‘Dê yekitiya jinan dagirkeriyê têk bibe’

Endama Koordînasyona Kongreya Starê ya Herêma Firatê Mizgîn Xelîl têkildarî kampanyaya ‘Axa û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe’ axivî û diyar kir ku ji bo parastina axa xwe û rûmeta xwe her li ser pêyan bin û got ku dê yekitiya jinan dagirkeriyê têk bibe

Endama Koordînasyona Kongreya Starê ya Herêma Firatê Mizgîn Xelîl di derbarê armanca kampanyaya Kongreya Starê ya bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe’ daye destpêkirin de, axivî.

Xelîl diyar kir ku li dijî dagirkeriya li ser axa xwe her tim li ser pêya bin û wiha got: “Ji bo axa me neyê dagirkirin divê em her li ser pêya bin. Heta ku em xwe neparêzin kesek me naparêze. Loma ji bo parastina rûmet û nirxên xwe kampanyayên bi vî rengî girîng in.”

Ji ber gefên dewleta tirk a dagirkeriyê dirûşma hemleyê guherî

Di axaftina xwe de Xelîl behsa armanca destpêkirina hemleyê kir û ev tişt anî ziman: “Hemleya ‘Ji bo guhertin û veguhertinê rabe ser pêyan’ bi armanca guhertin û veguhertina zîhniyeta zayendperest a di civakê de wê bihata destpêkirin. Lê ji ber rewşa awarte li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ev hemle hat paşxistin. Li gor ku hatibû plankirin, dê hemle di 19’ê Tîrmehê de bihata destpêkirin, ji ber ku şoreşa rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinê mezin bû. Me jî xwest ku em di wê dîrokê de ragihînin. Lê ji ber gef û kiryarên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê, me pêwîstî dît ku em nav û naveroka hemleyê biguherînin. Dirûşma kampanyaya me bû ‘Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe’. Her wiha hemleya me ji bo parastina nirx û destkeftiyên şoreşa Rojava/bakur û rojhilatê Sûriyeyê be.”

 Dê yekitiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagirkeriyê têk bibe

Di domandina axaftina xwe de Xelîl bal kişand ser gefên dewleta tirk a dagirkeriya herêmê û wiha pêde çû: “Dewleta tirk her car bi şêwazek nû êrîş û gefên xwe li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê dubare dike. Herî zêde ew şoreş, destkeftî û pergala me hedef digire, loma dixwaze bi rêya kiryarên xwe bandorê li ser derûniya gelê me bike û rê li ber koçberiyê veke. Hemleya me bersiva van gefan e ku çawa agirê şoreşa me bi hêz û îradeya jin roj bi roj xurt bû û şaxên xwe li tevahî bakur û rojhilatê Sûriyeyê belav kir. Em ê weke jin careke din gefên li ser herêmên xwe têk bibin.”

Banga beşdarbûna hemleyê

Her wiha endama Koordînasyona Kongreya Starê Mizgîn Xelîl banga beşdariya kampanyayê li hemû jinan kir û axaftin xwe wiha bi dawî kir: “Naveroka hemleya me herî zêde meş, mitîng, daxuyanî û platform in. Kampanya bi pêşengiya Kongra Starê lê hemû sazî û rêxistinên jin, her wiha jinên ku cihê xwe di saziyên giştî de jî digirin, bi rengê xwe beşdarî hemleyê bibin. Mebesta me ji ragihandina pêngava li Kobanê jî ew e ku ev bajar qada berxwedan û têkoşîna jinan bû. Ji ber vê banga me ji hemû jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê re heye ku ji bo parastina axa xwe beşdarî hemleyê bibin. Bi yekitî, berxwedan û têkoşînê em ê bikaribin şoreşa xwe biparêzin û hemû êrîşên li ser welatê xwe têk bibin.” KOBANÊ

Dikarî Biecibînî