Bi vegotina Delal Amed artêşbûna jinê

Delal Amed (Hulya Eroglu) a  ku 1992’an tevlî nav refên gerîla bûyî, 3’yê mijdara 2017’an dema ku peywira Fermandariya Qada Botanê dikir, şehîd bû. Vegotinên Delal Amed ên li ser artêşbûn, partîbûna jinê, rêgez û dijwariyên wê û asta wê hatin weşandin

Yekîneyên Jinên Azad ên  Starê (YJA STAR) 1993’yan gavên pêşî yên rêxistiniya jinê yên resen û xweser, bi pêşniyar û pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêt. Gerîlatiya jinê ku heta niha gelek caran li ser hatiye nivîsîn û axaftin, Delal Amed a ku demek dirêj  gerîlatî kirî, fermandarî kirî, bi şêwaza xwe vedibêje.

Di rûpela fermî ya YJA STAR’ê de, Ceribandinên Artêşbûna Jinê ku bi 6 beşan hatiye weşandin, li gel portreya Delal Amed, meşa şoreşger, ji Kurdistanê heta bi Rohilata Navîn, li ser ceribandinên rêxistinî, gerîlatiya pratîk ku îlham dana jinên cîhanê, ji bo were fêhmkirin ku gavên pêşî yên amotor ku jinan li çiyan avêtin, çawa hatine asta artêşbûnê, dibe alîkar.

Bêrîkirina li Kurdistana azad

Delal Amed naskirin û tevlêbûna xwe wiha dibêje: “Heval Zinar, ji ber ku bi meyla derî partiyê yê hêmanê Zekî dizanîbû, dixwest ku ez biçim Botanê û li wir werim perwerdekirin. Tiştên ku heval Zinar gotin bandor li min kiribûn. Salên 90-92’yan tevlêbûna nav gerîla zêde bû, demen serhildanan jî bû. Min jî xwe li nav derdoreke welatparêz dîtibû, min bi çavê xwe şahidî li zextên dijmin kiribû. Her wiha min dixwend, derfetên min hebûn ku rêxistinê ji nêz ve bişopînim. Ji ber vê, propagandaya heval Zinar bi rastî jî bandor li min kiribû.”

Delal Amed gelek caran dibêje, destpêka salên 90’î li qadên pratîk ên gerîla, atmosfereke cuda hebûya. Amed ku artêşbûna jinê, rêxistiniya jinê, nexasim terisînên şertên şer vedibêje, gelek caran hewcehî pê dibine ku rasteqînî û nêzîkatiyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê ji hev cihêbûne.

Amed wiha dibêje: “Wek ku, dema ku hevalên jin çalakiyê bikin wê şehîd bibin, birîndar bibin, bikevin destê dijmin, nêzîktêdayinên wiha hebûn û van hişmendiyan bi maneya rast rasteqîniya Rêbertiya me û tevgera me venedigot. (…) Li gel her tiştî, em milîtanê jin, li ser rawestiyanbûn ku li artêşbûna jinê ku li Botanê hîmê wê hatibû danîn, li Amedê geş bikin.”

Artêşbûna jinan dibe rojev

“Artêşbûna jinê hêdî hêdî dikete rojeva me. Dema ku li Botanê şervana nû bûm, wê demê heval Çîçek Kiçî li Gabarê yek ji fermandara jin bû, helbet, di rêveberiyê de hevalên din jî yên jin hebûn, lê bala min çûbû ser helwesta heval Çîçek û ji hêla fizikî ve jî xurt bû. Bi rastî jî hevaleke çalak bû.”

Di 93’yan de bi fermî bû rojev

Bi encamî, heke em ê ber bi artêşbûnê ve biçûna wê bi pêşengiya heval Sara û Ayten ên li Amedê û li Botanê bi pêşengiya fermandarên mîna Çîçek ev bibûya, ez wilo difikirîm. 93’yan, bi fermî, artêşbûna jinê bû rojeva me.”

