aram

Rola mamosteyan di civakê de roleke sereke ye

Ji hêla Kongreya Star ve ji bo 23 mamosteyan perwerde hat destpêkirin. Mamosteyên ku tev li perwerdê bûn diyar kirin ku rola mamosteyan di nav civakê de roleke sereke ye û gotin ku ji bo guhertina civakê perwerdeya mamosteyan girîng e

Ji bo mamosteyên jin li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê ji hêla Kongreya Star ve perwerdeya bi navê Şehîd Viyan Amara hat destpêkirin. 23 mamoste tev li perwerdê dibin û perwerdê dê 20 rojan berdewam bike.

Mamosteyên ku tev li perwerdê bûn nerînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku perwerde bingeha avakirina kesayet û civakeke rast e.

‘Bi perwerdê bingek tê avakirin’

Mamosteya bi navê Zîlan Al Fecir li ser girîngiya perwerdê rawestiya û wiha got: “Em mamosteyên Helebê di vê betlaneya havînê de perwerdeyeke giştî bibînin. Em ê xwe ji aliyê birdoziyê û branşa xwe perwerde bikin. Perwerde ji bo guhertina civakê pir girîng e. Kesên herî zêde di civakê de were perwerdekirin mamoste ne. Ji ber ku ew e nifşên nû ava bike û ji bo kesayetên rasteqîn perwerdeyên bingehîn ava bikin.”

Mamosteya bi navê Mîdiye Ehmed jî li ser rol û mîsyona mamosteyan a li ser civakî nirxand û ev tişt anî ziman: “Ez ji perwerdê pir hez dikim. Em bi perwerdê gelek tiştan hîn dibin. Di destpêkê de jin xwe nas dikin û civaka xwe nas dikin. Divê mamoste baş werin perwerdekirin ji ber ku perwerdekirina civakê dikeve ser milê mamosteyan.”

Mamoste Ferzet Eyşan jî bal kişand ser kêyfxweşiya xwe ya ji bo perwerdê û wiha got : “Em di vê perwerdê de pir kêfxweş in. Mirov bi rihetî jiyanê hîs dike û nas dike. Em li hev kom dibin ser bingehekî xwe li pêşdixin. Em bi hev re dibin alîkar.” HELEB