aram

Jinên êzidî yên mohra xwe li dîroka kurdan xistin

Di dîroka êzidiyan de ku li dijî ferman, qirkirin û sirgûnê hebûna xwe parastin, gelek jinên berxwedêr, lîder, nivîskar û hunermend derketin pêş. Di têkoşîna azadiyê û parastina çanda kurd de rola wan girîng e

Çeteyên DAIŞ’ê dema ku 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî Şengalê kirin, yek ji qirkirina herî giran a dîroka nêz a mirovahiyê kirin. Bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin. Ya ku bi serê êzidiyan ve hat weke ‘Fermana 73’yan’ hate pênaskirin û bi taybetî ji ber hovîtiya li jinên êzidî hate kirin qirkirin weke ‘hovîtiya li jinên êzidî’ hate pênasekirin.

Jinên êzidî bi taybetî bûn hedefa êrîşan, ji ber ku yên kevneşopî û çanda xwe gihandin vê serdemê ew in. Herî zêde wan li dijî ferman û asîmîlasyonê li ber xwe dan.

Di dîroka êzidiyan de ku li dijî ferman, qirkirin û sirgûnê hebûna xwe parastin, gelek jinên berxwedêr, lîder, nivîskar û hunermend derketin pêş. Di têkoşîna azadiyê û parastina çanda kurd de rola wan girîng e.

Meyan Xatûn, Binevş Agal, Eznîva Reşîd, Cemîla Celîl çend ji wan e.

MEYAN XATÛN: Meyan Xatûn sala 1873’yan li gundê Baedre yê Şêxanê ji dayik bû. Wê demê yek ji komkujiyên herî mezin ên sedsala dawî li êzidiyan û Şengalê hatekirin. Qirkirina destpêkê ya sedsala 19’an di sala 1832’yan de bi fermana prensê Soran Mîr Mûhammed (Mîrê Kor) hate kirin. Li Şengalê Mîr Elî Beg ê yekemîn hate qetilkirin.

Meyan Xatûn jî hevsera Mîr Elî Beg ê duyemîn bû. Di sala 1892’yan de artêşa osmanî ya bi fermandariya Omer Vehbî Paşa bi desteka hin eşîrên kurd ên misilman û ereb careke din komkujiyê li Şengalê dike. Omer Vehbî Paşa mezintirîn fermana li êzidiyan pêk anî û bi hezaran êzidiyên ku qebûl nekirin derbasî îslamiyetê bibin qetil kir, li Şengalê bi zorê îslamiyetê ferz kir. Mîr Elî Beg ê duyemîn û hevsera wî Meyan Xatûnê dişînin sirgûnê, eşya û berhemên pîroz ên êzidiyan dişînin Mûsilê û deverên pîroz ên li Şengalê bi zorê dikin medrese.

Di encama zexta xiristiyanên li nava osmanî navber dan qirkirina li Şengalê û Omer Vehbî Paşa ji wezîfeya li herêmê hate dûrxistin û ew birin Stenbolê. Di dema fermanê de Meyan Xatûn bi wêrekî û kesayetiya xwe ya otorîter êzidî di nava yekitiyê de hişt. Piştî ku hevserê wê jiyana xwe ji dest da, kurê wê Saîd tevî ku hîn biçûk bû demekê mîrtî kir. Di dema mîrtiya kurê xwe Saîd Elî Beg û neviyê xwe Mîr Tahsîn Beg (Di Çileya 2019’an de wefat kir) li pişt perdeyê timî lîdertî kir. Pêşengî kir ku Laleş ji nû ve bibe îbadetxaneya êzidiyan û heta sala 1956’an dema wefat kir, di dîroka nêz a êzidiyan de weke jineke girîng hate dîtin.

BEGÊ SAMUR: Begê Samur di nava eşîra Dina de di navbera salên 1894-1958’an de li gundê Mishacerk ê Pirsûsê û gundê Oglakçi yê Wêranşarê yên Rihayê ma. Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re yek ji wan êzidiyan bû ku dewleta tirk nekarî wê bike misilman û bi demê re di nava gel de veguherî efsaneyekê.

EZNÎVA REŞÎD: Di sala 1926’an de li gundê Elegez ê Ermenistanê ji dayik bû. Di sala 1955’an de li radyoya Erîvanê bû pêşkêşvana destpêkê ya jin. Di nava 27 salan de dengê wê ji Ermenistanê gihaşt tevahiya Kurdistanê. Reşîd di sala 2000’î de jiyana xwe ji dest da.