Serdema pêşî ya artêşbûnê

“Amed nedişibiya Botanê. Botan bi şerê xwe nav dabû, li vê eyaleta me, hevalên jin bi rengekî aktif li nav artêşa giştî hebûn û tevlî çalakiyan dibûn. Em hêzeke bi qasî mangayekê bûn. Piştî fermana Rêbertiya me ku êdî jin wê bibin artêş, me jî bi hêza xwe ya mangayekê, me got, hevalên mêr çi jî ji me re bibêjin, em ê guh nedin wan û ji niha û pê de, biryarên xwe em ê bidin û bi cih bînin. Diviya hevalên mêr li ser me biryar nedane û serê xwe ji peywirdarkirina me neanîna.”

Bi mêran re şerê teorîk

“Me jinan bi xwe re hêza rêxistinî çênekiribûn, hişmendiya me ya rêxistinî qels bû, bêhtir bi şêwza têkiliyên malbatî geh em dixeyidiîn û geh jî em hêrs dibûn.  Hevalên mêr jî, ji hêla hîsî ve ji vê bi bandor dibûn û ji bo pirsgirêkên di navbeyna me de çareser bibin şandeyên aştiyê çêdikirin, dişandin gel me û hewl didin ku me em li hev bikin.  Komîteyên lihevanînê digotin, ‘’Temam, em qebûl diin, ji niha û pê de hûn jî dikarin biçin ser kêş ‘’ û em li hev dianîn.”

Li Amedê çalakiya pêşî ya jinan

“Bi bihara 1994’an re, cara pêşî yekîneyên resen ên jinan wê çalakî bikirana. Li ser rêya Licê-Gêncê çalakiya rêbirînê çêdibe. Ev çalakî bi armanca propagandya çekdarî tê kirin; erebe têne sekinandin, ji gel re armanca çalakiyê tê gotin.”

Bi xwe baweriya bi gavên pêşî

“Ev nakokiyên kûr û dîrokî ku di nav du zayendan de dihatin jiyîn, ji bo me milîtanên jin dibû mijara têkoşînê û sedema wê (…) Li ser her mijarê, ji nobetê bigirin heta bi her tiştî bi hevalên mêr re em tekoşiyan, divê wiha mirov biçûk nebine ku em hatine vê astê. Tevlêbûna pêşî, perwerdehiya pêşî, çalakiya pêşî, nobeta pêşî û peywirên pêşî, kir ku em bi xwe bawer bin.”

Hewldanên fêmkirina perspektîfên Ocalan

Li ser femanên Rêbertiya me zivistana 1993’yan jinên di nav hêzên ARGK’ê de rêxistiniya yekîneyên xwe yên resen kirin û ber bi artêşbûnê ve çû.

Perspektîfa artêşbûna jinê ku Rêbertiya me pêş xistî wiha bû: “Jin jî di nav artêşê de, di şer de bûne hêz êdî.  Jin ev demek e di nav gerîla de cih digirin û bûne xwedî tecrûbe. Li ser vê tecrûbeye arteş dikare were avakirin û dikare bibe hêza gewherî. Dikare bibe xwedî vîn û rêxinistiniya xwe ya resen ava bikin.”

“Zivistana 93’an ji bo fêhmkirina perspektîfên li ser artêşbûna jinê me pir xwend û nîqaş kir. Jidil em lê kûr dibûn û li ser vê mijarê bi asta xwe em hinekî lê kûr jî bûbûn.”

Hîmê artêşbûna jinan; YAJK

YAJK hîmê artêşbûna jinê ye. Hemû ceribandinên beriya wê, mînak rêxistiniya YJWK, kongreya ku li qada Zelê bûyî jî din av de, bi temamî pergala rêxistiniya resen a jinê nekarîn ku ava bikin (..) Piştî kongreya YAJK’ê li hemû qadan xebatên reseniya jinê, bi navendekê ve hatin girêdan. YAJK, ji vî alî ve dibe hîmê îdeolojiya me.’’

