Çîroka dayikeke ku li dijî rejîma Îranê li ber xwe da

Ronak Rojhilat ku di nava KJAR Ewropayê de ye, dayikeke kurd a du zarokan e ku ji zindanên Îranê heta Ewropayê kar kiriye. Li gel biryardarî û israra ji bo têkoşînê balê dikişîne ser girîngiya naskirina mêtingeriyê

Ronak Rojhilat ku di nava karên Ewropayê yên Tevgera Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) de ye, qala jiyana xwe ya ji têkoşînê kir.

Ronak li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sine tê dinê. Hîn 15 salî tê zewicandin.  Li dijî erîşên rejîma Îranê yên li ser gelê kurd, tekoşînek mezin dide meşandin.  Ew jî hevjînê wê jî bi êrîşên mezin re rûbirû tên.  Tevlî şoreşa ku sala 1979 an de çêbûyî  dibin. Bi riya hevjînê xwe tekoşînê nas dike.  Û  bi biryarbûyînek mezin ve heta roja me ya îro tekoşîna xwe didomîne.

Ronak qala têkoşîna xwe ya destpêkê ya li dijî rejîmê dike: “Destpêkê tu eleqeya min bi siyasetê re nîn bû.  Bi riya hevjînê xwe min tekoşîn nas kir. Hevjînê min çepgirek radîkal bû.  Endamê Tevgera Komala bû. Hîn di demê şah de dest bi tekoşînê kiribû. Wê demê 6 meh di zindanê de mabû.  Bi îşkenceyên mezin ve rûbirû hatibû. Di nava demê de ji min re behsa wan deman kir.  Çima hatiye girtin û hwd.  Piştre ez teşwîqê pirtûkxwendinê û lêkolînê kirim.  Bi saya wî min zanî ku welatê min di bin dagirkeriyê de ye. Piştî wê jî lêgerînên min her tim çêbûn. Ez û hevjînê min tevlî xebatan dibûn. Em bi awayeke aktîf tevlî şoreşa 1979’an bûn.  Ji bo min ew kêlî pir bi heyecan bûn. Jiyana malê ji bo min pir girîng nebû. Tevahî jiyana min ji bo tekoşîn, azadî, ax, welatê bû.”

Ronak ku dayika du zarokan e,  wek dayîkekê zor û zehmetiyên tevlîbûyîna xebatan wiha behs dike; “Sala yekemîn ez ducanî bûm. Kurekî min çêbû. Dema şoreş çêbû kurê min yek salî bû. Xumeynî hat li ser desthilatê. Li Kurdistanê êrîşên mezin çêbûn.  Ji ber ku êrîş giran bûn em neçar man ku biçin derveyî bajêr.  Şoreşa gel vegeriya dij şoreşê û berjewendiyên gel binpê bû. Kurdistan jî pareke mezin ji vi wergirt. 24 rojan bê navber em di nava şer de man.  Kurê min ji bo min pir girîng bû.  Lê welatê min girîngtir bû. Min ew didana gel dayîka xwe û ez diçûm çalakiyan. Dema ku min êrîşên li dijî gel didît nedibû ku ew bisekinim. Min 20 rojan hevjînê xwe qet nedît. Nedibû ku em li xwe bifikirin. Bi taybetî gelê Kurd pir zehmetî dikişand.”

Ew û kurê wê hatin girtin

Ronak ji aliyê rejîma Îranê tê girtin û bi tevî kurê wê dişînin zindanê. Ronak wiha behsa wê demê dike; “Me çalakî dikirin, kar dikir. Ji bo wê jî êrîş li me kirin. Ez û kurê min girtin. Em 6 mehan di zindanê de man. Merheleya zindanê ji bo me pir zehmet bû. Sê rojan ez qet ne razam. Ji ber ku ciheke ku em lê razên jî nebû. Zemîn beton bû. Ji bo ku kurê min nekeve ser betonê her tim çavê min lê bû. Dema ku kêliyekê çavên min ketin ser hev wê demê kurê min ket. Min kir qêr. Piştre pastar hatin. Me ew bir nexweşxaneya Seferiyê.  Li wê derê bijîşkê ji Mahabatê hebû. Kurê min tedawî kir. Pastar jî li gel me kete odeya doxtor. Piştre bijîşk bi zorî pastar ji odeyê derxist. Pencere nîşanî min da û xwest ku ez birevim. Ez tu carî wê kêliyê ji bîr nakim. Bi rastî jî kurdîtiya rast, welatparêziya rast ew bû. Eger ez reviyabam wê bijîşk zirer bidîta. Ji bo wê ez nerevîm. Piştre em careke din vegeriyan zindanê. Piştî 9 mehan ez serbest hatim berdan.”

ANF Images

Piştî zindanê bi eşqeke hîn mezintir

Ronak di berdewamiya axaftinên xwe de got; “Piştî ku ez ji zindanê derketim kîna min ya li hember dijmin qat bi qat zêdetir bû û bi eşqeke mezin ez ji nû ve tevlî kar bûm.” Ronak wiha domand; “Piştî ku ez ji zindanê derketim bi eşqeke mezin ez tevlî kar bûm. Wê demê bûyerek çêbû ez dixwazim parve bikim; wê demê pastaran êrîşê Mêrîvan kiribû û gelê Mêrîvanê ji bajêr derxistibûn. Li ser wê esasê em wek gelê Sine heta Merîvanê meşiyan û me pastar ji bajêr derxistin û gelê Mêrîvan careke din vegerand malê.  Bi rastî jî Fuad Mistefa Sultanî ku wê demê endamê Komala bû wê demê pir rolê xwe leyîst û ji me re jî pir alîkarî kir.  Şoreşgerekî ku di her alî de bi wate bû.”

Soz da hevjînê xwe

Hevjînê wê ji aliyê rejîma Îranê ve tê qetil kirin. Piştî qetilkirina hevjînê xwe pir zehmetî dît û got, “Hevjînê min ji bo azadiya gelê xwe dixebitî. Rojekê dema diçû kar ji aliyê cehşekî ve tê îxbarkirin. Bi tawanbariya ku rêxistiniyê dike hat girtin. Wê demê hîn 31 salî bû. Hate qetilkirin. Ji bo ku ez girêdayî bîranîna wî bînim min soz da û heta niha jî min dest ji têkoşîna xwe bernedaye.”

Ronak ji aliyê rejîma Îranê ve careke din tê girtin.  Piştî 18 mehan careke din serbest tê berdan.  Piştre derfetê wê li Rojhilatê Kurdistanê de ji bo karkirinê namîne.  Diçe Başûrê Kurdistanê piştre jî diçe Ewropa. Piştî demek tevlî felsefeya Apoyî dibe.  Ronak wiha behsa wê demê jî dike; “Dema ez çûm Ewropa min felsefeya Rêbertî nas kir. Min pirtûkên wî xwendin. Felsefeya Serokatî nas kir. Ji wê demê ve min di xebatên azadiya Kurdistanê de  têkoşîna xwe domand.”

Ronak herî dawî wiha bangawazî li gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir; “Tevî ku du zarokên min hebûn û rejîma Îranê zextên mezin kirin min tevahî hebûna xwe ji bo azadiya gelê Kurd feda kir.  Ez bangawazî dikim ku gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi taybet jî ciwan bila tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê bibin. Li dijî êrîşên rejîmê bila bêdeng nemînin. Tenê tişta ku me rizgar bike berxwedana li dijî dagirkeriyê ye.”

Çavkanî: Waran Hewraman/ANF

 

Dikarî Biecibînî