‘Li dijî desthilatdariyê tehemûl nemaye’

Platforma Şahmeran a Jinan a Mêrdînê, êrîşên di demên dawîn yên li ser jinan tên kirin şermezar kir û got ku dê li dijî vê tundiya li ser jinan a wekî binçavkirin, girtin û kuştinê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin

Platforma Şahmeran a Jinan a Mêrdînê, derbarê girtinên dawîn û zextên li ser jinan de daxuyanî da. Di daxuyaniya li Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Xizmetê yên Cemaweriyê hat dayîn de jinên endamên platformê tev li bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama platformê Aysel Erol ve hat xwendin. Erol diyar kir ku zîhniyeta çewsîner a li dijî jinan didomin û wiha got: “Em ji roja ku hatine avakirin heta niha li dijî tundî, tacîz, tecawiz, kuştina jinan û zihniyeta ku hebûna jinê ya di siyaseta demokratîk de asteng dike, derketine û ji niha şûn ve jî em ê derkevin.”

Erol bal kişand ser binçavkirin û girtina jinên endamên wan ên hefteya borî û wiha domand: “Jinên ku têkoşîna jinê bi rê ve dibin bi awayekî keyfî hatine binçavkirin û girtin. Hebûna jinê ya di siyaseta demokratîk de û siyasetkirina jinê hatiye astengkirin. Desthilata siyasî, bi salan e kesên ji polîtîkayên wê yên aborî û siyasî nexweşin û van polîtîkayên wê rexne dikin, tehemûl nake û dixwaze wan bi binçavkirinan bitirsîne.”

‘Em her hebûn dê her hebin jî’

Her wiha Erol destnîşan kir ku dê tundî, binçavkirin û girtin li hemberî têkoşîna jinan nabe asteng û axaftina xwe bi dawî kir: “Em jin her ku biçe dê têkeoşîna xwe mezintir bikin. Em ji vir bangî desthilatdariya siyasî dikin û dibêjin ku hevalên me yên jin ku tenê di qada demokratîk û qanûnî de têdikoşin û hatine binçavkirin û girtin, berdin. Her wiha divê azadî û maf bên berfirehkirin û hemû astengiyên li pêşiya azadiya raman û rêxistibûnê bên rakirin. Em jin her hebûn û dê her tim jî hebin. Girêdayî vê yekê dê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin.” MÊRDÎN

Dikarî Biecibînî