh li Tebqayê bi dirûşmeya “Jin di dema şer de rastî û aso ne” di 13 – 14’ê Tîrmehê de hate lidar xistin. Jinên ji Tebqa, Reqa, Dêrazorê û nûnerên ji MSD`ê û jinên Şengalê amade bûn.

Jinên beşdarî komxebatê bûbûn daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi berpirsyartiya xwe ya mirovî rabin û sînorekî ji destwerdanên Tirkiyê yên di xaka Sûriyê, Iraq û Başûrê Kurdistanê de deynin û Tirkiyê ji hemû herêmên dagirkirî ku sûcên li dijî mirovahiyê dikin, derxin. Her wiha Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê em banga avakirina dadgeheke navdewletî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ji ber ku çeteyan li vir sûcên mirovî, bi taybet li dijî jinên êzidî kirin. Her wiha banga beşdarkirina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nivîsandina destura nû ya Sûriyê hate kirin.

Li ser şopa berxwedêr û têkoşeran

Hemû destkeftiyên jinan, berhema keda şehîdan e. Jinan di şoreşê de pêşengiya xwe di her qadê de diyar kir. Şoreş hîna bi dawî nebûye, têkoşîna jinan hîna jî berdewam e heta hemû jin azadiya xwe bi dest bixin.

 

Dikarî Biecibînî