‘Em ê bibin deng û hêviya jinên Sûriyeyê’

Endama Koordînisyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama Tora Serkirdeyên Aştiyê Stêr Qasim avakirina destûreke ku mafê jinan diparêze, nirxand û diyar kir ku dê hewl bidin jin di diyalogên aştiyê de bibin xwedî gotin û got ku dê bibin deng û hêviya jinên Sûriyeyê

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 14’ê Hezîrana 2019’an de hate avakirin, armanca wan ew e ku deng û nêrîna jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bikin yek ku bikaribin di destûra werê avakirin de mafên xwe biparêzin. Derbarê avakirina destûr û nêrîna jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de, endama Koordînisyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama Tora Serkirdeyên Aştiyê Stêr Qasim, nirxandin kir.

Qasim diyar kir ku aramanca avakirina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevgirtina jinan e û wiha got:”Armanca me ew e ku jin bi hezaran salan e ji aliyê civaka baviksalar de hatiye çewsandin, mafê xwe biparêzin û destûrekî ku hebûna wê diparêzê, avabikin.”

Nepêkanîna biryara 1325’an

Di axaftina xwe de Qasim biryarnameya ku di meclisa ewle de hatibû erêkirin, lê nehatibû pêkanîn bi bîr xist û wiha domand: “Di cîhanê de gelek biryarên navneteweyî ji aliyê beşdarbûna jinan ve di mijara siyasetê de hene.  Lê nehatine pêkanîn. Mînaka vê jî biryarnameya 1325 a di sala 2000’an de ku di Meclisa Ewle de divê jin di gotibêj û diyaloga aştiyê ya li Sûriyeyê de çêdibe, ji derve nemîne û neyê paşgukirin ku hatibû erêkirin lê heta niha li Sûriyeyê nehatibû pêkanîn. Ev biryarname tenê Iraq û Filistînê îmze kirbû lê Sûriye îmze nekir.”

Hewl didin jin di diyalogên aştiyê de cih bigirin

Qasim bal kişans ser girîngiya biryarnameya 1325 di vê pêvajoyê de û wiha pêde çû: “Yek ji armanca Meclisa Jinan ew e ku jin cihê xwe di diyaloga aştiyê de û di komîteya destûrê de,bigire. Me niha dest bi civînên danesîna Meclisa Jinan kiriye. Derbarê vê mijarê de jî bi taybet jinên ereb nêrîn û daxwazên xwe tînin ziman.”

Di berdewamê de Qasim girîngiya pêvajoya ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê de derbas dibin jî wiha vegot: “Di vê pêvajoyê de her ku diçe alozî kûrtir dibe, ger di zûtirîn dem de ev alozî neyê çareserkirin dê bibe nexweşiyeke mîna penceşêrê û li her deverê belav bibe.”

Deriyê Meclisa Jinan ji hemû jinan re vekiriye

Qasim tiştên ku ji sazî û dezgehên jinan tên xwestin wiha parve kir: “Di vê pêvajoyê de jî divê hemû rêxistin, sazî û dezgehên jinan ên li Sûriyeyê serî li Meclisa Jinan bidin. Deriyê encûmanê jî vekiriye ku em bi yek nêrîn û deng di komîteya destûrê de cih bigirin, ji bo ku em bibin hêviya hemû jinên Sûriyeyê di warê parastina mafên wan de.”

Dê meclis bibe hêvî û denge jinên Sûriyeyê

Her wiha Qasim bang li tevahî jinên Sûriyeyê kir ku êdî xwe ji pençen civaka baviksalarî rizgar bikin û bikaribin hêz û rêxistina xwe ji cîhanê re şîrove bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê bibin deng û hêviya jinên Sûriyeyê. Divê êdî jin jî hewl bidin û hebûna xwe biparêzin ku di destûra werê avakirin de, cih bigirin.” TEBQA

Dikarî Biecibînî