Li dijî zîhniyeta baviksalarî her têkoşîn divê

Di çarçoveya kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ bi sernavên ‘Veguherîna mêr’ û ‘Kuştina mêr’ perwerde hatin dayîn. Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Aras got ku divê li dijî zîhniyeta baviksalarî her tim têkoşîn were meşandin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ di 19’ê Tîrmehê de kampanya da destpêkirin û di çaroveya vê de perwerde û civînên bi ser navê ‘guherîna mêr’, ‘Kuştina mêr’ bi mêran re pêk hat. Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Aras têkildarî mijarê ji nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer re axivî.

Fîgen Aras da zanîn ku asta ewil a kampanyayê de hedefa guherîna mêr dikin û armanca wan ev e ku xwe bigihînin hemû mêran û nasnameya mêr, rolên mêr, nêzîkatiyên mêr nîqaş bikin û wiha pê de çû: “Di civakê de nêrîneke wek ‘ger li hevjînê nexe, hinek demokrat be, li zarok binêre, karê malê bike, wê demê xwe guhertiye’ heye. Lê ev nêrîn ne rast e. Em behsa zîhniyeteke mêr a 5 hezar salî dikin. Ji ber vê jî divê em derketina zîhniyeta mêr kengî derketiye holê rewşa wê ya dîrokî bi mêran re nîqaş bikin. Vê zîhniyetê bi hezaran sal in, xwe li jor dîtiye, jin wek kole dîtiye.”

‘Mêrtî, beramberê têkiliya kole û efendî ye’

Fîgen Aras daxuyakirin ku nasname û çanda jinê bi desthilatdariyê re li hev nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin tu car şer, derew, talan, tacawizê erê nake. Ji ber vê jî zîhniyeta mêr derketiye holê û ev jî bi pêşketina dewletan re pêş ketiye. Dewleteke serdest ji bo xwe bidomîne û rewa bike di qada cemawerî de di jiyana derve de mêr kole dike û li ser jinan jî dike serdest. Îro mêrtî beramberê têkiliya kole efendî ye. Efendî mêr e, kole jin e. Mêr dibêje ‘ tu ya min î, malê min î, ez çi bêjim tu yê bikî, tu ji min hatiye afirandin.’ Ji ber vê em dibêjin ku bila mêr vê ferq bikin.”

‘Di alî biyolojîk de pirsgirêk tune ye’

Aras daxuyakirin ku mêr bi pirsên weke ‘rolên li mêran hatine ferzkirin çi ne?’, ‘em van rolan çawa dikin jiyanê’ lêpirsîn bikin ku ji kê re xizmetê dikin û wiha got: “Hedefa kampanyaya me ev e ku em cudahiyê biafirînin. Divê mêr pirsa ‘ez mêrantiyê çiqas dijîm, ez amade me ku bi mêrantiyê re têbikoşim?’ ji xwe bipirsin. Piştî vê ferq bikin wê bikevin nava lêpirsînê. Bêguman kes wek jin û mêr tên dinê. Ji bo me di alî biyolojîk de mêrbûn ne pirsgirêk e.”

Aras her wiha bi lêv kir ku ew behsa guherîna di zîhniyetê de dikin û wiha got: “Em behsa ku mêr di zîhniyetê de bê kuştin dikin.Yanî divê wek dayik, ewlad, kar, hezkirî nêzî jinan nebin. Divê wek heval, rêheval nêz bibin. Em behsa vê dikin. Em dipên ku hemû mêr li dijî nasnameya jinê rêzdar bin. Em dixwazin vê bi hevkariya kampanyayê bînin ziman, mekanîzmayan ava bikin.

Em ê di çarçoveya kampanyayê de behsa gotina ‘kuştina mêr’ bikin. Ev gotin hinek aliyan ditirsîne. Wek nêrîneke ku ‘mêr di alî fîzîkî de tê kuştin’ tê dîtin. Henek tên kirin. Lê em di alî zîhnî de behsa vê dikin.”

‘Hevalên ku xwestin mêrtiyê bişkînin hebûn’

Aras di berdewamiyê de destnîşan kir ku bidawîkirina pergala mêr û di esasê de avakirina hevjiyana azad ne hêsan e û got: “Çima ne hêsan e?Ji ber zîhniyeta hezaran salî heye. Tiştên bi hezaran salan hatine fêrkirin hene. Tiştên weke ‘jin lanetkiriye, hestiyar e, bi jinan re mirov dernakevin rê, jin divê tenê dayik û hevjîn bin, jin ji mêran hatine afirandin’ hatine afirandin. Lê em bi vê dizanin, di 40 salên dawî de di têkoşînê de gelek hevalên me yên ku xwestin mêrtiyê bişkînin, têkoşîna vê dan hebûn.

Aras di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kulliyateke bi heybet ya birêz Ocalan ya der barê azadî, îrade û heqîqeta jinê de heye. Mînak dibêje ‘azadiya jinê tune be civak azad nabe.’ Civak jî ji jin, mêr, kal, pîr û zarokan pêk tê. Ji ber hemû pirsgirêk jî ji vir derdikeve riya me gelek zehmet e. Lê divê em dev ji hewldanê bernedin da ku wekhevî û guhertin çêbibe.” AMED

Dikarî Biecibînî