aram

‘Berpirsyarê kuştina jinan hikûmeta AKP’ê ye’

Ji hiqûqnasên Baroya Wanê Sevda Aydin diyar kir ku kuştina jinan ku dema dawî zêde bûye polîtîk e û got ku berpirsyarê kuştina jinan hikûmeta AKP’ê ye

Li Tirkiyeyê bi taybetî bi destpêkirina desthilatdariya AKP’ê re ji sala 2002’yan ve jin hîn bêhtir ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Di sala 2002’yan de dema ku AKP bû desthilatdar hejmara jinên hatin kuştin 66 bû, di sala 2016’an de bû 328 kes, di 10 mehên destpêkê yên sala 2017’an de jî gihîşt 338 kesan.

Ji hiqûqnasên Baroya Wanê Sevda Aydin mijar nirxand û diyar kir ku sedema herî mezin a zêdebûna tundiyê û kuştina jinan polîtîkaya giştî ya li welat e ku zemînê li tundiya li ser jinan re diafirîne û wiha got: “Gotinên rayedarên siyasetê di wê astê de ne ku zemînê ji kuştina jinê re amade dikin, di heman demê de teşwîq dikin. Daxuyaniyên ku dibêjin ‘divê jin îteatê bikin, divê jin nekenin’ tundiyê xwedî dikin. Her wiha polîtîkayên aboriyê ku jinê li derveyî jiyanê dihêlin û astengkirina cihêbûnê çend ji van sedeman e.”

Di axaftina xwe de Aydin anî ziman ku di dosyayên kuştina jinan û îstîsmarkirina zarokan de yên ku tên darizandin ne tenê bersûc in, di heman demê de îstîsmarkirin û kuştina jinê ne û da zanîn ku kêmkirina cezayê bersûcan di heman deme de kêmkirina cezayên îstîsmar û kuştina jinan e.

Aydin destnîşan kir ku ji bo dawî li tundiya ji ber zayendê bê anîn, beriya her tiştî divê normên civakî bên guhertin û diyar kir amûra herî girîng a guhertina vê yekê jî guhertina polîtîkayên hikûmetê yên der barê jinan de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo van hemûyan jî divê têkoşîneke xurt a civakî bê kirin û dengê piştevaniyê bê bilindkirin.” AMED