‘Îdeolojiya Rêber Apo ji bo jinan mizgîniya rizgariyê bû’

Endama Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Evîndar Ararat îdeolojiya Ocalan wek mizgîniyek ji bo rizgarbûna jinan bi nav kir û wiha got: “Sekna jina azad divê bikare derdora xwe bixe nava guhertinan de, divê xwedî hêz û îradeyek bi bandor be.”

Endama Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Evîndar Ararat ji nûçegihanê ajansa Rojnewsê Baxan Xoşnaw re behsa nasbûna xwe ya li gel PKK’ê, hevdîtina xwe ya yekem li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, taybetmendiyên ciyewaz ên hizrî û bandoriya Ocalan li ser civakê bi taybetî jinan kir.

Destpêka naskirina PKK’ê

Evîndar Ararat li navçeya Bazîd a bajarê Agirî ya bakurê Kurdistanê di nava malbatek welatparêz de ji dayîk bûye. Di sala 1984-1986’an de ku wê demê xwendekar bû, PKK’ê naskiriye.

Di salên 1990’an de dema ji bo xwendina zanîngehê diçe bajarê Xarpêtê (Elezîz) dibe endama yekitiya ciwanên welatparêzên Kurdistanê. Li gel hevalên xwe bi veşartî rojnameya Serxwebûn,  kovarên Ozgur Halk û Ozgur Ulke dixwînin. Her wiha guhdarî nirxandin û giftûgoyên Ocalan ên li gel rewşenbîr û rojnamegeran kirin, dikin û dixwînin. Ji van sûd werdigirin û ji bo xwe wek perwerdeyek dibînin.

Ararat têkildarî wan nirxandin û axaftinên Ocalan ev tişt anî ziman: “Ji van nirxandin û axaftinên Rêber Apo em heta radeyek hişyar bûn û êdî me jinan zanî ku felsefe û îdolojiyek heye dikarin xwe têde bibînin. Ev yek jî ji bo me bû hêvî û pêşeroj.”

Ararat di wê demê de beşdarî çalakiyek ji bo şermezarkirina kîmyabarana Helebçeyê dibe û tê girtin, salek ji xwendina xwe dûr dikeve. Lê ev yek bû sedem ku ew hîn zêdetir kar û xebatên xwe xûrtir bike ji bo bidestxistina mafên gelê xwe.

‘Xwedî bîr û mejiyek bihêze’

Evîndar Ararat di gulana sala 1992’yan de li Dêrsimê tev li gerîla dibe. Di sala 1995’an de tev li Kongreya 5’emîn a PKK’ê dibe. Li wê derê bi telefonê li gel Ocalan diaxive. Ji beriya wê salek Ararat raporek ji Ocalan re şandibû. Ji bo wê navê Ararat li bîra Ocalan de mabû, dema ku li ser telefonê navê Ararat dibihîse Ocalan bi lez jê re dibêje ‘Belê Evîndar tu yî? Min rapora te xwendiye, were vê derê em hîn zêdetir li ser biaxivîn.’ Ev gotinên Ocalan Evîndar matmayî dihêle, di heman demê de jî keyfxweşiyek mezin bi Evîndar Ararat re çêdike û dibîne ku rêberê wan bi vî rengî girîngiyê bi şervanên xwe dide.

Têkildarî wê demê Evîndar Ararat wiha got: “Min wê demê zanî ku bîr û mejiyek bi hêz a rêbertî heye. Li beramberî şervanên xwe hişyar e û tu caran wan ji bîr nake. Bi hemûyan re mijûl dibe û her tim çavdêriya wan dike ji bo encama wê bibîne. Ev yek ji bo min tiştek gelek balkêş bû û hestek cûda bi min re da çêkirin.”

Hevdîtina li gel Ocalan

Di sala 1996’an de cara yekem Evîndar Ararat ji bo Ocalan bibîne berê xwe dide Şamê. Li wê derê ji aliyê Ocalan ve têne pêşwazîkirin. Yek bi yek pirsa wan û xebatên wan jê dike. Di wê odeya ku têde rûniştine wêneyek yê Ocalan hebû û li jêrê wê de jî Ocalan rûniştibû. Ararat jî her li wêne temaşe dike û ji xwe re dibêje ‘nexa rast e ez li gel Serok im?’ her wekî ku Ocalan bizane çi di xeyalên wê de derbas dibin, ji nişkanve ji Araratê dipirse û dibêje; “Heval tu çi dibêjî? Rewşa Dêrsimê çawa ye? Piştre Ararat bersîv dide û li ser rewşa Dêrsimê bi Ocalan re diaxive. Ocalan piştre carek din bi bîr tîne ku rapora wê xwendiye û jê re dibêje; “Êdî tu yê li vir perwerdeyê bidî û li vê derê giftûgoyên me berdewam bikin. Divê tu bi hêz beşdarî bikî.”