CEMÎLA CELÎL: Cemîla Celîl sala 1940’î li Erîvanê ji dayik bû. Yek ji zarokên Casimê Celîl e ku xizmeteke girîng ji wêje, dîrok û muzîka kurdî re kiriye. Malbata wê ji Qersê sirgûnî Ermenistanê bûye. Xwişk û birayên Celîl hemûyan çand û wêjeya kurdî tercîh kirin. Prof. Dr. Ordîxanê Celîl wêje, Prof. Dr. Celîlê Celîl dîrok û Cemîla Celîlê jî muzîk tercîh kiriye.

Di temenê xwe yê ciwantiyê de li radyoya Erîvanê dest bi kar kir. Di 24 saliya xwe de 75 stranên gelêrî yên kurdî veguherand notayê û pirtûka kilamên kurdî amade kir. Materyalên ku kom kir di nêzî 10 pirtûkan de weşand.

 

 

 

BINEVŞ AGAL (BÊRÎVAN): Navê wê ne tenê di dîroka berxwedanê ya êzidiyan de wê di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bê bîranîn. Sala 1966’an li navçeya Qûbînê ya Êlihê ji dayik bû. Sala 1984’an li Almanyayê tev li nava têkoşîna PKK’ê dibe. Sala 1985’an derbasî Sûriye û Rojava dibe. Sala 1988’an ji bo karên gel ên li Cizîrê ya Şirnexê derbasî bakurê Kurdistanê dibe. Di demeke kurt de li Cizîrê ‘efsaneya Bêrîvan’ deng vedide. Bandorê li her malê dike, li her jinan dike ku tev li têkoşîn û berxwedanê bibe. Dewleta tirk jî dide pey wê. Di 18’ê Çileya 1989’an de di şer de jiyana xwe ji dest dide. Li Cizîrê tê veşartin û tevî ku êzidiye gora wê mîna tirbeyekê tê dîtin.

 

 

 

BEHIYE YASÎT (HACER): Piştî Binevş Agal jina duyemîn êzidî ye ku tev li nava PKK’ê dibe. Di sala 1965’an de li navçeya Qûbînê ji dayik dibe. Di sala 1965’an de tevî malbata xwe tê Celle û li wir PKK’ê nas dike. Piştî salekê bi rengekî çalak tev li şoreşgeriyê û refên gerîla dibe. Di 4’ê Kanûna 1989’an de tevî 11 hevalên xwe dema ku hewl didan ji çemê Dîcleyê derbas bibin kete kemîna hêzên artêşa tirk. Cenazeyê Yasît û 11 gerîlayan li Cizîrê li gel gora Binevş Agal hatin veşartin.

ESMER DEMÎR: Piştî şehadeta Binevş Agal jineke din a êzidî ji Almanyayê tev li nava refên têkoşîna azadiyê bû. Esmer Demîr sala 1981’ê li gundê Dusayî yê Qûbînê ji dayik bû. Sala 1990’î li Almanyayê tev li nava refên PKK’ê bû û navê Xanê Sîpan li xwe kir. Demekê li nava PJAK’ê gerîlatî kir. Di sala 2008’an de li herêma Kalareşê di şerê dijî hêzên Îranê de tevî şeş hevlaên xwe şehîd bû. Xwarziya endamê Koordînasyona Êzidî Zekî Şengalî bû.

ZEYNEP BOZKÛRT (BINEVŞ EDESSA): Zeynep Bozkûrt xwest bide ser şopa Binevş Agal û navê wê li xwe kir. Sala 1974’an li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji dayik bû. Piştî ku li Almanyayê tev li nava refên PKK’ê bû navê Binevş Edessa li xwe kir. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerdeya siyasî û îdeolojîk wergirt. Di têkoşîna xwe de piştre bû endama Konseya Leşkerî ya HPG’ê û endama Meclisa YJA Starê. Di 12-22’yê Kanûna 2011’an de li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di şerê dijî artêşa tirk de tevî 13 hevalên xwe şehîd bû.

Çavkanî:

– Jinên Kurd, Rohat Alakom, APEC, 1995

– Dîroka Êzidiyan, John S. Guest, Avesta, 2001.

– Ezîzeya Nemir a Kurdên Êzidî, Yaşar Batman, Weşanên Tevn, 2014

– Jin û civaka Êzidî, Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, Sibata sala 2012’an

– Arşîva Newaya Jin, Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka û ANF’ê.

PERWER YAŞ / ANF