Partîbûna jinê berbiçav dibe

“97’an ez li Eyaleta Amedê bûm. Piştre derbasî Qada Rêbertî bûm. Dema ku em li Qada Rêbertî bûn, 97-98’an êRêbertiya me, êdî perspektîfên partîbûnê dida tevgera jina azad. Rêbertî digot, ‘’Di pêvajoya artêşbûnê de jin bi reseniya xwe rêxistiniya artêşbûna xwe kiriye, bûye hêzeke girîng û bi vê re, vîna ku derxistiye holê çespandiye. Niha dora wê ye ku ev potansiyela mezin bi renge hêza îdeolojîk rêxistiniya xwe bike. Ji ber vê jî, hewce ye ku tevgera jinê ber bi partîbûnê ve biçe.”

Terisandinên guherîna paradîgmayê

“Me konferansa xwe ya pêşî ya  YJA STAR’ê 2004’an kir. Tecrûbeyên me bûne hîmê YJA STAR’ê. 99’an kongreya PJKK’ê çêbû û hêza me ya jinê bû partî. Jixwe hêza sereke ya partîbûnê gerîla û hêza wê ya artêşê ye. Piştî esareta Rêbertia me guherînên stratejik çêbûn. Rêbertiya me êdî li şûna bi rêbaza şer pirsê çareser bike, çareseriya siyaseta demokratîk dabû ber xwe. Li ser vê hîmê, perspektîfên artêşê yên Rêbertiya me jî guherî. Rêbertiya me digot artêş bi rengê HPG’ê rêxistiniya xwe bike. Beriya niha gerîla tenê bi çiyê re sînordar bû, ARGK hêza çiyê bû.

Vê demê her çendî yekîneyên propagandayê di nav gel de rêxistniya xwe kiribin jî, ji hewcehiyên dema niha re nedibû bersiv. Di serdema nû de artêşa me ji şêwaza klasîk a gerîla wê bibihuriya û bi maneya leşkeriya modern wê fonksiyonel bûye.”

Di şoreşa Rojava de jin

“Şoreşa Rojava, şoreşeke wiha ye ku bi pêşengiyaj jinê pêk hatiye. Ji ber vê jî em dikarin bibêjin şoreşa jinê ye. Ragihandina Şoreşa Rojava a di 19’ê Tîrmeha 2012’an de, dihate maneya pêvajoyeke nû û geşedanek nû. A rast Rêbertiya me, heta pêvajoya komploya navnetewî li Rojava pergala xwe ya demokratîk li nav gel rêxistiniya wê geş kiribû.”

‘Hîmê hevserokatiyê wê demê hate danîn’

“Pergala hevseroktiyê ku îro ji nû ketiye rojeva me û em pir nîqaşa wê dikin û ji hêla pratik ve dixwazin geş bikin, Rêbertiya me jixwe li Rojava bi fiilî hewl dide ku geş bike. Di xebatên nav gel de hevalên jin, li gorî yên mêr bêhtir çalak bûn Rêxistiniya nav gel bêhtir diyarker bû. Hevalên jin hem tevlî nav xebatên giştî dibûn û hem jî rêxistniya xebatên resen ên jinan dikirin.  Hevalên jin ku di nav rêveberiya eyaletê de diman hem li ser xwe dikarîbûn biryaran bistînin û hem jî di nav xebatên rêveberiya giştî de xwedî rayeya biryarê bûn. Rêbertiya me, ji bo hevalên jin heq ji zehmetiyên rêveberiyê derkevin cihêkariya pozîtîf dikir. Em dizanin ku Rêbertiya me wê demê hîmên pêşî yên pergala hevseroktiyê li rêveberiya eyaleta Rojava bi israr hewl dida ku geş bike û bixebitîne. Beriya Şoreşa Rojava jî xebat hatine kirin. Nirxên ku beriya niha li Rojava hatine avakirin dibûne hîmên şoreşê.” BEHDÎNAN

Çavkanî: Dilpak Dag / ANF

Dikarî Biecibînî