Di berdewamê de Ararat behsa taybetmendiyên Ocalan kir û ev tişt anî ziman: “Temaşekirina wî, çavên wî, axaftinen wî, silava wî ya germ wisa dike ku mirovên li derdora wî jê bi bandor bibin û wisa hest dikin ku ji berê ve wî naskiriye.”

Evîndar Ararat bi qasî salek li Şamê li cem Ocalan dimîne û xebatên ragihandinê dike. Ararat wiha behsa wê demê dike: “Min wê demê fam kir ku Serok Apo ji bo wê bangî min kiriye ez werim Şamê ji bo min ji kar û xebatên ragihandinê re amade bike. Ew ji bo her endam û şervanek plan û projeyek taybet heye û bi giringî li ser disekine.”

Bi hêzî û jêhatina Ocalan

Di bîra Evîndar Ararat de du bîranîn mane ku wek bihêziya hest, mejî û jêhatina Ocalan bi nav dike û wiha dibêje: “Ez tu carê vêya ji bîr nakim, hevalek ji çiya hatibû, ji tu nexweşiyekî xwe haydar nebû, ji berê de jî tu tiştek bi serê wî nehatibû, ji nikave serok jê re got ‘heval nexweşiya dil bi te re heye?’ Em hemû şaş man, wî hevalî jî got ‘na serokê min tiştek wisa nîne, tenduristiya min gelek baş e.’ Lê serok ji bersiva wî razî nebû û jê re got here nexweşxaneyê. Piştre ew heval çû nexweşxaneyê û hat derket ku nexweşiya dil bi wî hevalî re heye. Em matmayî man ku serok çawan zanî tiştek wisa heye. Wê demê serok ji me re got ‘belê ez dilê we, ruh, mejî û jiyana we dixwînim.”

Di axaftina xwe de Ararat behsa bîranînek din a xwe li gel Ocalan kir û destnîşan kir ku wê deme li gel çend hevalek din li mala Ocalan de bi xwarinê jehrî bûne, dema Ocalan dixwaze wan bibîne jê re dibêjin ji bo tenduristiya wî nebaş e, biqasî 20 deqeyan Ocalan li ber derî dixwaze wan bibîne û dibêje rê bidin ku ez ser û çavê wan bibînim bizanim rewşa wan çawa ye, lê destûr nadinê. Ocalan wê demê ji wan re dibêje ‘baş e vaye ez diçim, ji we re 7 roj hene divê rewşa wan gelek baş bibe.’ Piştî 7 rojan Ocalan vedigere û xwe bi wan re aciz dike û dibêje çima xwe naparêzin. Ocalan wê demê dibêje, “Dibe ku dijmin vêya kiribe, kî dizane, hûn Apocî ne û hûn di mala min de ne. Divê hûn pir alî bifikirin, ne diyar e bûyer çawa û ji ku derê ve rastî mirov tên. Divê her tim amade bin û xwedî fikir bin.”

‘Derdora xwe perwerde dikir’

Evîndar Ararat di dirêjiya axaftina xwe de wiha behsa taybetmendiyên Ocalan kir: “Serok ne tenê perwerdeya teoriye dide, di nava jiyanê de jî vê yekê dikir. Girîngî bi rewşenbîrî û zanabûnê dida, ji felsefeya jiyanê cûda nedigirt dest. Şêwazê perwerda wî her tim lêgerîn û lêpirsîna tiştan bû. Ji bo mînak dixwest zîrektiya me biceribîne û her digot, zû bersiv bidin zû bersiv bidin. Bi vê yekê dixwest aliyê fikrî de em çalak bibin. Rêberê Apo her tim ji me re digot, gelek bixwînin û zêde binivîsin, lê ne ji berbikin, gotinên xwe bi başî neynin ser ziman bê sude. Ji her hevalek re planek a xwendina pirtûkê danibû û digot, li gel temambûna her pirtûkek rêxistinê di nav re romanek ya jî mijarek lêkolînê bixwînin.”

