Girtiyên jin binpêkirinên mafan ên Tîpa T ya Amedê vegotin

Girtiyên jin ên ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Amedê ya Jinan hatin kirin, diyar kirin ku 3 meh in rastî binpêkirinên mafan tên û got ku ji roja ewil ve ji midûrê girtîgeh û dozger re daxwaznameyê dinivîsin lê pirsgirêkên wan nayên çareserkirin

Di 30’ê nîsanê de ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiyên jin sewqî girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Amedê kirin û girtiyên jin ji wê rojê ve rastî binpêkirinan tên. Li Girtîgeha Tîpa T ya Amedê ku her tim bi binpêkirina mafan tên rojevê, girtiyên jin bi rêya ajansa JINNEWS’ê binpêkirinên ku li girtîgehan pêk tên parve kirin.

Agahiyên ku girtiyan parve kirin wiha ne:

“Îdare li hember pirsgirêkan bê eleqe ye, mijûl dikin, li pêvajoyê belav dikin û soza xwe nagirin. Ji ber vê jî jiyana me êdî gelek zehmet bûye. Mafên me tên xespkirin. Bi kurtasî em girtî bi binpêkirinên mafan ên cidî re rû bi rû ne.Tenê em çend binpêkirinên mafan bi hevkariya we bi rayagiştî re parve dikin. Li hewadankê du kamerayên ku 24 saetan dişopînin, 3 paceyên mezin bi vê re jî mazgalek heye. Ev paçeyên mezin jî ji ber cihê derbasbûna personelên mêr in, em bi rehetî nikarin bi kar bînin. Li Amedê germahiya hewayê digihêje 50 pîleyî lê em neçar in bi tîşort, îşlîk û eşofmanên dirêj derkevin hewadankê. Yanî zindana heyî cara duyemîn dikin zindan û em bi tacîza mêr re rû bi rû dimîn. Bi dehan carî me got bila ev pace bi fîlmê reş bê girtin, heta pêkan be bila bi perdeyê bê girtin.

‘Di nav xwarinan de her tişt derdikeve’

Yek ji binpêkirinên herî girîng a din jî xwarin in. Gelek bi rûn, bi salçe û ne paqij in. Bêhna xwarinan ne baş e. Di xwarinan de ji parçeyê camê bigire heta naylon, mû, hinek madeyên em nizanin û herî dawî jî pîsiya mişkan hat dîtin. Tevî me pirsgirêkên xwe ji dozger re vegotin jî wek ‘munferît’ hatin nirxandin. Cama di xwarinê de derket ezmanê devê hevala me birî. Me di vê mijarê de daxwazname nivîsî lê gotin ‘Di lêkolînakirina xwarinan de binpêkirinek nehatiye dîtin’. Girtî ji ber van naxwazin xwarinan bixwin. Rûnê di xwarinan de tê bikaranîn bê kalîte ye. Ev du mehe girtiyên ku ji greva birçîbûnê derketine nikarin xwarinê bixwin.

Bang li raya giştî dikin

Mijarek din a binpêkirinê kantîn in. Di nûçeyan de behsa bihabûna jiyanê dikin lê li girtîgehan tiştên tê ferzkirin du qatê vê giran in. Tiştên ji bo me tên firotin, hem biha hem jî bê kalîte ne. Lê şansek me ya din tune ye. Bi kurtasî em bikarhêner nikarin tu mafê xwe bi kar bînin. Em di vê mijarê de Komeleya Bikarhêneran gazî ser peywirê dikin.

Tevî ku girtîgeha jinan e, em nikarin hewcedariyên xwe yên taybet pêk bînin, berhemên bi tendurist, kalîte û paqij naynin. Alavên kirtasiyeyê yên rojnameger Kîbriye Evren nayên dayîn. Herî dawî hevaleke ya divê bi şert bihata berdan, ji ber cezayê wê yê dîsîplînê teqez bûye bi awayekî kêfî nayê berdan. Ji ber vê rewşê hem malbata wê hem jî ew mexdûr bûye. Wek vê bi dehan binpêkirinên wisa hene. Em bawer dikin ku hûn ê fêm bikin ku em li vir çi dijîn. Em der barê vê de banga hestiyariyê li hemû rayagiştî dikin.” AMED

Dikarî Biecibînî