Ji KJAR’ê pêngava ‘Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin’

Navenda Nûçeyan

KJAR li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê pêngava ‘Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin’ da destpêkirin û bang li hemû jinên li Îranê kir ku tev li pêngavê bibin

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li ser malpera xwe ya civakî ragihand ku ew li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê pêngava ‘Li dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin’ dane destpêkirin. Di daxuyaniyê de armanca pêngavê xal bi xal tê vegotin û îlana pêngavê tê kirin.

Metna daxuyaniya ku ji aliyê KJAR’ê ve hatiye dayîn wiha ye:

“Li dijî Şîdetê yek bigirîn, têbikoşîn û azad bibîn

Di sedsala 21’emîn de mirovahî, jîngeh, civak, çand û exlaq di rewşeke xirab de ye û di nava lepên kapîtalîzmê de dinalin. Rojhilata Navîn di navenda vê qirkirin û komkujiyan de ye. Jin jî qurbana sereke ya siyaseta kapîtalîzmê ye. Yek ji lingên vê sîstema kapîtalîst dewlet neteweye ku pêşî li gelek komkujiyan vekiriye.

  • Îran jî yek ji welatên kapîstalîst e. Her çend bi nav îslam jî be, di kiryar û qada pratîkî de kapîtalîst e. Îran bi siyasta cinsiyetperest, olperest, nîjadperest xwe li ser civakê ferz dike. Zîhniyeta mêrsalar bandorli ser hemû saziyên civakê kiriye û nirxên manewî yên civakê hildiweşîne. Li hember vê yekê pêwîstî bi hişyarbûna wijdanan heye.
  • Mirov hebûneke civakî ye û civakek demokratîk bi çanda xwe tê nasîn. Civaka Îranê jî civakeke pir reng û mûzeyeke zindî ya gelan e. Lê rejîma Îranê di qirkirin û helandina çand û netewan de israr dike. Ji ber qutbûna ji ziman qutbûna ji çandê ye. Sîstema perwerdeya Îranê qir dike. Ger zarokên kurd an jî zarokên ji neteweyek din farisî nezanin, wan kêm dibînin. Ev jî asta zîhniyeta qirker a Îranê nîşan dide. Li dijî eqliyeta ku renginiyan tune dike û yek rengiyê ser civakê ferz dike, pêwîstî bi guhertineke demokratîk ku hemû civakê hembêz bike heye.
  • Rejîma Îranê bi eqliyeta zayendperest a di hemû warên jiyanê de ava kiriye, hebûna jinan a di qadên siyaset, aborî, civakî, hiqûq, perwerde û hunerê de ji nedîtîve tê û nîvê civakê tune hesap dike. Li dijî vê zîhniyeta qirker xwe rêxistin û avakirina eniyên demokratîk ên hevbeş, ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin e.
  • Qeyranên aborî zexteke mezin li ser civakê û ser jinan çêdike. Ev jî dibe sedema xwekuştin, kuştin, laşfiroşî, bikaranîna madeyên hişber, zewaca di temen biçûk û bi zorê, zewaca spî (sîxe) û hwd. Ev siyaseta çewt a rejîmê dibe sedem ku jin di nava rewşeke dijwar a xirab de bijîn. Li dijî vê pêwîstî bi siyaseteke perwerdeya civakî ya li ser hîmê siyaseta demokratîk heye. Ji bo guhertin û azadiyê jî têkoşîn rêya tekane ye.
  • Li dijî hemû yasayên ku darvekirin, îşkence, qirkirina xwezayê û girtina çalakvanên jîngehparêz û jinan rewa dike, têkoşîn û hewlesteke hevbeş wê rê ji avakirina civakek demokratîk û azad re veke.
  • Di sedsala 21’an de şîdeta ser jinan di asta gerdûnî cîhanî de ye û ev li Îranê bi awayekî vekirî di bin navê yasayên îslamî de birêve diçe. Lê têkoşîna jinan a cîhanî di asteke jor de ye. Jin wê çarenûsa ku ji bo wan bi destê mêr hatiye nivîsandin red dikin. Her lêgerîna heqîqetê li dijî neheqiyan destpê dike. Ger ev lêgerîn xwe birêxistin bike wê demê pêkan e ku bi ser bikeve.
  • Em weke jinên Kurd xwedî dîrokek bi ezmûnin, ji bo vegerin dîroka ku jin bidestê xwe nivîsandiye. Em şopdarên ew fikir û feslêya azadiyêne ku di kesayeta Ş. Şirîn Elemhûlî de xeta teslîmiyetê bi bin xistine. Di şexsê Hevala Viyan Peyman de jî xeta yekîtiya jinan hate avakirin.
  • Ger jin xwe bi çeka zanabûn û rêxistinbûnê, îradeya azad bixemilînin, pênaseya xwe ya azadiyê bi hinek daxwazên biçûk ve sînordar nekin, ew ê bikarin di civakê de jî zemînên demokratîkbûn û wekheviyê ava bikin. Ger jin bixwaze bibe ya xwe, divê xwe ji tabûyên hezarî salan ên ji aliyê sîstema zilamsalar ve hatine pêşxistin, xilas bike.

Em wek KJAR bi bawerî, bi îrade û fikrek azad a jinan pêngaveke civakî ya bi dirûşma ‘Dijî Şîdetê yek bigirİn, têbikoşîn û azad bibîn’ radigihînin. Em ê bi hêza çandî, zîhnî, rûhî ya jinê û civakê li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê derdikevin û ji her cûre dagirkeriyek re dibêjin ‘NA’.

Li ser vê esasê bang li hemû jinên Îranê (Fars, kurd, ereb, belûc, azerî, mazenî, gîlekî û lor) dikin, li dijî hişmendiya jinkujiyê rabin ser pêyan, xwedî li hebûna xwe derkevin û tev li kampanyayê bibin. Divê em ji bo çareseriya êşên jinan û pirsgirêkên hevbeş, rêxistin û eniyên hevbeş ava bikin.

Divê em vê pêngavê ji şexsê xwe bidin destpêkirin û li gel xwe jî civakê azad bikin. Ji ber heya jin azad nebe, civak jî azad nabe.”

Dikarî Biecibînî