Ararat da zanîn ku Ocalan girîngî bi zanyarî û têgihiştina piralî dida û her tim fikra hevalên li derdora xwe digirt, asta şîrovekirin û zelalkirinê pêş dixist û ev tişt anî ziman: “Dema ku didît xwarin an jî tiştek din bi zêdehî dihat çêkirin û nedihat bikaranîn aciz dibû û digot ‘Ev nirxê şehîd û gel in, nabe wisa bi zêdahî were bikaranîn. Têkildarî cil û bergan jî em bi rehetî li gel hev diaxivîn û digot; ‘Sekna jina azad divê wisa be ku tevayî derdora xwe têxe nava guhertinan, xwedî îrade û hêzek bi bandor be.’ Em di her alî de perwerde dikirîn û her tim li cem me bû. Ji bo mînak em fêrî lîstika topa pê û topa dest kirin. Li ser vî bingehî hem em perwerde dikirîn hem jî digot li gorî van lîstokan we nas dikim û vê yekê jî şîrove dikir. Her tim digot, jiyan bi xwe perwerde ye û herin di nava gel de perwerde bibin.”

‘Artêşa jinan parastina xeta rasteqîn a PKK’ê ye’

Di axaftina xwe de Evîn Ararat bal kişand ser artêşbûna jinan û îdolojiya Ocalan ji bo jinan wek mizgîniya rizgarbûnê bi nav kir û wiha pêde çû: “Şandina fermanê ji aliyê serokê me ve ji bo ragihandina artêşa jin, wek mizgîniya rizgariyê bû. Em wisa keyfxweşbûn, piraniya hevalên jin kombûn, cara yekem li Dêrsimê nêzî şeş mehan me 39 hevalên jin perwerdeya siyasî, leşkerî û îdolojî dît. Serok dizanî ku wê hêza jin bibe parastina xeta PKK’ê û jina azad. Piştre bi avakirina artêşa jin û xwe bi rêxistinkirinê bû hêviyek ji bo hemû jinên azadîxwaz, bi taybetî ji bo me hevalên jin. Ev têkoşîna serok Apo destpêkir, bû mînakek ji bo tevayî jinên welatê me û welatên din.”

Hevdîtina dawî

Evîn Ararat di dirêjahiya axaftina xwe de behsa dema xatirxwestina ji Ocalan kir û wiha got: “Serok her tim heya ber wesayîtê li gel hevalan diçû, yek bi yek xatirê xwe ji wan dixwest. Ji her hevalekî re jî gotinek dikir. Ji min re jî got, ‘Evîndar jiyan gelek zehmet û bê wijdan e, eman xelet nebe jiyan bê wijdan e.’ Wî ez hişyar kirim ji ber ku ez ê biçûma nava şer û jiyanek dijwar, ji bo ez bihêz bim, divê tu xeletiyan nekim di jiyanê de. Bê guman ev gotinên serok her tim di guhê min de ne û ji min re wek waneyek dîrokî ye. Piştre dema ez hatim welat û min lê Silêmaniyeyê xebat dikir, bi telefonê li gel serok axivîm, piştî rewşa kar û xebatên min pirsî, piştre got ‘tiştekî tu bêjî heye’ min jî jê re behsa  hevalek kir ku şêwazê jiyan û xebata wî bi awayê takekesî nêz dibû. Serok keniya û ji min re got  ‘Evîndar li vê derê rojene bi mist û kulman ez li gel hevalan şer û têkoşîn dikim, tu jî şer bike, ger nebû zeleyek li rûyê wî bide.’ Mebest ji lêdana zeleyê ew bû xwest bêje divê tu têkoşînek zêde bidî û nesekinî. Piştre ji min re got dizanim tu ziyan nagihînî partiya me, lê divê tu xwe hîn zêdetir amade û bihêztir bikî. Ev gotinên serokatî heya niha jî di bîra min de mane û ez ê ji bîr jî nekim.”

‘Dixwazim li Amedê Serok û gel bigihêje hev’

Herî dawî jî Ararat wiha behsa hêvî û xwestekên xwe kir: “Dîtin û hestê ku ez carek din Serok bibînim gelek cuda ye. Piştî evqas sal dixwazim jê re bêjim te li wir çawan jiyan kir û em jî li vir jiyan. Rexneya hevaltiya me bikim. Her wiha xeyala herî mezin a min ew e ku li Amedê yan jî li her cihek din Serok di nava gel de be û ez jî li wê derê bim yanî li cem Serok bim. Ez bi hêvî me dê ev xeyala me pêk were, ger wê demê nebim jî dilniyame wê her jinek ku hêjayî hevaltiya bi rêber Apo re be vê yekê bibîne.”

Dikarî Biecibînî